La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xoybûn


Auteur :
Éditeur : Kovara Zanîn Date & Lieu : 1993, Șam
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Ehm. Xoy. Kl. 241Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xoybûn

Xoybûn

Mihemedê Mele Ehmed

Kovara zanîn

Kurdistan - welatê Kurdan - ya ku di roj heiata - navî de cihekî cuxrafi, siyasî giring heye. Bi çiya, deşt û newalên xwe ve hemû bi samanên xweristî gelek dewlemende wek: Nift, hasinê xav, kûmira kevirî, fosfat, risas, zêr, zîv, zemîx û komir... t.d.

Bilî vê jî sedema ku Kurdistan li ser rêya baziraganî a kevin, li navbera rojhelat û rojava diket, dibû cihê gelek pirojeyên dagîrkerî. Ev cihê giring, ev samanên xweristî ên zehr, histin ku Kurdistan di nav xîşkebazên koledarî de giringîyeke mezin bigre. Û ew dewletên ku tihnîyê serdestî, dagîrkerî û sûdmendîya xwe bûn; av bi devê wan diket.

Ji vî cihê (ciyo - siyasî) giring ta ji me bêt emê komelê Kurdistanî ji gelek layan ve vekolin.

Şerê (çildêran) yê ku li 23 yê-tebaxê li sala 1541 an, li navbera şah simayilê sefewî û siltan Selîmê yekê ê Osmanî ku çêbû, di diroka Kurdi de gelekî giringe. Çûnke di pey vê bûyera dîrokî de guherîneke ...



PÊŞGOTIN

Dîroka Kurdan a nû, xebata wan a bêvebir, dîroka serhildan û şoreşên waye. Ev nêzîkî du sedeyan heye ku tevgera azadî xwazî bê rawestan dibizive. Raste li destpê kê bîreke neteweyî rastûrê nebû û ji xwe radibûn û serê xwe ji darê dijmin re ne didanîn. lê di pey re tevgera wan bi pêş ve çû, serhildanên gelêrî rabûn û ev serhildanên ha ferehbûn û li çarkenarên Kurdistan û li ser kopên bilindên çiyayên wê agirê şoreşan pêxistin. Belê yek li pey yekê diherivîn û di bin pêyên sitemkaran de dipelixîn. Ji ber ku mercên alîkarî ji serketina wan şoreşan re peydanebûbû.

Û dîroka gelê me herwekî me got ku dîroka tevgera me ye. Û min ji ev karê ha kir da dîroka yek ji van tevgeran ku parçek ji tevgera azadîxwazîya kurdîye, ronîbikim û min xwest dîroka gelê me a xebatgêrî di tevgera (Civata Xoybûnê) de bidim xuyanikirin, ewa ku di maweya (çaryeka didoyan ji vi sedî) bi tevgereka siyasî û şoreşgêrî rabû û kartêkirineke baş li ser tevgera me a giştî hebû.

Û ji bo nivîsandina dîroka tevgerekê, pêdivê ku nivîsname û belgenameyên bi wî babetî ve girêdayîne hebin. Û min di vî karê xwe de, li ser (Civata Xoybûnê) bi hoya nebûna nivîsname û belgenameyan, renckêşî dît.
Li dawîyê û piştî ku min hinekî xwe westand û bi alîkarîya heval û dostan, ez bi ser hinek nivîsname ve bûn û min palda ser wan, da ez şopedîroka vê civatê rûnî bikin.

Di sala 1970 de min xwest ku bi vî karî rabim û dîroka -Civata Xoybûnê- binivîsim û min peywendî bi hinek ji pêşewayên (Xoybûnê) re kir ku wê ‘çaxê saxbûn, ji bo pêkanîna vî pirojeyî, min alîkarî ji wan xwest. Mixabin ku kes alîkarî bi min re nekir. Û ev nivîsnameyên ku niha peyda dibin, li wê çaxê nebûn. Ji ber vê yekê destê min lê sistbû û ez rûniştim. Nemaze, bilî wan kesên ku havpişkî di serkêşîya - Civata Xoybûnê - de kiribûn, tutişt nebû weku serçavîyek pişt pêgirêdim.

Ev babetê ha bi vî rengî di bîra min de ma, ta ku li dawî min karî çend nivîsnameyek peydabikim û di rêya wan de min karî ez vî babetî - Dîroka civata xoybûnê - binivîsim. Û ji van nivîsnameyan:
1 - Bîranînên Qedrî begê Cemîlê paşê binavê (Di rêya Kurdistan de, Zinar Silopî). Ji weşanên civata Kawa a roşenbîrîya kurdî, çapnama Darilkatib, sala 1987.
2 - Bîranînên mela Ehmedê Şûzî, bi zimanê kurdî (nehatîye çapkirin).
3 - Hin ji danraweyên ku li ser kêşa kurdî derketine û li ser Civata Xoybûnê di nav de heye.
4 - Çavpêketin bi hin ji wan kesan re, ewên ku di nav bûyerên xoybûnê de bûn.
5 - Di vê maweya dawî de pertoka (Serhildana Agrî) bîranînên Îhsan Nûrî paşa, derket.

Wergerandina Selah Berwarî.
Em dikarin bêjin ku - Civata Xoybûnê - a dawî bû ji civat û partîyên Kurdî ên siyasî ku di rêxistina xwe de li ser rêbazeke teqlîdî a kevin diçû. Yanî civata ku paldabû hin ji wan kesên xuyayî û her yekî cihê xwe di nav komel de hebû, wek: Serokên eşîra, Zilamên ayînî û roşenbîrên Kurd û ewên ku ji malmezinan bûn (ji malbatên xuyakirî).
Xoybûnê binkeyeke civakî wekû niha li rex me hatîye naskirin, nebû. Binkeya vê civatê ji serokên eşîra û malmezinan pêkhatibû. Eger pêşekêşên wê dostanî bidana serokê eşîretekê peyayên eşîrê bi çekên xwe ve hêzek pêktanîn û lagirîya civatê dikirin. Û ew eşîret û ser hêza civatê dihate hejimartin. Belê evaha ji li gora ber-jewendîya serokê eşîrê û guherînên bi ser pirgala wî de rûdidan. Û mînek li ser vê yekê pirin.

Û mîneka li vekolîna me nêzîk, xwe karkirina serkirdayetîya civata xoybûnê, gava xwestin ji xwarê Kurdistana Tirkîyê, ango sînorê (Tirkîyê - Sûrîyê) agirê serhildanekê pêxin. Divîbû serokên her herêmekî rê li pêşyê xwe vewejêrê, di nav serokên eşîran de dostan peydakin û pêkhatîbin, piştgirîya şervanên Kurd bikin, ewên ku ji Sûrîyê dê rabin. Lê mixabin gava zengilê şer lêda serokên eşêra, xwe kerkirin. Ekremê Cemîlê paşê, (ji bo mînek) rabû û pêre Qedrîyê Cemîlê paşê ber bi Tirkîyê çûn, da êrîşbikin ser bajarê Mêrdînê û herêmê wê. Serokên eşîran ewên ku berê bi bev re sozdabûn, kes nehate cevanê xwe.. Tenha mirovek hat da ji wan re bêje ku kes alîkarîya wan nake û hemî ji gotina xwe vegeran. Û eva ha ji hişt ku ew şixîla wan ji xwe re danîbûn neçû serî. Û berê şer yê ku ji serhildanê re bijartibûn şikest û jibinî herifî. Paşê ew kesên ku bi serkêşîya şer rabûbûn kuçê xwe di ber xwe de berdan û bi şûn de li melbenda xwe a pêşî vegerhan.

Ji ber ku Serok û mezinên eşîra û ew kesên bi kar rabûbûn di Kurdistana Tirkîyê de, hilanîn û danîn, dîtin ku hisabê mal û bazarê (Sûkê) li hev dernakeve.. bê çi ji civata xoybûnê re gotibûn û çi soz dabûn jê vegeran û bê ku bîr li wê bikin ku şoreşek heye û çarenûsa hezaran xelk, pêve girêdayîye, weku li ser agirin, çavenêrî encamên tevgera xwe dikin, hêvîya wan heye ku barê welatê xwe pê biguherînin.
Mixabin ew şivîla kevnare ya ku civata xoybûnê di pêkanina hêzên xwe de, ji çek û peya bikarani, hokarekî serekî bû, hişt ku şoreş semekevê û agirê wê vemire.
Piştire, ji bo lêgerîna li - civata xoybûnê - vekolînek li ser peywendîyên - civatê - bi partîya Taşnaka Ermenî re pêdivê, ku çi roleke bikêr û giring di xebata - xoybûnê - de hebû.

0 tişta ji mere hatîye xuyakirin: ev peywendîya ha gelek xurtbû’ li radeyekê em dikarin bêjin ku hemû ew biryarên çarenûsî yên - xoybûnê - wek: damezrandna wê û pêxistina agirê şoreşê, destekî Ermenîyan ê bilind tê de hebû.
Ez lêgereham, min xwest ku vê peywendîya ku li navbera rêkxirawên Kurd û Ermenîyan ku şûnkarekî çarenûsîbû ji herdû gelan re; li ser astê sijasî û di maweya sed salî de, baş bêxim rû.
Herweha ew rola herivênî ku dardestên Osmanîyan û dewletên Evropî pê radibûn nepakî û jehra dijminahî di coka biratî de dirijandin da werîsê wê dostanî û cîran-tiya dirokî a dirêj bibirin.
Û li dawîyê ez supasîya hemû dost û hevalên xwe dikim ewên ku arîkarîya min kirin di vî karê piçûk de ji dîroka gelê me a xebutgêrî.

Mihemedê mela Ehmed


Birê Yekê
Komelê Kurdistan li Dema Osmaniyan


Kurdistan - welatê Kurdan - ya ku di roj heiata - navî de cihekî cuxrafi, siyasî giring heye. Bi çiya, deşt û newalên xwe ve hemû bi samanên xweristî gelek dewlemende wek: Nift, hasinê xav, kûmira kevirî, fosfat, risas, zêr, zîv, zemîx û komir... t. d.

Bilî vê jî sedema ku Kurdistan li ser rêya baziraganî a kevin, li navbera rojhelat û rojava diket, dibû cihê gelek pirojeyên dagîrkerî. Ev cihê giring, ev samanên xweristî ên zehr, histin ku Kurdistan di nav xîşkebazên koledarî de giringîyeke mezin bigre. Û ew dewletên ku tihnîyê serdestî, dagîrkerî û sûdmendîya xwe bûn; av bi devê wan diket.
Ji vî cihê (ciyo - siyasî) giring ta ji me bêt emê komelê Kurdistanî ji gelek layan ve vekolin.

Şerê (çildêran) yê ku li 23 yê-tebaxê li sala 1541 an, li navbera şah simayilê sefewî û siltan Selîmê yekê ê Osmanî ku çêbû, di diroka Kurdi de gelekî giringe. Çûnke di pey vê bûyera dîrokî de guherîneke mezin bi ser komelê Kurdistanî de hat.

Di pey vî şerî de Kurdistan li ser du parçeyan leva kirin:
1 - Parçeyek sefewîyan destê xwe danî ser û kete bin darê dewleta Farisan.
2 - Parçê diduyan Osmanîyan destê xwe danîne ser û kete bin darê dewleta wan.

......




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues