PÊŞGOTIN
Heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê ne giriyaye û heger em bibêjin, ku mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Amedê li ber xwe nedaye, ....hingê em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên.
Piştî bêdengiya li pey serdema serhildanên Diyarbekir, Dêrsim û Agiriyê, pêla hişyarbûn û rabûna millî, weke carên berê dîsan hat. Weke têt zanîn ev hişyarbûn, ta roja îro jî, her berdewam dike. Piştî van rûdanên dîrokî, Gelê Me ketiye di nav rabûneke millî û civakî de. Ev rêveçûna rizgarî û azadiyê ye. Ev jî bêguman ta roja serfiraziyê, wê her berdewam bike. Ji destpêka sedsala 20'î û vir de, bizava şoreşger û rewşenbîriya gelê kurd, ji bo rizgarî û azadiya gelî, pêl bi pêl, ber bi jor ve kişiya. Nexwe ev rabûna rewşenbîriya şoreşger jî, hîna li nav gelî berdewam dike.
Mehdî Zana, rewşenbîrekî şoreşger ê ji vê serdema hişyarbûniya millî ye. Ew di sala 19401 de, li Silîva hat dunyayê. Heyamek dirêj li gund û bajarên Kurdistanê, di nav xelkê de xebata siyasî kir. Gelek caran, berî û piştî cûntaya leşkerî ya 12’yê Adarê hat girtin û li ser hev 16 sal zindanî ma. Di nav gelê xwe de bû yek ji rewşenbîr û şoreşgerên pêşeng. Baweriya xelkê pir pê hebû. Loma wî di sala 1977’ê de, hilbijartina şaredariya bajarê Amedê ji xwe re bir. Xelk, endamê şoreşgeran Mehdî Zana'yî hilbijartibû.
Hîna pir demek dirêj ji ser hilbijartinan derbas ne bûbû, ku cûnta leşkerî, di 12’yê îlonê sala 1980'yî de, dest danî ser hukum û dest bi wêrankirina Kurdistanê kir. Bi hezaran mirovên kurd avêt nav zindanan û ji şikenceyan derbas kir. Bi hezaran mirovên bê tawan û guneh kuşt û seqet hişt. Cûnta tirk, zindankirina vî namzetê rewşenbîr û siyasetmedarê şoreşger, zindankirina Mehdî Zana'yî, ji xwe re kiribû armancek xweser ya prestîj û şanaziyê.
Di domana deh panzdeh salan de, bi bergirî û berxwedana li dijî vê cûntayê, gund û bajar hatin wêrankirin, demografî, flora û faûna Kurdistanê, bi kurtî hemû dor û berên Kurdistanê, ji binî ve, xwe ji zext, zor û herifandinên dagîrkeriyê rizgar ne kirin. Kurdistan - ew welat e ku şaristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Îsraîl, Yûnan û Rom'ê (îtalya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên dagîrkeriya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin.
Mehdî Zana di zindanên tarî de, bi berxwedanvanên zindanan re bergirî kir û bû şahidê mişe bûyeran. Wî li hevberî şikencekaran, bi wan berxwedanvanan re têdikoşiya, ku van lehengan, di şikenceyan de ser didan lê sir ne didan. Van lehengan, di riya têkoşîna azadiya gelî de, canê xwe bêminnet goriyê milletê xwe dikirin.
Heger em bibêjin mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Diyarbekrê ne giriyaye û heger em bibêjin mirovayetî li çi derekî cîhanê, weke li zindanên Amedê li ber xwe ne daye, ...hingê em rastiyeke dîrokî dihênine ser zimên. Mehdî Zana vê nivîsa xwe ya parastinê, li zindanên 12’yê îlonê nivîsî û da ji rêvebiriya girtîgehê re. Lê wan nivîs çirand û avêt. Wî careke din ew nivîsî û da ji "dadgeh”ê re. Ev pirtûka di destê we de, ji ber vê nivîsa duwemîn û ji parêzerê Mehdî Zana'yî hatiye girtin.
Ji bo ev belgenameya dîrokî weke gelek spartek û belgenamêyên din ên kurdî, li rojgariya dîrokê winda ne be, me ji Mamosteyê hêja Mehdî Zana'yî pirs kir, ku gelo em ê bikaribin vê belgenameyê biweşînin yan na. Erkê ser şanê me ye, ku em vê belgenameya mêjûyî bigehînin ji nifşên pêşerojê re.
Weşanxaneya Sara
Sedema Mêjûyî ya vê Parastinê
Birêz encumenê dadgehê! Berî ku ez dest bi parastina xwe bikim, min wisan bawerî heye, ku divê ez vê mijarê bi taybetî rohnî bikim. Bi rastî min ê çi gotinek parastinê nekira. Çimku min çi bawerî nîn e, ku dadgaha we, wê xwedî helwêstek serbixwe be û biryarek durust bide. Lê belê ji ber hebûna kargêrî û tesîra van daw û dozên ramyarî li ser girseyên gelêrî û ji ber hebûna pêwîstiya rohnîkirin û nirxandinên van bûyerên îroyîn ji nifşên dahatî re, min, hem vekirin û diyarkirina van bîr û baweriyên xwe û hem jî vê parastinê gelekî pêwîst zanî.
Divê ez dîsan bidim diyarkirin, ku çi têkiliyên van gotinên min ên parastinî, bi sûcdarbûn û yan jî ne sûcdarnebûna min ve nîn e -ku nexwe ez ne çi sûcdar im jî. Her wisan jî çi têkiliyên van gotinên min, bi mafdarbûn yan jî nemafdarbûna cezadayina li ser min jî nîn e. Parastina min her tenê û tenê, ji ber hesa min a berpirsiyariyê ya li ber dîrokê ye. Ez ê vê têksta parastina xwe, li nav çarçiveya derfetê, ji bûyerên xwerû û berçavî dagirim. Berî her tiştî divê parastin û mafê parastinê çi ye; bi kurtî vê bidime xuyakirin.
Hêmanek ji hêmanên, ku bingeha pêwendiyên di navbêra kesan, civakan û xwezayê de pêk dihêne, mafê parastinê ye. Berê, parastin li nik mirovên destpêkê, bi piranî ji bo parastina laş, can û hebûna mirovî, bi şêweya hesa ji dilî bû. Ev pêwîstî, êdî di nav civakên bi çîn de jî, li her ho û mercên jiyanê, bû pêwîstiyek ji alavên girîng ên parastina jiyanê bi xwe.
Di destpêka tundbûna dijheviyên şerê berjewendiyan de û dema parvekirina keda mirovî di van civatan de, derketina bêdadiyên di civakên bi çîn de, pêwîstî û girîngiya parastina girseyên kedkar (girseyên berfireh ên gelî) ên bindest û çewisandî jixweber hatiye meydanê. Serdestên koledar, begên feodal, grûha burjûwa, ku bi rêkxistina sazîyên xwe yên wek dolîwgerî, perwerdeyî, çandî û hunerî, li jiyana kedê û di qadên dî yên jiyanê de, di encama qanûnî de, mafê xweparastinê ji holê rakirine.
.....
|