Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 1996, İstanbul |
Préface : | Pages : 60 |
Traduction : | ISBN : 975-7112-15-1 |
Langue : Kurde | Format : 95x198 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 4018 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Mehabad : ber bi olimpiyada Xwedê de Di vê şiîra Selîm Berekat de gelek sembol hene û mirov nikare tercîheke tenê deyne, ji ber ku ev şiîr, şiîreke vekirî tê jimartin, lê dîsa jî em dixwazin hinekî li ser rawestin da ku rê li ber xwendevan vebe û derbasî cîhana vê şiîra girîng bibe. Di şiîrê de gelek temaşevan li ser derenceyan rûniştine û li liskvanê bêçare dinêrin, temaşevan bi xwe jî bêçare ne, tu tişt ji destê wan nayê, tenê di dawiyê de çepikine lal li şûn xwe dihêlin. Komar hilweşiya bêyî ku dilopek xwîn birije û tu kesî dengê xwe li ber bidardekirina Serokê Komarê Qadî Mihemed bilind nekir... Cîhaneke lal û razayî... wê ji bo kuştina mêrekî kurd çi bibêje û eger "hakem" çilmisî be wê çi serkeftin ji lîskvan re hebe? Jan Dost |
PÊŞGOTIN Eger behsa navên herî girîng di edebiyata erebî ya îro de bibe, bêguman navê Selîm Berekat di serî de tê. Em vê yekê dibêjin ne ji ber ku nêrîna me, nerînek şovenîst e, ango ne ji ber ku em kurd in û Selîm Berekat jî kurd e. Lê ev rastiyeke ku rexnevanên ereb bi xwe jî dibêjin; bi taybetî rexnevanên ku li rojavayê welatê ereban dijîn. Ev bûye bêtirî 23 sala ye ku qelema Selîm Berekat ranewestiyaye, ew ji diwana xwe ya yekem de, bi zimanekî taybet dinivîse ku hîç naşibe zimanê tu nivîskarî. Zimanekî xurt, hevgirtî û şêrîn ew bi hostebûn peyvên ferhenga erebî bikartîne, ew peyvên ku toza hezar salan li wan girtiye, di nivîsên Selîm Berekat de dibin peyvne herî xweş û şêrîn. Selim Berekat û pirsa kurdayetiyê Ji dîwana xwe ya yekem de (Her yekî derbas be, wê ji bo min biqîre û her yekî derkeve jî) Serim Berekat kurdîtiya xwe aniye ziman û ji wê demê de, ew li ser vê yekê dixebite. Wî zimanê erebî weke pirekê ji bo danasîna kurdayetiyê, bi kar aniye, ew bi xwe di hevpeyvînekê de wiha dibêje: "Zimanê erebî zengînkirineke mezin e ji nasnameya min ya kurdî re." Wî di roman û dîwanên xwe de serhildanên kurdan anîne ziman. Serhildana Mele Selîmê Bedlîsî (1914), Simko Axa, Şêx Seîd, Komara Kurdistan (Mehabad), Şoreşa Barzanî, Şerê Kurdên Sûriye û Frensizan ev hemî mijarên nivîsên wî ne. Ev yek dihêle em kurd bêtir nêzîkî berhemên vi nivîskarê mezin bibin û wî bi her kesî û her milleti bidin naskirin, ji ber ku ne tenê usluba nivîsîna wî balkêş e, lê kurdayetiya ku di nava berhemên wî de, rewşenbîran bi gelê kurd dide naskirin, heta nivîskarê ereb Selaheddîn El–Muneccid gotibû: "Min di riya romanên Selîm Berekat de, pirsa kurdî naskir. Îcar em dibên wezîfeya nivîskarên kurd yên ku bi zimanên biyanî dizanin ew e ku berhemên wî wergerînin her zimanî, lewra em rastiyê bibêjin tu hêvî di ereban de tune û ew hiç wî ji xwe nahesibînin û gava ku romaneke wî weke (Feqeyên tarîtiyê) bi zimanê ibranî hate wergerandin, nivîskarên ereb tiliyên xwe ber bi Selim Berekat dirêj kirin û gotin: "Ewê ku bi eslê xwe kurd e, têkiliyan bi cihû re datîne!" Tarîxa milletê kurd, jêder û çavkaniyeke girîng e ji Selîm Berekat re. Ew bi usluba xwe vê tarîxê ji nû ve dinivîse û yek ji çavkaniyên ku bala Selîm Berekat kişandibû, Kornara Kurdistan e (Mahabad). Jan Dost |