La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dergûșa nasnameyê


Auteurs : | | Multimedia |
Éditeur : Skolverket Date & Lieu : 2002-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 222
Traduction : ISBN : 91-89314-94-8
Langue : KurdeFormat : 195x240 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5482Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dergûșa nasnameyê

Dergûșa nasnameyê

Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî

Skolverket


Ev pirtûk ji bo sagirden sinifên 8-9 û liseyê ye û ji pênc babatên bingehin pek hatiye: Edebiyat, dîrok, sirgûnî, dîn û cografyaya Kurdîstanê. Ev babet li ser temayan hatine dabeșkirin. Me ev naverok li gor plan û programên dersa zirnanê zikmakî yên li Swêdê û pêwistiya sagirdên kurd destnîșan kir.

Armanca vê pirtûkê ya sereke xurtkirina nasnameya sagirdên kurd e. Li Swedê bi alikariya dewletê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersê di destpêka salên 80ê de dest pê kir. Pirtûka yekem, di sala 1984ê de bi nave "Em Bixwinin" derket. Piști vê pirtûkê dîsa bi alikariya dewletê bi dehan pirtûkên din hatin çapkirin. Lê ev cara yekem e,ku pênc beșên bingehîn di pirtûkekê de tên nivîsîn. Ev yek bê sedem ...



PÊȘGOTIN


Ev pirtûk ji bo sagirden sinifên 8-9 û liseyê ye û ji pênc babatên bingehin pek hatiye: Edebiyat, dîrok, sirgûnî, dîn û cografyaya Kurdîstanê. Ev babet li ser temayan hatine dabeșkirin. Me ev naverok li gor plan û programên dersa zirnanê zikmakî yên li
Swêdê û pêwistiya sagirdên kurd destnîșan kir.

Armanca vê pirtûkê ya sereke xurtkirina nasnameya sagirdên kurd e.

Li Swedê bi alikariya dewletê amadekirina pirtûkên kurdî yên dersê di destpêka salên 80ê de dest pê kir. Pirtûka yekem, di sala 1984ê de bi nave "Em Bixwinin" derket. Piști vê pirtûkê dîsa bi alikariya dewletê bi dehan pirtûkên din hatin çapkirin. Lê ev cara yekem e,ku pênc beșên bingehîn di pirtûkekê de tên nivîsîn. Ev yek bê sedem ku em van babetan bi awayeki pir bi giști binivîsin. Wek ku tê zanîn, ev babet her yek bi xwe dikare bibe mijara çend pirtûkan. Lewma me nikaribû em bi awayekî berfireh li ser mijarên ku peywendî bi van babetan ve hebûn, binivisin. Ku me bi wî awayî binivisanda dê rûpelên vê pirtûkê pir zedetir bibûna. Pirtûkeke bi cend sed rûpelî jî ji bo perwerdeyê ne bikêrhatî ye.

Ev pirtûk berhema xebateka kolektif e. Di bin serpereștiya Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swede (Skolverket) de, me çar mamosteyên kurdî ev pirtûk amade kir. Her yekî ji me beșa xwe amede kir, șûnde me piraniya nivisan bi hev re xwend û li ser wan munaqese kir. Di munaqeșeyên xwe de me metoda hevuduîqnakirinê bi kar ani. Wek her mirovî, em her yek xwediye aliyên pir pêșketî û yên hindik pêșketî ne. Di pevajoya amadekirina vê pirtûkê de me aliyen xwe yên pêșketî yên ku bi kêrî vê xebatê tên civandin ser hev û derxistin peș. Ev plrtuk berhema helwesteka weha ye. Me piraniya biryaren xwe bi yekdengî girtin. Lê biryarên ku me bi dengên piraniya grûbê dane ji hene.

Di warê zimên de, me tecrûbe û pêșketina nivîsîna kurdî ya bi tipên latînî ya van 60-70 salên dawî li ber çav girt. Qasi ku ji me hat me zimanekî sivik ê ku îro tê peyivîn bi kar ani.

Di warê pedaqoji û teknika perwerdeyê de me riya ku di pevajoya fêrbûnê de berpirsiyarî û rola sagirdan zedetir dike, da ber xwe; ku sagird bi xwe bifikire, xebata xwe plan bike, li gor plana xwe li zanyariyan bigere, wan bibine û jê fikrekê biafirine û peșkêșî heval, malbat û mamosteyên xwe bike. Wek tê zanîn, dibistan cihe hînbûna fikirînê ye, ne ku bi tenê yê jiberkirina fakta ye. Me pirs yan ji xebatên li ser babetan li gor vê rastiyê amade kirin.

Ziman bi riyên bikaranina pirali geș dibe. Diyalog yek ji van riyên girîng e. Sagird di pevajoya xebatê de, dema ku ve pirtûke bi kar tine, bi heval û malbata xwe û bi kurdên din re di diyalogê de ye. Di vê diyalogê de kurdî bi kar tîne. Û bi vî rengî Kurdîya șagird bi pêș dikeve, geș dibe.

Mamosteyên kurdî, bi șagirdên xwe re, li gor rewșa șagirdan ya piralî, dikarin hin babetan hilbijêrin û li ser wan bi giranî rawestin. Helbet șagirdên kurd dive li ser hemû baweriyên li Kurdîstanê xwedî zanyarî bin. Lê șagirdên kurd yên êzidî dikarin pirtir li ser êzidîtiyê, yên elewî li ser elewîtiyê û yên sunî jî li ser sunîtiyê rawestin û taybetmendiyên van baweriyan hîn bibin, bi malbatên xwe û kurdên din re hevpeyivinan bikin.

Me edebiyata kurdî kir se beș: 1. Edebiyata kevin, 2. Pirên di navbera kevin û nû de, 3. Edebiyata kurdî ya nû. Me ji bo her beșî, wek nimune, berhemên çend niviskar yan ji șairan hilbijartin.

Bê gûman edebiyata kurdî ji berhemên edebî yên hemû zaravayên kurdî pek tê, lê ne mumkin bû ku di ve pirtûkê de me cîh bida edebiyata kurdî ya bi hemû zaravayan. Di edebiyata kurmancî de ji me nikaribû ku em cih bidin hemû niviskar û șaîran. Ji xwe ev pirtûk di destê pêșî de ji bo șagirdên kurmanciaxêv e. Ku șagird, mamoste û malbat bixwazin dikarin li ser berhemên niviskarên ku me cih nedayê jî rawestin.

Di beșa zimên de agehdariyên giști yên li ser zimanê kurdî û rewșa wî ya îro hene. Herweha li ser peywendiyên ziman û nasnameyê û rojên pêș yên zimanê kurdî hatiye rawestandin.

Alaya kurdan, Ey Reqib û Newroz, wek nirxên neteweyî, di pirtûkê de cihekî girîng digirin.

Tevî ku gelek aliyên dîroka kurdan hîn ne zelal in û tevî ku "dîroknasên" dagirkeran dîroka kurdan veșartine yan ji guherandine; me li gor serkaniyên heyî hewl da ku dimeneke giștî ya dîroka kurdan raxin ber çavan. Armanca me ew bû ku em bikaribin bûyer û salên girîng ên dîroka kurdan a dîroka têkoșîna xweragirtine, bêyî detay a komentar, pêșkêș bikin.

Cografya Kurdîstanê ne li gor sînorên îro, lê wek cografya welatekî yekpare hatiye amade kirin.

Embawer dikin, ev cara yekem e, ku di pirtûkeke dersê de mirov cih dide hemû baweriyên li Kurdîstanê. Mirov çiqas li ser baweriyên cihe bibin xwedi zanyariyên berfireh û rast, dê ewqas li hember hev bi tolerans bin. Lewma, wek babatên din, ev babet jî dikare bi xebata mamoste û șagirdên dersa kurdî bê berfireh kirin.

Me di hin babetan de cih da nivisên ciwanên kurd. Nimûne: Serpêhatiyên ji Kurdîstanê, ziman û nasname.

Sirgûnî û koça kurdan ya ji Kurdîstanê jî babeteke din e, ku di ve pirtûkê de bi xalên giștî me cih daye.

Bêyî van babetan me cih daye hin babetên din jî, wek hevpeyivîn, name, muzika kurdî, kurdên Sovyeta kevin, salname, Keștiya Nûh, teknolojiya ragihandinê (IT), çîrok, nivîsîna karê taybetî.

Ev pirtûk bi naverok, metod û forma xwe pirtûkêke nû ye. Wê kemasiyên wê hebin. Rexne û pêșniyarên șagird, mamoste û dêûbavan wê ji bo pirtûkên din girîng bin.

Me ji babetên ku di vê pirtûkê de cih dayê, îskeletek ava kir. Yên ku xwîn û rih bidin vê iskeletê sagird û mamosteyên zimanê kurdî ne.

Ji bo finansekirin û amadekirina vê pirtûkê em spasiya rayedarên Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swedê -Skolverket- û bi taybetî musteșar Mai Beijerê dikin.

Stockholm, gulan-2002

Haydar Diljen
Azad J. Erdem
Remzî Kerîm
Mahmûd Lewendî



Bîranîna min a herî baș


Ez, diya min, xușka min a biçûk, xaltiya min û zarokên wê em li balafirgeha Stenbolê peya bûn. Dunya ji germa dikeliya. Em piștî rêwîtiya direj pir westiyayî bûn. Bi ser de jî germa Stenbolê em di xwêdanê de hiștibûn. Me tiștên xwe kirin erebê û ber bi mala merivên xwe bi rê ketin. Sev bû. Derdor bas nedixuya. Lê ji roniya elektirikan xuyabû ku Stenbol bajarekî mezin bu.

Min Stenbol gelek caran di fîlman de dîtibû. Lê îcar ez bi xwe çûbûm Stenbolê û min dixwest li herderên wê bigerim. Ez û zarokên xaltiya xwe em sibehê derdiketin evarê dihatin malê. Em li cihên Stenbolê geriyan. Stenbol bajareki pir xweș bû.

Pistî ku çar rojên me li Stenbolê qediyan me berê xwe da Kurdistanê. Belê Kurdistan, welatê min, bihușta vê dunyayê. Bi rêwîtiya xwe ya Kurdistanê ez hem pir kêfxweș bûm, hem jî bi taswas û fikar bûm. Zû de bû ku min merivên xwe nedîtibûn. Ez pir bi heyecan bûm.

Em li balafira ku wê em bibirana Diyarbekirê siwar bûn. Ez u kecxaltiya xwe Emîne em li tenîșta hev rûniștin û me ji ber heyecanê dest bi girî kir.
Li derdora saet dehan em Li balafirgeha Diyarbekirê daketin. Diyarbekir ji Stenbolê germtir bû. Min bi hiskî bi destê Emînê girt û nexwest ku berdim. Min li vî welatê ku di dil û mêjiyê min de bû û min hesreta wî dikisand, xwe bi tenê his dikir. Pêlên posmaniyê dile min dagir kir. Oy Xwedêyo, ma ew çi êș bû ku di serê min de peyda bûbû!

Em li otobusekê siwar bûn û çûn salona rêwiyan ya balafirqehê. Merivên me yên ku hatibûn pêșiya me li wir li hêviya me bûn. Ez pir bi heyecan bûm. Min di pencereya otobusê re li derve mêze kir, bêyî gîhayê hisk tistek nedixuya. Min xwe bi xwe got, "Xwedeyo, ma bê gihayê hisk li vi welatî tistek tune!"

Otobusê hedî hêdî em gihandin ber salona balafirgehê. Dema ku em gihan ba merivên me, min gelek șerm kir! Ez bi carekê de bûm keçeke șermok û kovî. 13 sal bûn ku min ew nedîtibûn. Dema ku me ew li cih hiștin û em derketin derveyî welêt ez zarokeke bicûk bûm. Niha ez bûbûm keceka mest û mezin. Çawa me yê hevdu nas bikira. Em pir nêzi wan bûn. Min hingê qedera cend saniyan awirên xwe li ser wan gerandin, min dapira xwe û gelekên din nas kirin. Min ji zû de ew nedîtibûn, lê disa ji rûyê wan wek sopa birineka sewatê di dil û serê min de cih girtibû. Me hevudu hembêz kir, xêrhatin da hev, pașê me tiștên xwe kirin ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues