Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Brukselê | Date & Lieu : 1994, Bruxelles |
Préface : | Pages : 406 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 135x210 mm |
Code FIKP : Liv. Kur. Has. Kur. 2886 | Thème : Histoire |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Kurdên Tirkiyê di Dema Herî Nuh da |
Beș I Pirsa Kurdan di Dema Tevgera Kemalıyan da (1918-1924) 1. Oktobra mezin (1 pirsa Kurdan di destpêka tevgera Kemaliyan da Şoreşa Oktobrê ya sosyalîst a mezin di nava dîroka pêşdaçûyîna mirovayiyê da dewraneke nuh vekir, dewrana şoreşên prolêtaryê û azadiya neteweyan, dewrana azakirina gelên welatên kolonîkirî û bindest ji nîrê empêryalîzmê. Wê derbeke zor gihande bingehên empêryalîzmê li koloniyan, gelên Rohilatê yên şûndaketî rakirin şerkariya dijî sermayedaran, bona azadiya xwe. "Pey hişyarbûna Rohilatê - gotiye V. Î. Lênîn - di nava şoreşa nuh da demeke usa dest pê dibe ku hemû gelên Rohilatê tevî safîkirina bext û nivîsa hemî cihanê dibin, bona nîşan bidin ku ewana ne tenê bona wê yekê ne ku kîsê wana dewlemend be. Gelên Rohilatê bi wê baweriyê hişyar dibin ku usa kar bikin, wekî her milletek keda xwe bike nava safîkirina pirsa di derheqa bext-nivîsa hemî mirovayiyê da" (5. a. 328). Dewleta Sovyêtî ku bi saya Oktobra Mezin bûye ji rojên jiyana xwe yên pêşîn da polîtîka teribandina planên dewletên empêryalîst di zevtkirina di hindava gelên Rohilatê da daye derbas kirin. Prensîpên dewleta Sovyêtistanê û hîm di hindava gelên Rohilatê da ji aliyê Lênîn hatine hazir kirin û ji aliyê hukûmeta Sovyêtî di nava jiyanê da têne pêk anîn. Ji bo nimûnê, Biryarnama di derheqa aşîtiyê da, ku li kongrêya Sovyêtê di 2 adar-8 november 1917 da hatiye qebûl kirin, û Gaziya "Ber bi hemû xebatkarên Rûsyayê û Rohilata musulman" ya 3.12.1917 hene... |