La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdistana bi fîftî-fîftî


Auteur : Osman Aytar
Éditeur : Nûjen Date & Lieu : 1995, İstanbul
Préface : Pages : 318
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Ayt. Kur. N°3568Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdistana bi fîftî-fîftî

Kurdistana bi fîftî-fîftî

Osman Aytar

Nûjen


"Cepheya Kurdistana iraqê îro rêxistina meşrû ya Kurdistanê ye û lewra jî biryar daye ku xwe bide ber vê berpirsiyariya giran û rewşa aloz a ku hukûmetê ew rû bi rû hiştiye. Cepheyê ji bo ku Kurd jî li ba civatên hevdem ên dinyayê cihê xwe bigrin, li gor realîteya çerxa me û rastiya jiyana li Kurdistana îraqê, gava yekem avêtiye... Bi vî awayî civata Kurd jî wê, li gor çarçeweya peymanên navneteweyî, bide nîşandan ku xwe bi xwe dikare civata we îdare bike û civatekê li ser hîmê hurmeta ji bo demokrasî, maf û azadiyên mirovî ava bike."

Serokatiya Siyasî ya Cepheva Kurdistana îraqê, di agahdariya xwe ya di derbarê sebebê derxistina "Qanûna Hilbijartina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê"(*) de ev tiştên jorîn anîbûn zimên. Wê demê rewş wusa bû ku rejîma îraqê hemû karmendên xwe vekişandibûn, valahiyeke îdarî derketibû ...



Osman Aytar, di sala 1960’i de li Sêwregê hatiye dinyayê. Di sala 1982’yan de ji ber sebebên siyasî dev ji Fakulteya Tibê ya Diyarbekirê berdaye û derketiye derveyî welêt. Di salên 1990 û 1993yan de du caran hatiye girtin. Demek berpirsiyariya giştî ya rojnameya Medya Guneşiyê kiriye. Ji bo du nivîs û axaftineke xwe 6 sal cezayê hepsê û 450 milyon lîrayê Tirkî cezayê peran girtiye û ji ber vê yekê jî carek din derketiye derveyî welêt. Bi navê “Kürdün Makus Talihi ve Güneydogu Anadolu Projesi” (Bêsuhûdiya Kurdan û Projeya Anadoliya Başûrê Roşhilat-GAP) (1991) û "Hamidiye Alaylarından Köy Koruculuguna’’ (Ji Alayên Hemidiyê Heta Parastvanên Gundan) (1992) du pirtûkên wî derketine. Di vê pirtûka xwe ya bi navê "Kurdistana bi fiftî-fiftî” yê de, rewşa piralî ya pêvajoya berî şerê xwekujiyê ya Dewleta Federe ya Kurdistana Başûr bi hevpeyivînan pêşkêşî raya giştî dike.

 



PÊŞGOTİN


Li Kurdistana Başûr, di gel gelek pêşveçûnên din, di sala 1992'an de, di nav şeş mehan de lidarxistina hilbijartinan, ava-kirina parlamento û hukûmetê û îlankirina dewleta federe, ji bo hemû Kurdan gavên dîrokî ne, destketinên neteweyî ne, serbi-lindiyên neteweyê Kurd in. Çewtî û kêmasiyên ku hene, şerê xwekujiyê ku zerarek me/in dide van destketinan û doza Kurd û Kurdistanê jî, nikarin girîngiya van destketin û dezgehan kêm bikin.

Dema ku ez bixwe çûm Kurdistana Başûr û bûm şahidê destketinên neteweyî û tecrûbeyên ku ji bo Kurdên perçeyên din jî bi dersên hêja tijî ne; min biryar da ku li ser awayên meşandina kar û dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê (DFK) lêkolînekê bikim. Rewşa heyî gelek balkêş bû. Her çiqas DFK ji aliyê resmî "federe" bû jî, di pratîkê de wek dewleteke serbixwe bû. Ji ber ku federaliyeke yekalî bû û ji aliyê rejîma Seddamî ve nedihat qebûlkirin, Kurd mecbûr mabûn ku hemû karên xwe bi serê xwe bimeşînin. Vê rastiyê, bi awayekî resmî neyê gotin jî fonksiyoneke taybetî dida DFK'ê.

Piştî ku li Tirkiyeyê cezayê min tesdîq bû û di Çileya Paşîn a 1994'an de çûm Kurdistana Başûr, ev ji bo min bû fersendeke baş ku vê lêkolîna xwe jî bikim. Du aliyên amadekirinê hebûn: Civandina belgeyan û çêkirina hevdîtinan.
Bêyî Serokwezîr Kosret Resûl Elî, min hema hema hemû ber-pirsiyarên dezgeh û rêxistinên ku tespît kiribûn, dîtin. Min dixwest, Kosret Resûl Elî di pey hemû hevpeyivînan de bibînim.

Dema ku min xwest bibînim, pirsa wext derket. Carek du car ji bo hevpeyivînê wext diyar kir, lê xeber dereng gihîşt min. Jixwe piştre jî şerê xwekujiyê derket. Ji ber tunebûna Wezîrê Rewşenbîriyê û nemusaîtbûna wextê Wezîrê Darayî û Aboriyê jî, min bi cîgirên van re hevpeyivîn çêkirin.
Li ser pirs û pirsgirêkên bingehîn, min hewl da ku tabloyek giştî derxînim holê. DFK, tecrûbeyeke nû bû, lê min bi hin pirsan xwest ku helwêstên bingehîn diyar bin. Hin caran munaqeşeyên germ jî çêbûn. Li gor atmosfera hevpeyivînan, min peyvên "hûn", "tu" bi kar anîn.

Di destpêkê de nedifikirim ku hevpeyivînan bi tevayî çap bikim. Lê him tabloya ku di pêvajoya çêkirina hevpeyivînan de derket, him jî pêwîstiya bi nêrînên nûnerên civata Kurdistanê, nîşandana rewşa berî şerê xwekujiyê, bûn sebeb ku hin hevpeyivînan wek pirtûk çap bikim.
Ji bo ku di xwendinê de hin tişt zêde dubare nebin, min hin pirsên ku ji gelek mirovan pirsîbûn, kurt kirin û hin şirovekirinên xwe jî ji hin pirsan derxistin. Herweha min xêrhatinên destpêkê û temenniyên dawiyê jî ji hevpeyivînan derxistin.

Ji ber ku parvekirina îdarî ya li ser sîstema "fîftî-fîftî"yê di her warî de tesîra xwe nîşan dida, min navê pirtûkê jî bi vê wesîleyê, bi maneya Kurdistana ku bi sîstema "fîftî-fîftî"yê îdare dibe, danî "Kurdistana bi fîftî-fîftî".
Ji bo alîkariya wan a hêja, spasiyên xwe pêşkêşî karmendên Buroya Têkiliyên Çapemenî ya PDK'ê, Buroya Têkiiiyên Neteweyî ya YNK'ê û herweha hemû heval û dostên ku di pêvajoya amadekirina, pirtûkê de alîkarî kirin, dikim.

Bi hêviya ku. di salvegera sêyem a îlankirina DFKê de li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî, hemû babet şerên xwekujiyê rawestin û pêvajoya rizgariya neteweyî ya ku di 2yê Gulana 1994an de li Kurdistana Başur qut bûbû, bi destketinên nû bê xemilandin...

Osman Aytar
îlon 1995



Tecrûbeya nû, hêviya mezîn


"Cepheya Kurdistana iraqê îro rêxistina meşrû ya Kurdistanê ye û lewra jî biryar daye ku xwe bide ber vê berpirsiyariya giran û rewşa aloz a ku hukûmetê ew rû bi rû hiştiye. Cepheyê ji bo ku Kurd jî li ba civatên hevdem ên dinyayê cihê xwe bigrin, li gor realîteya çerxa me û rastiya jiyana li Kurdistana îraqê, gava yekem avêtiye... Bi vî awayî civata Kurd jî wê, li gor çarçeweya peymanên navneteweyî, bide nîşandan ku xwe bi xwe dikare civata we îdare bike û civatekê li ser hîmê hurmeta ji bo demokrasî, maf û azadiyên mirovî ava bike."

Serokatiya Siyasî ya Cepheva Kurdistana îraqê, di agahdariya xwe ya di derbarê sebebê derxistina "Qanûna Hilbijartina Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê"(*) de ev tiştên jorîn anîbûn zimên. Wê demê rewş wusa bû ku rejîma îraqê hemû karmendên xwe vekişandibûn, valahiyeke îdarî derketibû holê û guftûgoyên bi rejîma Seddamî re jî tu encamên berbiçav nedabûn. Di rewşek weha de di roja 8ê Nîsana 1992yan de Serokatiya Siyasî ya Cepheya Kurdistanê biryareke dîrokî girt û ji bo hilbijartinê qanûnek qebûl kir. Bi vê gavê, di pêvajoya rizgariya neteweyî ya Kurdistana Başûr de rûpelekî nû vebû.
Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistanê wê ji 105 êndaman pêk bihata. Ji van 5 kursî ji bo Asûriyan hatibûn terxankirin.

Di vê pêvajoyê de gaveke girîng jî, biryara derxistina ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues