La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferheng, kurdî - tirkî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Amedê Date & Lieu : 2006-01-01, Diyarbakır
Préface : Pages : 168
Traduction : ISBN : 975-98532-4-8
Langue : Kurde, TurcFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr. 7209Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferheng, kurdî - tirkî

Ferheng, kurdî - tirkî

Mustafa Gazî

Enstîtuya Kurdî ya Amedê


Ev berhema di destê we de encama keda salan e. Berhevkar serê xwe pê re êşandiye û xwestiye ku keda xwe tevlî karen ku li ser zimanê kurdî hatine kirin bike. Bêguman karekî bi rûmet e. Mirov dikare bibije karekî taybet û yekane ye.

Her çiqas wek Ferheng hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomar kirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giştî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirîye. Hin peyv ...



PEȘEK


Ev berhema di destê we de encama keda salan e. Berhevkar serê xwe pê re êşandiye û xwestiye ku keda xwe tevlî karen ku li ser zimanê kurdî hatine kirin bike. Bêguman karekî bi rûmet e. Mirov dikare bibije karekî taybet û yekane ye.

Her çiqas wek Ferheng hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomar kirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giştî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirîye. Hin peyv û bilêvkirina wan dişibin herimên din lê hinek jî xweser in.

Me çima pêdivî bi çapkirina berhemeke bi vî rengi dît? Heta niha li ser zimanê kurdî gelek xebatên cihê hatine kirin li bi baweriya me kêmasiyên berbiçav hene. Yek ji van kêmasiyan jî xebatên herêmî ne. Lewre her herêmeke me xwedî hinek taybetî û cihêrengiyan e. Ji bo ku em zimanê xwe baş binasin û ji hev veçirînin divê em her hoz û herêma xwe têr û sertêr vekolin. Li gor encamên ku derkevin holê jî pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin. Bi gotineke din di vê pêvajoyê de pêdivî bi xebatên hûr û kûr heye. Ji ber vê pêdiviyê jî em vê berhemê çap dikin û digihînin ber destê we kurdîhezan. Diferhengê de gelek mijarên nîqaşê hene. Amadekar bixwe jî hinek mijar destnîşan kirin e û di dawiya ferhengê de bicih kirine. Ev mijar û wekî dinijî divê baş bên vekolîn da ku em bigihîjin encamên baş.

Em ê karên xwe yên bi vî rengî bidomînin.

Enstituya Kurdî ya Antede



Du gotin:

Ev xebata min xebateke herêmî û taybetî ye. Min ev xebat tenê di nav hin mensûbên eşîra Keja de çêkir.
Li gor fikra min ev ferheng ji bo zimanzanan, akademîsyenan, Enstîtuyên Kurdî, hwd. divê nimûneyeke balkêş be.
Ku piçek be jî feydeya min bigihîje zimanê Kurdî ez ê gelekî şad û bextewar bim...

Mustafa Gazî



Li gor gotina diya min a rehmetî, ez sala 1958'an li gundê Şêxuliya Jêrin, ser bi Siwêregê ve, hatime dinê. Lê belê nasnameya ku di bêrîka min de, ne ya min e. Beriya min birayekî min hatiye dinê û piştî demekê miriye; nav û nasnameya wî birayê min ê rehmetî ji min re mîrat maye.

Hîn ez pitik bûm, di pêçekê de bûm, bavê min ji ber karê xwe malê ji gund bar dike tîne Diyarbekirê. Ez ji pitikiya (bebektiya) xwe û vir de li Diyarbekirê dijîm. Min dibistana seretayî, a navîn û lîse li Diyarbekirê xwend.

Ez ji eşîra Keja me. Eşîra me, xizmên me bi piranî li derdora Qerejdaxê, li Siwêregê (Sêrek) û hinek jî li Diyarbekirê û Serê Kaniyê (Ceylanpinar) bi cih û war bûne.

Șecera min ewha ye; Mustafa (ez), Birahîm, Bekir, Bișo, Ayib, Mehmo, Elî , Evdo, Îbrahîm, Kejo.

Gelek sal in ez di warê zargotin, ziman û muzîka Kurdî de dixebitim. Piraniya ciwanan min bi xebatên min ên muzîk û kilama "Xerîb im"ê nas dikin. Piştî 1991'ê min diwazde salan mamostetiya zimanê Kurdî kir, dersên zimanê Kurdî dan gelê xwe (1991-1992). Niha bi piranî di warê muzîka kurdî de dixebitim. Ez hem kilam û stranan çêdikim, hem ên gelêrî berhev dikim û hem jî dehêneriya albûman dikim.

Gelek xebatên min di kovar û rojnameyan de weşiyan. Bi navê "Diyarbakir Türkçesi (Tirkiya Diyarbekirê)" û "Pırpırım" du pirtûkên min hene.

Mustafa Gazî

 

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues