DAXUYANİYA WEŞANXANÊ
Ev pirtûk ji lêkolîneka du beş a Abdulreqîb Yûsuf pêk tê. Beşê pêşîn ê lêkolînê di kovara Rewşenbîrî newe, hejmarên 116 û 117'an a sala 1988'an de hatiye girtin. Beşê duduyan ê lêkolînê berê nehatiye çapkirin. Wergera wê ya ji zaravê Soranî ji alî Elîşêr hatiye kirin.
Nivîskarê lêkolînê bi xwe li hember awayê reş û spî yê tabloyan ev lêkolîn amade kiriye. Tabloyên rengîn ji alî weşanxana me ji Biblioteka Bodleian a Oxfordê hatine stendin.
Loma jî di hin ciyan de li ser binavkirina rengên tabloyan hin şaşîtî ji bal nivîskar hatinc kirin. Me carna vê yekê di nav parantêzan de rast kiriye, lê hin caran jî me qet dest nedaye wan. Loma di tespîtkirina rengan de divê xwendevan tabloyan esas bigrin.
Jîna Nû
Hunerê tabloyên șerefname
Mebesta me ew nîne, ku di vê nivîsê de behsa kitêba Şerefnamê bikin û bêjin; eva han, di sedsalên borî yên me de, girîngtirîn berhem e di warê dîroka Kurdan de û heta niha ew haöye wergerandin zimanê Tirkî, Erebî, Rûsî, Elmanî û Kurdî Lê, em dixwazin di vê maqalê de behsa wê nusxa Şerefnamê ya ku bi destxeta pîroz a Şerefxanê Bedlîsî bi xwe hatiye nivîsandin û her weha wê wêne hunerîya ku di wê nusxê de ye, bikin. Armanca min a serekî bi destxistina vê nusxê, bû ku di Kitêbxana Bodleian a Oxfordê; di bin reqema 312'an de bû, bi taybetî wêne hunerîya ku tê de bû. Min wergirt, da em bikarin aliyê wê yê hunerî bikolin û heta hinek alî û milên taybeti yên hunerê Kurdî tê de bibînin û bikin kevirekî ji bo danîna hîmê nivîsandina dîroka hunerê Kurdî. Bi kêmasî ev panzdeh sal in, ku ez li ser vê mijara hêja difikirîm, heta babetên wan wênên li Kurdistanê û di nav wan kitêbên bi destnivîsî de, yên ji alîyên hunermendên xelkê Kurdistanê ve hatine çêkirin, vêca êdî çi yên qirnê navendî yan yên piştî wan bin. Ji ber vê yekê pêwîst e, heta wênên li ser kevir, dar û madenan jî hatine kolan, em bixine ber pençê lêkolînê. Encama van karan dikarin bibin pêkanîna hîmê hunerê Kurdî.
.....
|