La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîr, hejmar 3


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2005-10-01, Diyarbakır
Préface : Pages : 248
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Rev. Ku. Tr. 1395Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîr, hejmar 3

Versions

Turgut Ersoy

Bîr, hejmar 3

Bîr


Kovara BÎR, ji bo tayînkirina rojeveke acîl a li ser rewşa zimanê kurdî, bi dosyayeke dewlemend û nivîsên balkêş ên li ser ziman û edebiyata kurdî amade bû. Bêguman bi her aliyî ve lêkolanîn û zelalkirina wisa mijarên pirralî û kûr, di nav rûpelên hejmareke kovarê de ne mimkun e. Lêbelê dîsa jî hûn dê li ser vê mijarê gelek şiroveyên girîng û xalên balkêş bixwînin.

Zimanê kurdî di pêvajoya dîrokî de bi çend alfabeyên cüda hatiye nivîsîn û ev yek niha li pê§ netewayetiya kurdan muşkuleyeke şênber e. Bêguman hemû berhemên kurdî yên ku bi alfabeyên cüda hatine nivisîn dewlemendiya kelepora ziman û ...



DI ŞUNA PÊŞGOTINÊ DE


Kovara BÎR, ji bo tayînkirina rojeveke acîl a li ser rewşa zimanê kurdî, bi dosyayeke dewlemend û nivîsên balkêş ên li ser ziman û edebiyata kurdî amade bû. Bêguman bi her aliyî ve lêkolanîn û zelalkirina wisa mijarên pirralî û kûr, di nav rûpelên hejmareke kovarê de ne mimkun e. Lêbelê dîsa jî hûn dê li ser vê mijarê gelek şiroveyên girîng û xalên balkêş bixwînin.

Zimanê kurdî di pêvajoya dîrokî de bi çend alfabeyên cüda hatiye nivîsîn û ev yek niha li pê§ netewayetiya kurdan muşkuleyeke şênber e. Bêguman hemû berhemên kurdî yên ku bi alfabeyên cüda hatine nivisîn dewlemendiya kelepora ziman û çanda kurdî ne. Redkirina vê mîrasa sedsalan ne tiştekî aqilane ye. Lêbelê berdewamkirina karanîna alfabeyên cüda jî qutbûnekê di navbera xwendevanan û pê re jî di navbera gelê kurd de peyda dike. Mînak: Bi giştî em kürden Kurdistana Bakur nikarin ji berhemên alfabeya erebî ya ku li Kurdistana Başûr û Rojhelatê tê karanın îstifade bikin û her wisa, ew jî nikarin j i yên me îstîfade bikin. Ji ber vê yekê, xebat û hewlên yekîtiya alfabeya kurdî li ser kurdan êdî ferz e. Bêguman, ne ji ber rehetiya kürden bakur, lêbelê bi giştî zimannasên biyanî û xomalî, Alfabeya Latînîji bo zimanê kurdî alfabeya herî kêrhatî û hêsan dibînin. Bi ya me jî alfabeya Celadet Bedirxan ji bo nivîsandina hemû diyalektên kurdî qîm dike. Mînak, kürden kirmanc (zaza) jî, bi kurdiya kirmanckî (zazakî) dipeyivin û dinivîsin, tu kêmasî di alfabeya latînî ya Celadet Bedirxan de nîn e ku pê diyalekta kirmanckî neyête nivîsandin û her wiha, ji ceribandinên me derketiyê holê ku yekbûna alfabeye, diyalektan jî nêzîkî hev dike. Dîsa ji zanîna me ya her du alfabeyan (Latînî û Erebî) jî baş tê îspatkirin ku kurdiya soranî jî dikare bi latînî xweştir ji karanîna alfabeya erebî bête nivîsandin û xwendinê.

Pirraniya zimanên zindî yên dinê jî, ji gelek diyalekt û devokên cûrbicûr pêk tên. Pirrî caran axiftvanên van diyalekt û devokan bi zehmetî ji hev û din têdigjhên, yan jî tênagihên. Ji ber vê yekê, ji bo silametiya paşerojên netewa xwe pêdivî bi zimanekî standard û hevpar dibînin.

Li vê derê, ji bo me jî pirsa "kîjan diyalekt dê bibe bingeha zimanê hevpar?" dertê holê. Di derbarê bersivandina pirsa "kîjan zarave dê bibe bingeha zimanê hevpar?" de, du xalên girîng hene: 'Ya yekemîn, rêvebiriya siyasî ya wê herêmê; ya duyemîn jî îtibara kulturî ya wê diyalekte ye." Li gor me, ku ev ne mimkun bin, hingê dê hêza rewşenbîrî-entelektuelî ya neteweyî rola vê yekê bigre ser xwe! Wê demê divêt desthilatên siyasî guh bidin hêza rewşenbîrî ya kurd.

Divê em li hemû diyalektên xwe xwedî derbikevin. Ne ku diyalektek, divê tu peyvek an jî versiyona peyvekê ya ji zimanê me winda nebe. Ger hebe, windabûna kurdiya goranî (Hewremanî) ya li jêr fışara kurdiya soranî, windabûnek ji aliyekî giyanê netewa kurd e. Lewre, ger em rabin desthilatiya diyalektekê li ser diyalektên din îlan bikin an jî bi wê fehmê tevbigerin, helbet ev dê nebe karekî aqilane. Hingê li pêş me, di heyama îroyîn de karê ku em niha dikarin bikin ev in: l.Yekkirina alfabeye, 2. Standardîzekirina formên peyvan bi awayê ku diyalekt nêzîkî hev bibin û her wiha, wek belgeyeke esasî, 3. Amadekirina ferhengeke giştî...

Ji bo yekkirina alfabeye, çareseriya rastnivîsîn û formên peyvan û çareserkirına problemên din ên zimanê kurdî divêt "Kongreya Zimanê Kurdî" were lidarxistin û di encamê de saziyeke domdar bête damezirandin. Di vê saziyê de zimanzan û kurdologên ku ji hemû diyalektên kurdî hatine hilbijartin divê tê de bixebitin.

Di nav sînorên Tirkiyê de kêmtirîn panzdeh (15) mîlyon kurd hene û ji beriya hatina tirkan, ew li ser vê cografyayê dijîn û xwediyên esasî yên vê axê ne. Lê mixabin, îro li ser axa wan mafê wan ê xwerêvebirinê tüne, li ser navê xwe ne xwedî desthilateke siyasî ne û her wiha mafê wan ê kulturî û zimanî jî nîn e!

Bi zimanê serdest perwerdekirina zarokên kurd, siyana (karîna) têgihîştin û serketina wan dadbdne; pêşî li wan dide xetimandin...

Di vê rewşa hanê de zimanê perweredeyî yê serdest şuna zimanê wan ê zikmakî digre û zimanê wan ê zikmakî dimirîne. Ev jî, li gor tarîfên peymanên navnetewî jenosîd e, nijadkujî ye.

Bêguman îro meseleya zimanê kurdî, heman demê meseleyeke siyasî ye. Bivê-nevê dema mafê kulturî û zimanî bêne gengeşîkirin, rasterast siyasetjî dikeve nav. Ji ber vê yekê, em ji bo çareseriya mafê zimên bo îdareya Tirkiyê pêşniyarên lijêr dikin:

a. Divê peyvên "lehçe û devokên herêmî" ji "Biryamameya Karanîna Lehçe û Devokên Herêmî" bête derxistin û her ziman bi navê xwe di qanûnê de bête nivîsandin.

b. Divê zimanê kurdî li Tirkiyê wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûl kirin û ji dibistana seretayî bigre heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyê.

c. Divê zimanê kurdî di hemû saziyên fermî û teknîkî de bête karanîn.

d. Divê zimanê perwerdeyê, ne li gor pirraniya hejmara xwendevanan, li gor pirraniya hejmara rûniştvanên (akincihên) wê herêmê bête diyarkirin. Ji bo kürden rûniştvanên li rojavaya Tirkiyê jî, li gor hejmara xwendevanên kurd, dibistanan jî li dibistanê dersxaneyên taybet bêne vekirin.

Digel vana, dîsa jî bi tenê geşkirina zimanê me tu car divêt li dewletên serdest neyête sipartin! Zindîkirin û pêşxistina zimanê me bi xwestin û helwesta me ve girêdayî ye; divêt her kes; ferd, malbat, komik, komel, rêxistin, partî, medya; tevayî dezgeh û sazîyên kurd rewşa zimanê kurdî munaqeşe bikin û bi hemû siyana xwe zimanê xwe di her warê jiyanê de kar bînin. Pirsa zimên divê di ser hemû meseleyan de bête dîtin û her wiha divê êdî baş bête zanîn, ew siyaseta ku li ser navê kurdan bi zimanê desthilatên dagirker tê kirin, ji bilî asîmîlekirin û nîjadkujiya kurdan, bi kêrî tu tiştekî nehatiye û dê tu car nayê jî!...

Bi hêviya rojên xweştir û hejmareke dewlemendtir.

Bîr




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues