Éditeur : Xanî & Bateyî | Date & Lieu : 1995, København |
Préface : | Pages : 85 |
Traduction : | ISBN : 87-983307-5-6 |
Langue : Kurde | Format : 125x185 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 3626 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Pelatînk Andersen, kurê malbateke xîzan bû. Babê wî pêlavçêker bû. Di yazdeh salîya xwe da êtîm ma. Di karên cure cure da xebitî. Pirtûka xwe ya yekemîn di sih salîya xwe da nivîsî û li Kopenhagê weşand. Nivîskarê navdar H.C. Andersen, helbest û roman jî nivîsîne. Lê belê, wî giranî daye çîrokên zaroka. Ji ber vê yekê jî ew di timamî dinyayê da wekî babê çîrokê tête nas kirin. Çîrokên wî bi gelek zimana hatine weşandin. Andersen, di çîrokên xwe da; ji nava dilê zaroka dinêre bûyera û dinyayê. Ew di çîrokên xwe da hem diramîne, hem jî dikenîne. Mirov dikare bêje; navika çîrokên wî evîn e." Danmark, heke îro bi gelek tiştên xwe navdar û nasyar be li dinyayê, di serî da H.C. Andersen têtin. Andersen li nav civata Danmarkê herwekî efsaneyekê ye. Ji cahde û kolanan bigrin hetta pastexaneya jî navê wî lê hatîye danîn. Ji xwe bajêrê ku lê hatîye dinyayê, Odense ku sêyemîn bajêrê Danmarkê ye, bêyî navê Andersen nayê gotin. Tebax 1995 / Rojan Hazım |
Pêşgotin Hans Christian Andersen H. C. Andersen li Danmarkê wekî "Ho-sê Andersen" tête binavkirin. "Ho-sê Andersen" adeta bûye naznavê wî. Ji ber ku, di danmarkî da, tîpa "H" wekî "Ho", ya C" jî wekî "Sê" tête xwandin. Vêca heke ji vi nivîskarê navdar tête behs kirin, herwisa kurt "Ho-sê Andersen" dibêjin. Belêm, em dê navê wî di nav vê nivîsarê da her rast wekî H. C. Andersen" anjî "Andersen" binivîsin... |