Dema tu rêwiyê jiyanê bî Qet nesekine, bimeşe Di her gav û henasê de Tu wê xwe bibînî
DESTPÊK
Navê min Şivan e. Şivanê dengê dilê xwe. Lê gelo kê, çima navê min kiriye Şivan ez nizanim. Ji bo çi Şivan, şivantiyê ji çi û ji kê re bikim, nizanim. Gelo dema navê min kirine Şivan wateyek li vî navî bar kirine an na, ez wê jî nizanim. Erê ez tu tiştî jî nizanim. Tenê tiştekî dizanim, ew jî navê min Şivan e. Şivanê sal û zeman, dem û dewran, roj û mehan... Şivanê şadî û şahî, xem û xembariyan... Şivanê êş û azar, derd û kederên giran... Şivanê evînên bêmiraz û eşqên jibîrnebûyî... Şivanê keriyên pezan, berx û karik, bizin û mêşinan... Şivanê şevên reş, rojên sar û kêliyên kovanbarkirî... Anku Şivanê riyên dur, sinorên nenas, war û wargehên mişext, penaberê çol û çolistanên beji û nefiye welatê xwe... Şivanê hêviyên bihesret, xeyalên nîvcomayî, xewnên winda, bîranînên keserbarkirî û bengînê mengiyên pîroz... Belê, ez Şivane van teva me lê ne Şivanê yekê me jî. Tenê Şivanê çîroka xwe me û li ser riya xwe dimeşim. Min got, Şivanê çîroka xwe me û rêwî me li ser riya jiyanê. Rêwî me û li xwe digerim. Wekî derwêşekî li pey şopa rabirdûya xwe, war û war, diyar û diyar digerim. Rêwî me li şûndewsên zaroktiya xwe, li cihwarên geşt û gerên xwe, li kolan û kuçeyên temenê xwe, li ciwantiya xwe û li kalbûniya xwe digerim. Rêwî me; li ser şiveriyên emrê xwe yê ciwan ber bi xewn û xeyalên ve xwe dimeşim. Geh li banê çiyayekî bilind têlên porê xwe ber bi bayê azadiyê berdidim. Geh jê dadikevim nal û newalên kûr, kederên xwe vedibêjim. Rêwî me, dimeşim û qet nasekinim; bi ber gocekî re ji nû ve li xwe difitilim û rêwîtiya xwe didomînim. Dixwazim hûn jî di vê rêwîtiyê de destê xwe bidin destê min, bi min re bibin hevalbend û bimeşin. Bimeşin da ku em bi hev re dawiya çîrokê bibînin û li dawiya rêwîtiya xwe vegerin. Lewre her jiyan çirokek e û çirok ji rewitiya me vedibêje.
Beşa Yekemîn
Min çavê xwe vekir. Çavên min xilmaşî bûn. Mijangên çavên min li nav hev ketibûn, ji hev venedibûn. Ez zû raketibûm lê heçko min xewa xwe negirtibe laşê min giran û qerimîbû. Min bi xwe re nedît ji nava nivînan rabim ser xwe. Çend kêliyan di navbera rabûn û nerabûnê de rawestiyam, bi hêviya bîskeke din jî razêm min careke din lihêfa xwe kêşa ser serê xwe û çavên xwe danîn ser hev. Min xwe di nav cih de mit kiribû. Hewa hênik bû. Bayê zozanan paqij bû. Li ber bayê hênik û paqij xewa sibehiyan xweş bû. Nemaze xewa zozanan! Biryara ku min, Evdo û Serbo êvarî girtibû li hişê min bû. Lê dîsa jî ranedibûm ser xwe. Niha tu tişt ji vê xewa şêrîn xweştir û giranbihatir nebû. Pê re pêşgotinek ku diya min tim ji min re digot hat hizra min. Digot: Êvariyan kezwanî ye, siharan jî ser sanenî ye. Ez beşişîm. Min herdu destên xwe xistin nav lingên xwe û min xwe di nav nivînan de kerr kir. Her deqîqeyek deqîqeyek bû. Wekî ku di nav heft xewnan de winda bûbim dûr çûbûm. Li aliyekî jî guhê min li hawirdor bû. Ji nava zomê tenê dengê jin û zarokan dihat. Zilam heta wê demjimêrê li nava konan nediman. Serê sihare zu radibun û diçun palehiyê. Kar û barê zozanan pir bû. Bavê min jî şivan bû. Diya min fecrê zû radibû û diçû beriyê. Xwişkên min jî li malê nediman. Piranî di wê wextê salê de diçûn pincarê. ..... |