La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gurzek ji zargotina zarokan


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya Kelepora Kurdî Date & Lieu : 2006, Hewlêr
Préface : Pages : 126
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145 x 215 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gurzek ji zargotina zarokan

Gurzek ji zargotina zarokan

Mustafa Gazî

Enstîtûya Kelepora Kurdî


Mirovên ku di nav civatekê de dijîn, xwediyên berhemên wek edet, kilam, stran, çîrok, xeberoşk, mamik, gotinên pêşiyan, pêkenok, efsane, lîstik û reqasan in. îlmê zargotinê hem van berheman tetkîk dike û hem jî di navbera van berhem û jiyîna civatê de têkiliyê datîne.

Wek gelên din em Kurd jî xwediyê zargotinekê ne. Zargotina me Kurdan pir dewlemend e. Ev zargotina dewlemend ji bav û kalê me de ji me re mîrat maye. Divê em vê zargotina xwe ya netewî biparêzin û ji jenerasyonên nû re parastî bihêlin.



ÇEND GOTIN


Mirovên ku di nav civatekê de dijîn, xwediyên berhemên wek edet, kilam, stran, çîrok, xeberoşk, mamik, gotinên pêşiyan, pêkenok, efsane, lîstik û reqasan in. îlmê zargotinê hem van berheman tetkîk dike û hem jî di navbera van berhem û jiyîna civatê de têkiliyê datîne.

Wek gelên din em Kurd jî xwediyê zargotinekê ne. Zargotina me Kurdan pir dewlemend e. Ev zargotina dewlemend ji bav û kalê me de ji me re mîrat maye. Divê em vê zargotina xwe ya netewî biparêzin û ji jenerasyonên nû re parastî bihêlin.

Mustafa Gazî



MAMIK*

(*) Her weha li hin deveran jî jê re dibêjin tiştanok, tiştik, têderxistinok, qinik, kelemamik.

Apê sincik bazda quncik. (Mișk: Fare)
Ava hindik, bîra qolik, werîsê kinik. (Çira: Çıra)
Avê dikim selekê, dimîne weke berê. (Cemed: Buz)
Baznê xezalê, çû binê nalê. (Mar: Yılan)
Beden kesk, dikan reş, bajar sor. (Zebeş: Karpuz)
Behra hişîn, du mar tê de dikin xuşîn, yek hesp e, yek mehîn e. (Roj û heyv: Güneş ve ay)
Behra şîn e, av tê nîn e. (Kezan: Yosun)
Benik benik şeş benik, du kodik, yek darik. (Mêzîn: Terazi)
Bizina Berwariya, nav genimê Hekariya, genim bê bistî2, bizin bê estî. (Sipî: Bit)
Bizina mellê zivistanê mir, biharê şer jê kir, şerîatê jî helal kir. Çima? (Biharê şer jê kir: Bihar boğazladı)
Bî (bê) hestî ye, bi bistî ye, pist şikêrê nivistiye3. (Sipih: Bit)
Bîra cawîn, dewla4 herîn, werîsê darîn. (Kîsê titûnê, qelûn û boçika wê: Tütün kesesi, pipo ve piponun kuyruğu)
Bûk li pê, kezî li erdê. (Çirik: Çörten, su oluğu)
2 Bistî: Gewdeya nebatên wekî genim û ceh
3 Nivistin: Razan, raketin, nivîn, xewtin
4 Dewl: Gerdel, bêdrok, bi tirkî kova.

 


Kurtejiyana min

Li gor gotina diya min a rehmetî, ez sala 1958'an li gundê Şêxuliya Jêrin, ser bi Siwêregê ve, hatime dinê. Lê belê nasnameya ku di bêrîka min de, ne ya min e. Beriya min birayekî min hatiye dinê û piştî demekê miriye; nav û nasnameya wî birayê min ê rehmetî ji min re mîrat maye.

Hîn ez pitik bûm, di pêçekê de bûm, bavê min ji ber karê xwe malê ji gund bar dike tîne Diyarbekirê. Ez ji pitikiya (bebektiya) xwe û vir de li Diyarbekirê dijîm. Min dibistana seretayî, a navîn û lîse li Diyarbekirê xwend.

Ez ji eşîra Keja me. Eşîra me, xizmên me bi piranî li derdora Qerejdaxê, li Siwêregê (Sêrek) û hinek jî li Diyarbekirê û Serê Kaniyê (Ceylanpinar) bi cih û war bûne.

Gelek sal in ez di warê zargotin, ziman û muzîka Kurdî de dixebitim. Piraniya ciwanan min bi min ên muzîk û kilama "Xerîb im"ê nas dikin. Piştî 1990'î min diwazde salan mamostetiya zimanê Kurdî kir, dersên zimanê Kurdî dan gelê xwe.

Gelek xebatên min di kovar û rojnameyan de weşiyan. Bi navê "Diyarbakir Türkçesi (Tirkiya Diyarbekir û "Pirpinm" du pirtûkên min hene.

Mustafa Gazî

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues