La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Barzanî û Tevgera Azadîxwazîya Kurd


Auteur :
Éditeur : Perwerde Date & Lieu : , Hewlêr
Préface : Pages : 592
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x230 mm
Code FIKP : Liv. Kl. Bar. Bar.2429Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Barzanî û Tevgera Azadîxwazîya Kurd


Barzanî û Tevgera Azadîxwazîya Kurd

Mesud Barzanî

Perwerde

Ez nadim bigûmankirin, ku miletekî nala miletê Kurd wisa hêjî talîya sitembarîyê û zordarîyê dayite bixwarin û tevlivêjî de hêjî Kurdan ji xwe re serpêhatî û amojgarî ji fêrbûnên mêjê de nedane biwergirtin. Pirsa Kurd di nava pêlên mêjûwê de di nava hêzên pevçûnî de li ser devera rojhilata navînî de hatîye bidîlkirin. Van hêzên hanê û nemaze jê Impiryalîyê berjewewendîyên xwe di ser dadwerîya pirsa Kurd re didan bigirtin. Wan pir bazirganî û ji hev re dakevtin li ser kîsê hêvî û derdên miletê Kurd û goriyên wîyî giran de didatin bikirin.

Piştî bi dawî hatina cenga cîhanîyî yekem ve û herifandina imperatorîya Osmanî de miletên deverê ji bona daxwaza azadîyê û serxwebûnê hatin birabûn. Bi serûştî ve dihate biderkevtin, ku miletê Kurd jî nala hemû miletên dinî deverê ji bona mafeyên xwe bi bê kêmanî ve bidin bidaxwazîkirin.

Peymana Sêver' der sala 1920 de nala navtêdanekê ji bona hêvîyên Kurdan hate biderkevtin û di benda wêyî 64 de ev hatîye ...



PESGOTIN


Remana nivîsanda vê xwendekarîya hanê ji pêhestkirin û liberkevtina min bi giringbûna xwendekarîya mêjûwa xebata Kurd ve û avêtina ronahîyê li ser rola welatperwerîya Barzanîyan de hatîye biderkevtin, yên ku wan beşdarî di pir çêkirin û durustkirinên pêçên di xebat Kurd de dane bikirin.

Di vê gava ku ez vê xwendekarîya hanê di nava destên Xwendevanên Xweşevist û Guhpêdanvanên bi pirsa miletê kurd ve didim bidanîn, ez pê têtim birûniştin, ku ez ne nivîskarekim, nejî Lêgervanekî Kamasim û nejî Mêjûvanekim, lêbelê min dayite bixwestin, ku ez rûdanan bi rast û durustî ve û bi dadwerî ve bidim bitomarkirin; herwehajî min bi her awayekî ve dayite bikarkirin, ku ez xwc ji her dilbijandinekê û mêldarîyekê di vî karê hanê de bidim bidûrkirin.

Divê li ser min de ku ez li vêderê de bidim bidubarekirin, ku Barzanîyê nemir tevî dagirtbûna jîna wîyî tije bi lehengbûn û gorîyên giran ve ji bona pêşkevtin û rizgarîkirina miletê Kurd nexwestîye, ku ew bîrwerîyên xwe û mdanên jîna xwe bide bitomarkirin û bibelavkirin, tevî jî ku jîna wîna û wênekirina wêna perçeyekî giring û giran ji mêjûwa siyasîyî miletê Kurd dide biderxistin.

Di vê lêkolandina me de hin ji ronahîyan em dixwazin ji bona ser serhildana Barzanî pêşî bi dirêjî ve bidin biavêtin. Herwehajî em dixwazin, ku em wan rastî û agehdarîyan bidin biveguheztin, yên ku me ew ji wan Beşdarvanên wan lûdanan dane bibihîstin.

Jiber ku ev serhildana hanê jî ji dirêjbûna xebata miletê Kurd dihate biderkevtin û rûpelên wê bi windayî ve û dirêjbûnên wê bi veşartî ve ji bona pir ji Zarowên Kurd û pir Kesan di cîhanê de dihatin biderkevtin, tiştên ku li ser wê de hatibûn binivîsandin, ew ji bal Evserên Iraqî hatibûn binivîsandin, yên ku ew têde di pêrabûnên sipahî de hatibûn bibeşdarîkirin, yanjî ew ji bal Karmendên Ingilîz ve hatibûn binivîsandin, yên ku wan li iraqê de didan bikarkirin. Ji bona rastîyê em
dixwazin bidin bigotin, ku tiştên li ser vê serhildana hanê de hatibûn binivîsandin. evv ne bi dadwerî ve û nejî bi rastî ve hatibûn binivîsandin.

Bi şaşî ve tête biderkevtin, ku em pêşbînîyê ji Karmendên Ingilizî û herwehajî ji wan Evseran bidin bikirin, yên ku wan li jêr rêberîya Evserên Ingilizî de didan bikarkirin û evv dihatin biperwerdekirin, ku ew rastîyê bidin binivîsandin. Hemûyan li ser vvê de ji alîyê dîtina mîrî de û berjewendîya vvê de dane binivîsandin, evv nivîsandinên lianê ne li gora zînetên rûdanan û dadvverîya serhildana milî de dihatin biderkevtin.

Ji cihê minî di nava tevegera milîyî azadîxvvazî Kurdîyî serdemê de ez bi divayî ve û bi erkekî pcrest ve li ser xvve de didim bidîtin, ku ez alîyên veşartî û nediyar ji vê serhildanê bidim bieşkerekirin, ya ku wê di pişt re ji bona serhildan û şureşên Barzanî liatî rê date biamadekirin.

Li gora bîr û bawerîya min de hîç Xebatvanek nikare bi başî ve di têkoşîna miletê xvve de bête bibeşdarîkirin, heger ku ew bi vvirdî ve mêjûwa wî nedc bixvvendekarîkirin; jiber ku niha her miletekî bi zayîne mêja wî ve tête biderkevtin û ayinda her miletekî bi zayîna niha wî ve tête biderkevtin.

Mesûd Barzanî



Derîyê Yekem
Tevgera Milîyî kurd di nava û piştî Cenga Cîhanî Yekem de1


Ez nadim bigûmankirin, ku miletekî nala miletê Kurd wisa hêjî talîya sitembarîyê û zordarîyê dayite bixwarin û tevlivêjî de hêjî Kurdan ji xwe re serpêhatî û amojgarî ji fêrbûnên mêjê de nedane biwergirtin. Pirsa Kurd di nava pêlên mêjûwê de di nava hêzên pevçûnî de li ser devera rojhilata navînî de hatîye bidîlkirin. Van hêzên hanê û nemaze jê Impiryalîyê berjewewendîyên xwe di ser dadwerîya pirsa Kurd re didan bigirtin. Wan pir bazirganî û ji hev re dakevtin li ser kîsê hêvî û derdên miletê Kurd û goriyên wîyî giran de didatin bikirin.

Piştî bi dawî hatina cenga cîhanîyî yekem ve û herifandina imperatorîya Osmanî de miletên deverê ji bona daxwaza azadîyê û serxwebûnê hatin birabûn. Bi serûştî ve dihate biderkevtin, ku miletê Kurd jî nala hemû miletên dinî deverê ji bona mafeyên xwe bi bê kêmanî ve bidin bidaxwazîkirin.

Peymana Sêver' der sala 1920 de nala navtêdanekê ji bona hêvîyên Kurdan hate biderkevtin û di benda wêyî 64 de ev hatîye ...

1 Peymana Sêver Turkî ligel Dewletên Hevalbendnn di 10 gelavvêja sala 1920 dc date bimorkirin, ya ku wê ji bona Kurd evên tên date bineqişkirin:

Benda 62: Encumek tête bipêkhatin, ya ku bargeliê wî li Qestentînîyê de tête bidîtin. Ew ji sê Endaman tête bipêkhatin, ji yên ku her yek ji wan ji bal serdarîya Ingilizî, Firensî û Italî de têtin binîşankirin. Divê li scr vê encuma hanê de di navbera şeş mehan de ji morkirina vê peymanê pirojeyê xwe ji bona Ewtonomîya wan deveran bide bidanîn, ji yên ku di nava wan de piranîyeke Kurd tête bineşînîkirin û ji yên ku ew li rojhilatî Furatê, jêrî sînorên Iranê û Ermînya, herwehajî dê ew di paş de bide bibiryarîkirin, jorî sînorên Turkî ligel Surya û Welatê di nava herdu çeman de têtin bikevtin...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues