La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan, Gulzara Xemlandî


Auteur :
Éditeur : Ektra Date & Lieu : 2012-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 200
Traduction : ISBN : 978-605-89217-3-3
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4326Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwan, Gulzara Xemlandî

Dîwan, Gulzara Xemlandî

Mele Mistefayê Hilêliyê

Ektra


Bo Serok Mesûd Barzanî
Û bo Seydayê Mela Ebdullahê Xerzî
Û bo hemû mamostayê ol û mirovayî
Û bo miletê Kurd tevayî û bo şehîdên

Kurdistanê û bo çi kesê
Qencîya milet dixwaze û bo kesê
Riya rast digirin û rê didin
Ber milet û bi doza yekîtîya millet ba dikin
Binavê Yezdanê dilovan û mihriban



GULZARA XEMILANDÎ Û MELE MISTEFA YÊ HÎLÊLIYÊ


Xwendevanên hêja, dema dîwana Seyadayê Mele Mistefa ya binavê Gulzara Xemilandî spartine min kû ez pêşgotina wê binivsînim û nêrîn û dîtina xwe li ser diyar bikim. Ez dilgeş û pir kêfxweş bûm. Lê min zanî kû ew barekî pir girane kete ser milê min. Ez pir kêfxweşbûm lewra dîwanek ji helbestên zanyarek mina Seydayê Mele Mistefa kû şayeste bibînin ji bo ez pêşgotina wê binivsînim. Ji bo min cihê rûrnet û şanaziyê ye lê gelo ez bikaribim vî barê giran hilgirim û ew durr û gewherên di wê deryayêda veşartî derînim û raxime pêş çavên xwendevanan. Min hêvîya xwe ji Xwedayê xwe qut nekir û dest avête xwendina dîwanê. Dema min ger û geşta xwe di dîwana Seyda da qedand min baş zanî kû bi rastî deryaye û ji çanda Kurd tijî durr û gewherên lê di kûratiya wê da veşartîne.

Gelo bi yek ger û geştekî ezê bikaribim xwe berdima nav gerînekên kûr û wan gewherên bihagiran jê derînim. Xwendevanên hêja dîwana Seydayê Mele Mistefa bi xwe gulzareke xemmlandiye çewa kû navê wê jî gulzare. Angû nav û navdayî wek hevin lewra çewa navê wê Gulzara Xemmlandîye ew bi xwe jî gulzareke xemlandîye. Hemî rengin sorgul û kûlîlkan têda hene. Deme merif li helbestên Seyda di nihêre hostayeke pir mezin di hûnandina helbestan da dibîne. Wê çaxê merif dizane kû Seyda; di zanîn, raman û di nivîsandina helbestanda pisporekî dema xwe buye û ji bo axa Kurdiatanê evîndarekî pir mezin û di hemî jiyana xweda bi êş û derdê welat ve jîyana xwe borandîye. Tim û tim bi derdê gelê Kurd êşîyaye û bi wî derdî tim qîr û hewar kiriye û divê rê da kar û xebateke bê hempa kiriye û bi pênûsa xwe ya pîroz ewî karê xwe yê pîroz û pir bi rûmet ji netewê Kurdara hiştîye. Dîwana Seydayê Mele Mistefa berhemeke evîndarîyê ye. Çewa Seyda evîndarê welat e her wisa evîndarê Seydayê nemir Mele Mistefa Berzanî buye û bi evîna wî û evîna welat da ji kûraya dilê xwe helbest nivîsandîye û hemî dem û gavê di kesera welat da jîyana xwe borandîye. Lê her çenda jîyana wî bi kul û keser borî be jî bes rûmetek pîroz li pey xwe hiştîye. Dema merif dîwana wî dixwîne ew rûmeta pir xweşik diyar dibe.

Ji ber kar û xebat wî dê Seydayê Mele Mistefa her tim bi rûmet bê bîranîn û ewê di nava gelê Kurd da nemir bimîne. Dilovanîya Yezdan li ser wî be wek tavîyê baranên baharan. Fermo hûn û Dîwana Seyda ya binavê Gulzara Xemilandî bi sirûdê bê deng. 28.03.2012

Seydayê Xelatî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues