La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mamosteyê sêyemîn Xanî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2004-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 634
Traduction : ISBN : 975-6282-21-S
Langue : KurdeFormat : 135x190 mm
Code FIKP : Liv. Kr. 4933Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mamosteyê sêyemîn Xanî

Mamosteyê sêyemîn Xanî

H. Mem

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


Dem, mekan û mirov, hêmanên bingehîn ên raboriya me ne. Digel ku ji van, dem û mirov hêmanên guhêrbar in, lê ya din di dîroka jiyana me de tim eynî ye. Gava ku mirov ji rastê winda dibe, bi ajara (eslê) xwe, bi hiştina kûrahiya rêça xwe tê bibîranîn; ev yek nemirîtiya mirov pêk tînin.

Ê ku dem û cih bi mehne dike mirov e. Ê ku demxeya xwe li her du hêmanan dide, dîsa ew e. Di çaxên berê de, gava ku mirov negihîştibû zengîniya îradeya xwe û ne jî fehmberî zeman û dinyaya me ya çerxa hêşîn bûbû, hê di jiyana xwe ya siruştî de mabû. Lewma şopeke ku îrade û hestên pêşiyên me bi me bide zanîn, nehiştine. Fosîlên ku ji wan mane jî, hemtayên fosîlên candarên din in.

Piştî ku mirov bi aqil û hestên xwe ve dest pê kiriye kemiliye, hîna...



PÊŞEK


Der heqê dehayê mezin Xaniyê fîlozof de yê ku cografyaya me ew gîhandiye û em pê şanaz in, heta niha belkî gelek berhem nehatine çapkirin. Lê ew gotar û berhemên ku hatine weşandin jî ne hindik in.

Dehayê mezin Fîlozof Xanî, xwedî çend nasnameyan e. Nasnameya wî ya hunermendî helbet di asteke pir bilind de ye. Jixwe şahesera wî ya Mem û Zîn vê rastiyê bêkêmahî radixe ber çavan. Heke Xanî bi tenê bi vê nasnameya xwe bê îfadekirin, ev neheqiyeke mezin e. Ji ber ku ev nêzîkahî Xanî teng dike.

Di van gotar û berhemên ku hatine weşandin de, bêhtir aliyên wî yên tesewufî û hunerî hatine şîrovekirin û derketine pêş. Mele û rewşenbîrên me yên ku di medreseyan de perwerdehî dîtine, bêhtir nasnameya Xanî ya tesewufî-dînî derxistine pêş. Ev rewş jî, bûye sedema rêlibergirtina nasnameya wî ya zanistî û fîlozofî.

Nivîskarê vê berhemê H. Mem, bi xebateke ji dil, birêkûpêk û dûvedirêj ku bi salan dom kiriye, perdeya reş a li ser Xanî rakiriye û nasnameya wî ya rast derxistiye holê. Nivîskarê me yê hêja, bi zimanekî nefsbiçûk dibêje ku: “Pêşî min bi firça zanistê ya di destê xwe de toza kevnesale ya li serê malişt. Çiqas min dimalişt, ew çend baştir didît ku tablo-wêne li ser bingeheke matematîkî hatiye çêkirin. Min kifş kir ku avahîsaz û endezyarekî pir çak ê ramanê ye. Min hêmanên sereke yên nasnameya tabloyê ku durr bi spî û mercan jî bi sor hatiye îfadekirin, ew kola û biriqand. Dema min bastûra hejmarîya hêmanên sereke, rolên wan ên sembolî bi cih kirin, ez ji endezyariya civakîya Xaniyê deha re heşmetkar mam.”

Nivîskarê vê berhemê H. Mem, şîfreyên Xanî bi hostahiyeke mezin dipişkive û di dinyaya ramanî ya kurdan de tiştekî nipnû pêk tîne.

H. Mem di vê xebata xwe de ne tenê nasnameya Xanî ya fîlozofî, lê her wiha karakterê unîversal ê ramanên wî yên der heqê dewlet û civakê de tespît dike. Baş tê zanîn ku ev raman ji bo wê demê ramanên nipnû ne.

H. Mem, bi rêbazeke zanistî ramanên Xanî deşîfre dike û bi awayekî mafdar der heqê wî de van tespîtan dike. Xanî tembîh dike û dibêje ku pêwîstî bi tenê bi yek navgînekê heye, ew jî zanist e. Xanî reçeteya perwerdehiyê nivîsand, da ku mirov çawa dikare xwe ji nezanînê rizgar bike û bigihîje ronahiyê. Xanî dibêje ku "teoriya perwerdehiyê azadbûn e." Li gorî baweriya Xanî ew civakên ku xwedî sazûmaneke siyasî ya azadîxwaz in û raseriya hiqûqê ji xwe re bingeh digrin, di nav wan civakan de huner, felsefe û wêje bi pêş ve diçin, randimana aboriyê zêde dibe. Dema ku ber (semere) bi dadmendî bê parvekirin, wekhevî pêk tê. Di merceke wiha de ferd ronîdar dibe, dibe evîndarê dêma bêhempa ya dadmendiyê û digihîje azadiyê, dev ji bawerhişkî û dîlîtiyê berdide, di vê rê de dibe daxwazkarê bedêldayînê. Dawiya tez û antîtezê sentez e. Encama şerê di navbera wan de jî aştî ye. Armanc aştî ye. Qenc û xerab di dawiyê de lihevhatî û di bihişta xwe de dê bi hev re bijîn. Di dawiya şerê ku di navbera Tacdînê xwedî Sitiya dadmend û Bekoyê xerab de pêk tê, dê bihişta Memê bi Zîn çêbibe. Di nêvenga pevçûna civakî de, dê nasnameya etnîkî ya Mîr Zeydînê ku ji nijada ereb tê, winda bibe. Dê nasnameya desthilatiya dadmend a Xusrew derkeve holê.

Xaniyê fîlozof, reçeteya rizgariya civakên kole, yan jî yên ku bi dadmendî nayêne birêvebirin, nivîsand. Ev projeya xwe ya ultra nûjen ku xwedî karakterekî unîversal e, di sedsala hefdemîn de û li cografyaya xwe û di nav civaka xwe de xwest ku pêk bîne. Lê mixabin ev proje li vê cografyayê ne di wê sedsalê de, ne jî di sedsalên dawîn de pêk nehat, ji ber ku nehat fêmkirin.

Heke ev proje li cografyaya me û li Rojhilata Navîn pêk hatibûya, niha em ji aliyê civakî, siyasî aborî, hunerî û hwd. de gelek bi pêş ve çûbûn û me ji mêj ve li cografyaya xwe û li Rojhilata Navîn aştî, dadmendî û azadî pêk anîbû.
Em spasdar û minetdarê mamosteyê hêja H. Mem in ku bi vê xebata xwe ya hêja perdeya reş ji ser Xaniyê deha rakir, nasnameya wî zelaltir kir û em jî ronî kirin.

20.09.2004
Şefik Beyaz
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê



Destpêk

Dem, mekan û mirov, hêmanên bingehîn ên raboriya me ne. Digel ku ji van, dem û mirov hêmanên guhêrbar in, lê ya din di dîroka jiyana me de tim eynî ye. Gava ku mirov ji rastê winda dibe, bi ajara (eslê) xwe, bi hiştina kûrahiya rêça xwe tê bibîranîn; ev yek nemirîtiya mirov pêk tînin.
Ê ku dem û cih bi mehne dike mirov e. Ê ku demxeya xwe li her du hêmanan dide, dîsa ew e. Di çaxên berê de, gava ku mirov negihîştibû zengîniya îradeya xwe û ne jî fehmberî zeman û dinyaya me ya çerxa hêşîn bûbû, hê di jiyana xwe ya siruştî de mabû. Lewma şopeke ku îrade û hestên pêşiyên me bi me bide zanîn, nehiştine. Fosîlên ku ji wan mane jî, hemtayên fosîlên candarên din in.
Piştî ku mirov bi aqil û hestên xwe ve dest pê kiriye kemiliye, hîna girîngî bi rola xwe ya ku di bîwarê (boûta) dem û mekan de pêk aniye, daye; pêşî li ser dîwarên şikeftan bi wêne û îşaretan û paşê jî bi xêzikan ev yek dane diyarkirin. Kîtabeyên dîrokî ku em ji wan re dibêjin raboriya me ne, wek mîrat ji me re hiştine. Bicihbûna pevreyî, bere bere jiyana civakê xurttir kiriye. Bi werarbûn û şoreşê jî, gihaye şaristaniya serdema me.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues