La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rojeke Îvan Denîsovîç


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2000, Stenbol
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 975-7112-50-X
Langue : KurdeFormat : 127x194 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 498Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rojeke Îvan Denîsovîç

Rojeke Îvan Denîsovîç

Wek her roj saet di pêncan de, li caxên hesinî yên li pêşiya idarexanê xistin û îşareta ji xew rabûnê dan. Çingîniya ku di şibaka bi qasî du tiliyan qeşa girtî de derbas dibû û dihat, hêza xwe winda dikir. Piştî ku çend caran lêxist, çingînî sekinî. Hingî dinya ewqas sar bû, nobedar dev ji lêxistina caxan berdabû.

Çingînî hat birrîn. Belê derve, bi qasî dema ku Îvan Denîsovîç Şûhov diçû destavê tarî bû. Bes tîrêjên ronahiyê ji sê lampan diketin şibakê; yek ji hundirê qampê û dido jî ji derve...

Nizanim ji bo çi, kesek ji bo vekirina deriyê bereqê nedihat. Kardarên paqijiyê yên bermîla avdestê bi ser daran vedikirin û dibirin jî nedixuyan.

Piştî îşareta rabûnê Şûhov ranediza, ew tavilê radibû. Heta destpêka kar saet û nîveke wan hebû. Û ev dem ne ya dewletê ya wan bi xwe bû. Herkesî dikarî vê demê wek daxwaza dilê xwe derbas bikira. Yên hînî jiyana qampê bûbûn, dizanîbûn vê demê binirxînin. Hinekan ji bo ku ji hevalekî xwe re lepik çêkin ji rûpiştên kevn kawdan didirût, hinekan jî, xizmeta mehkûmên dewlemend dikirin. Gava ku ew ji renzê dihatin xwarê, ji bo ku...


Aleksandr Îsayevîç Soljenîtsîn -Di sala 1918an de li Kafkasyaya Pêşî li bajarê Kîslovodsk hatiye dinyayê. Li unîversîteya Donê fizik matematik xwend, xwendina xwe li Moskowa bi felsefe, dîrok û edebiyatê domand. Di 1941ê de diçe leşkeriyê, dibe serbaz. Di nameyên ku ji hevalên xwe re dişîne de, rexneyan li Stalîn dike. Di 1945an de 8 sal heps, 2 sal jî surginê didinê. Di 1950î de wî dişînin qampa taybetî a li Asya Navîn "Rojeke Îvan Denîsovîç" li vê qampê dikeve hişê wî. Lê ji ber ku pênûs nîn e, nikare binivîse, jiber dike. Piştî mirina Stalin (1953) bi rojekê ji hepsê derdikeve. Li qampê bi nexweşiya kanserê ketiye. Di 1957an de ji nû ve tê darizan-din, bêsûc tê dîtin û îtîbara wî lê vedigerînin. Li pey hev romanên wî tên weşandin û elaqeyek mezin dibînin. Di 1970yî de xelata Nobelê wergirt. Di 1973yan de wî ji hemwelatiyê diavêjin û teslimi Almanya dikin.

Salên 40 î... Îvan Denîsovîç Şûhov; gundiyekî ji Sovyetê. hosteyê dîwaran e. Şerê Dinyayê ê Duyemîn derdikeve. Artêşa Alman êrîşî Yekîtiya Sovyet kiriye. Şûhov jî diçe şer, yekîneya tê de di nava daristanekê de dişke û belav dibe. Di nav dîlketiyan de Şûhov ji heye. Tevî 4 hevalên xwe ji kampê direve. 3 ji wan tên kuştin, Şûhov û hevalekî wî xwe digihînin yekîneya xwe ya leşkerî. Çi tê serê Şûhov wê rojê tê. Qey leşkerê Artêşa sor dîl dikeve? Dîl bikeve jî ji destê Almanan xelas dibe? Û jiyana "kampên xebatê' dest pê dike.
Stalîn li ser kar e.

Soljenîtsîn, ji 3653 rojên ivan Denîsovîç Şûhov ên di kampên xebatê de derbas bûne û hê jî neqediyane rojek nivîsandiye. Tenê rojek. Ji ber ku li wir her roj mîna rojên din in, hemû weke hev in.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues