Éditeur : Nûdem | Date & Lieu : 1995, Stockholm |
Préface : | Pages : 105 |
Traduction : | ISBN : 91-88592-09-X |
Langue : Kurde | Format : 123x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 4557 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Gotinên navdaran Xorto wilo bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin... Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nû desrpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Celadet Alî Bedir-Xan |
Çend gotin Di destpêka sala 1980’de min ê li ser huner û edebiyatê ji bo kovara Berbangê nivîsek binivîsanda. Ez hingî ji bo nivîsa xwe li aforîsmayekê geriyabûm, min gelek pirtûk û kovar tev dabûn, lê min aforîsmayeke li gorî dilê xwe û li gorî nivîsa xwe nedîtibû. Piştî bi demekê, li pirtûkxanê pirtûkeke biçûk ya aforîsma li ber çavên min ketibû. Ez li quncikeke pirtûkxanê ya xalî û bêdeng li ser qoltixekê rûniştibûm û min çavek lê gerandibû. Digel ku çend salên min li Swêd çêbûbûn jî, têgihîştina wan aforîsmayan ji min re ne ewçend hêsan bûn. Lê bi alîkariya ferhengan min ji wê pirtûkê bi qasî deh-panzdeh aforîsma wergerandin kurdî. Piştî bi demekê min hinin din jî lê zêde kirin û min di bin navê "Peyvên nivîskarên naskirî" de di kovara Berbangê de dane weşandin. Piştî weşandinê bi kurtedemekê rojekê ji min re ji Swîsreyê nameyek hat. Name ji Nûredîn Zaza bû. Wî ew aforîsma xwendibûn û gelekî kêfa xwe jê re anîbû. Herweha di bîra min de anîbû ku wî jî di dema xwe de di kovara Hawarê de ji R. Kipling û hwd. werger kiribûn. Firat Cewerî |