The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mêjûwa Dewlet û Mîrneşînîyên Kurd di Pêla Musulmantîyê de


Author :
Editor : Rewşenbirî Date & Place : 1999-01-01, Hewlêr
Preface : Pages : 376
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 145x225 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 2419Theme : History

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Mêjûwa Dewlet û Mîrneşînîyên Kurd di Pêla Musulmantîyê de

Mêjûwa Dewlet û Mîrneşînîyên Kurd di Pêla Musulmantîyê de

Mohemed Emîn Zekî Beg

Rewşenbirî


Her mîna ku me li bergê yekemî vê mêjûwê de dayite biaxivtin, hinek ji Miletên here ma Zagrosê li gora şop û belgeyên tanî êsta dozandî de û herwehajî bi dîtin, Iêvenerandin û encamgirtina Zanistvanên Şûnwarî û mêjûwê ve ligel koka Kurd de pêwendiyeke bi xurt ve tête biderkevtin. Ev pêwendîya hanê, heger ku em bi çavekî ve bê alî û bi zanistî ve baş lê bidin bitemaşekirin, dê emê wê bidin bidîtin, ku ew pêwendîyên Miletê Akad û Emorî ligel koka Ereb de û yên Miletê Hûn-Qorı ligel Turk de ewende cudabûn nedihate biderkevtin.

Ca ême jî heger weku van herdu Miletan li nivîsandina mêjûwa xweyî kevnar de li ser şûna van herdû Miletan de herin, ez bawernakim, ku hîç Têgihiştvanek û Xwedanbextek li me dê bergîrîyekê bide ...



PEDEÇUNA LI SER DEWLET U MILETEN KEVNAR DE,
YEN KU PEWENDIYA WAN LIGEL KOKA KURD DE TETE BIDITIN


Her mîna ku me li bergê yekemî vê mêjûwê de dayite biaxivtin, hinek ji Miletên here ma Zagrosê li gora şop û belgeyên tanî êsta dozandî de û herwehajî bi dîtin, Iêvenerandin û encamgirtina Zanistvanên Şûnwarî û mêjûwê ve ligel koka Kurd de pêwendiyeke bi xurt ve tête biderkevtin. Ev pêwendîya hanê, heger ku em bi çavekî ve bê alî û bi zanistî ve baş lê bidin bitemaşekirin, dê emê wê bidin bidîtin, ku ew pêwendîyên Miletê Akad û Emorî ligel koka Ereb de û yên Miletê Hûn-Qorı ligel Turk de ewende cudabûn nedihate biderkevtin.

Ca ême jî heger weku van herdu Miletan li nivîsandina mêjûwa xweyî kevnar de li ser şûna van herdû Miletan de herin, ez bawernakim, ku hîç Têgihiştvanek û Xwedanbextek li me dê bergîrîyekê bide bigirtin. Bi xwe jî ve nêta me li vê jî de bi tenya ve me divê, ku em reman û dîtina hinek ji Zanistvanên şûnwarî û rnêjûwê ji bona ser kaxezê bidin bixistin. Ligel vê jî de divê bête bizanîn, ku ev kanîyên mêjûwa kevnin, herwehajî mîna ku ew hêjî ji bona hin Miletê tir jî hêsta jî bi carekê ve nehatine birûnkirin. Ji bona me jî dîsan ew kanîyên mêjûwa Miletên Kurd tanî radeyekî tarî têtin bidîtin. Ji bona rûnkirina wê mêjûwê pêwist bi xebateke zor û demeke dirêj ve tête bikirin.

Lêbelê ev zîneta hanê weku çawan Miletên tir li lêgerandina mêjûwa xweyî kevnar de rê li ber wan de nedaye bigirtin, ku ew li ser mêjûwa Miletên Kevnar û pêwendiyên wan de ligel koka Miletên xwe de bêtin biliberkevtin. Wehajî ev jî divê yarmetiya me jî bide bikirin, da ku em jî li ser wê şopa wan de û weku wan herin, tanî servajî wê neyête biderkevtin. Ême jî mêjûwa wan Miletên kevnar, yên ku şop û ...




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals