Pêşgotin Birayê delal Medenî FERHO, rojekî helbestên xwe hilda û hate cem min, hezdikir ku pêşgotina pirtûka wî ez bi nivîsim: Ez gelekî kêfxweş bûm. Car carna kalikî û pîrîtiya mirov jî xweş e. Gelek heval û rêheval qedrê rûsipiyên xwe digirin û wana datîne cîyê pîsporan. Lê belê ev jiyaneke xweş e. Êdî ez bawerim ku ez jî rûsipî me. Heval, min wisa dibînin. Min bi helbasta çavên xwe vekir, Hinek Tirkî bûn, hinek jî Kurdî. Helbest bîna gula ne, dengê jiyanê ye, dengê şoreşê ye, evina dilan e!... Di edebiyata hemû gelî de cîyekî helbestan cîyekî bilind e. Agir bi Kurdistanê ket Li wira dikê hawara dil Li bax û bostana ket Maye du bulbul jê rû dil Dûr û nêzîk meriv dikarê bêjê ku ew welatparêzê hêja, îro agirê bi Kurdistanê ketiye di wan rojên tarî de dîtibû.
Seydayê Cîgerxwîn dibêjê: Navdare welatê te hemî merkezê ceng e! Herkes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e Hawîr xwe temaşeke binêr gazî û deng e Hey hey qehreman milletê Kurd rabe dereng e!. Di van rojê tarî de, li Kurdistanê helbestvanê ku dengê welatparêziyê bi helbestan bilind kirine, wana welatparêzî û jiyana gel çi ye, hînî me kirine. gelek şaîrên Kurda îro ji bo me bû ne dîroka welatparêziyê û jiyanê. Hêvîyên gelê Kurda jî, ji şaîrên hemdemî jî hewqasî zêde hene. Ji seydayê mezin Ahmedê Xanî de heya vê gavê. Gelê Kurd hêviyên pir mezin ji şaîrên hemdemî dikê. Ber ku, helbesta me jiyana me ye. car cara Memê Alan e, Xacê û Siyabend e, Mem û Zîn e, Evdalê Zeynikê ye, Derwêşê Evdî ye, Felîtê Quto ye, Keliha Diyarbekir a xopan e, Gola Wanê ye, Çiyayê Sîpana xelatê ye, Deşta Rewanê ye, Desmaleke sorgevez e!... Car cara jî, Şêx Mehmûdê Berzencî ye!... Li Mehabatê bi rûwê xwe yên sipi Qazî Mihemed e, .Şêx Seîdê kal e, Elî Şêr e, li dêrsimê Seyît Riza ye!... Li ser sê pê azadî û xelasbûna Kurdistanê ye. Hêstirê çavên bûkan e!... Zindan e!... Dadgeh e!... Xwîna şehîdan e!... Kawa ye, Kemal Pîr e, Mazlum Doğan e!... Li çiyayê Kurdistanê şoreşger in!... Kûlîlk e!... Berf e!... Bager e!... Berfîn e!... Bahar e!... Gul û sosin e!... Zozan e!... Her tim jiyan e!... Berxwedan e!... Rabûna ser piyan e!... Şer e!... Têkoşîn e, rizgariya xelasbûnê ye!... Li çiyayên me mij û moran e!... Kendal e!... Mirin û mayina xortan e!... Morî û mircan e, di gerdena bûkan e!... Bazinekî zêr e, xemla bûkan e!... Belê helbest Kurdistan e!... Helbestên Kurda îro, Botan e, Amed e, serhildan e!... Li a1iyê Elegezê, Kupqiranê. li Bazîdê şerê mêrxasan e!... Keçê Kurda ne, gerilla ye!... Gerilla yên Kurda ne!... Çiya yên me ne!... Serhed e!... Serbilind e!... Eşqa dilê min e!... Dicle û ferat e!... Ya Ahmedê Xanî ye, Melayê Cizîrî ye!... Serxwebûn e!... Berxwedan e!... Sed Mem û Zin e!... Ronekbîrî zor û zehmet e. Ji bo Kurda, 1i ser reya wan mirin heye, zindan heye. Rewşenbîrên Kurda bi lingekî 1i mirinê, bi lingekî li mayinê ne. Welat li pîyan e, ceng e, şer e, agire jiyana me di nav wî agirê şoreşê de bi dengekî, bi şewtekî, bi rêçekî, bi çirîskekî, em tune bin nabê. Agirê azadî û serbestiyê bi çiya ketiye. Zewî, gelî û zozan tev di şuxulin. Şewqê daye dilê xort û qîzan. Ki dikare di roja îro de vî agirî ne bîne? Salên zor û zehmet ji par re man, em niha li ber çemî ronahî û serxwebûnê ne. Seydayê mezin Melayê Cizîrî na beje? "Em Dîcle û Ferat in lê feyza me weke Nîl e" Li ber gelek seyda û zanayên Kurda yên gorbehişt, ez dikarim bêjim, hûn bê xem razin, agirê azadî û serbestiyê ji Suphan, ji Tandurekê heya Mehabatê, heya Silêmaniyê, heya Urmiyê bigirin heya çiyayê Şengalê dişuxilin: Ya azadî ya miriin!...
Yaşar KAYA 20. 08 1994 Bruksel |