La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

La Marche têtue / Meşa bi serhişkî


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Multimedia | MultimediaPages : 128
Traduction : ISBN : 975-8637-87-8
Langue : Français, KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. Fr. 14Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
La Marche têtue / Meşa bi serhişkî

La Marche têtue / Meşa bi serhişkî

Pêşgotin

Gérard Chaliand di jiyana rewşenbîrî ya fransiz de xwediyê ciyekî taybetî ye. Nivîskar, nêrevan, gerok, helbestvan û pisporeki piralî û gelek berhemdar e. Hê di xortaniya xwe de biyar daye ku jiyanê ne tenê ji pirtûkan lê bi çavên xwe, bi cêribandinên xwe, bi hemû hestên xwe binase, li dinya gewrik bigere, gelên ji ziman û çandên cihê binase, têkoşîna wan, hêvî, xewn û keftelefta wan ji nêzîk ve bibîne û paşiyê bi qelema xwe bide nasîn.

Neslên bere dixebitîn ku mal û milk bicivînin, bibin xwedî kursî û meqam, di dairên dewletê, di zaningeh an jiyana ticarîde ciyê xwe bigrin. Cîla pişti şerê cihanê yê duwem û karesat û felaketên we bi felsefeyeke jiyanî ya nû, ya egzîstansiyalizma Sartre mezin bû. Jiyan derbasok e, bêmana û bê amanca mutleq e. Divê ku herkes bi xwe jiyana xwe îcad bike, mana û amanc bidê, xwe ji kirasê hesinî yê dîn û adetan, ji rûmetên awamî yên qencî û xerabiyê xelas bike, riya dijwar a azadiyê hilbijêre, ne wekî endamekî garana mirovî, lê wekî mirovekî serbest li gor hiş, hest û besta xwe bijî.

"Doteh, yên din in" dibêje Sartre. Kesê ku timî bi xema "wê xelk çi bêje" nikare jiyaneke serbixwe bijî, ne serbest e, dîlê der û dora xwe, yê orf û adeta ye. Lê di milê din de, azadiya xwe standin ne xwe jî dinyayê û pêkhatiyen wê dûrxistine, ne jî ferdiyetcîtî ne jî xweperestî ye. Ji kêfxuriya bêxem a hedonîzmê jî dûr e. Baweriya wî ya bingehîn ew e ku kesê bi rastî azad dikare baştir alîkariya azadiya kesên din û ya mirovahiyê bike; mirovahî bi merivên serbest azad dibe; ta ku di welatekî de demokrat peyda nebin baweriyên xwe neparêzin û jî bo wan şer nekin demokrasî û azadî bi cîh nabin.

Chaliand bi vê hewaya ramanî û felsefeyê mezin bû û riya xwe hilbitart. Dest bi hînbûna zimanan û gera dinyayê kir. Di dawiya salên 1950an de, tevî hevala xwe Juliette, bi otostopê li Ewropa navîn û rohelat, Tirkiye, Kurdistan, Îran, Afxanistan, Pakistan û Hindîstanê geriya, gelên wan welatan nasî û ji wan hiz kir. Di vegera xwe ya Fransayê de, li zanîngeha Sorbonnê çû dersên tirkî û kurdî. Bû dostê Mîr Kamûran Bedir Xan û malbata Abîdîn û Guzîn Dîno. Berhema nivîskî ya van ger û dostaniyan berhevokeke bi navê "Poésie populaire des Turcs et des Kurdes" (Helbesta geleriya Tirk û Kurdan) e ku cara pêşî di sala 1961an de di weşanxaneya navdar a Maspero de hatiye belav kirin û ta niha çend car hatiye çap kirin.

Di wan salan de Chaliand û Juliette, wekî Jean-Paul Sartre, Simone de Beauvoir, Pierre Vidal-Naquet, Laurent Schwartz çend rewşebîrên fransiz ên bijare piştîvaniya şerê rizgariya gelê Cezayîrê dikin. Piştî serxwebûna Cezayîrê ew demekê li wir bi cih dibin, kovara Révolution africaine (Şoreşa afrîkî) derdixin jî bo belavkirina ramanên şoreşa cezayîrî li welatên Afrîkayê. Gava ku wekî gelek şoreşên din şoreşa cezayîrî averê dibe, dest pê dike zarokên xwe dixe û jî romantîzma cihana sêwemînî ya Ben Bella derbasî neteweperestiya erebî ya Bûmediyen dibe, Chaliand dizivire Parisê.

Parîsa wan salan bi heyecana şoreşa Kubayê û şerê Vietnamê dikele, hêviyên şoreşa cîhanî xurt in. Chaliand diçe Kubayê, Castro û Che Guevara dinase. Di vegera xwe de ji bo cara pêşîn pirtûkên Che Guevara ji spanyolî werdigerîne fransizî belav dike. Ew wisa jî yek ji hîmdarên kovara şoresgerî ya navneteweyî Tricontinental e. Ew di salên 1960an diçe Vietnamê û li ser jiyana gundiyên Vietnama Bakûr û berxwedana wan a dijî Amerîkayê pirtûkek dinivisîne; piştî wê diçe çend meh li Filîstinê dimîne li ser Filîstînê pirtûkek derdixe.

Çûn, dîtin, jiyana şerkaran û gelên di şerê rizgariyê de par kirin û li ser wan nivisîn di nav salan de bû awayê jiyana Chaliand. Ev bi vî awayî ta niha li 85 welatan geriya, bi dehan pirtûkan nivisî, bû dostê kesayetiyên dîrokî yên wekî Che Guevara, Dr. Qasimlû, Amilcar Cabral ê Gîneyê, Isayas Afewerkî yê Erîtreyê, General Giap ê Vietnamê, hwd.

Chaliand bi rastî mirovekî dinyadîtî û gerdûnî ye. Ev bûn sî sal ku em hevûdu nas dikin, dostên hev ên nêzîk in; min hê nedîtiye ku ew betirî şeş mehan li welatekî bimîne. Li çar aliyên dinyayê digere û li her welatî jî bi saya hebûna dostan xwe li mala xwe dihesibîne. Dikare bi kurdan re behsa Memê Alan bike, bi tirkan re ya Karacaoğlan û Yunus Emre, bi farisan re ya Saadî û Xeyyam bike. Xeynî fransizî û îngilîzî, baş bi almanî, îtalî û spanyolî dizane û li zanîngehên Fransa, Amerîka, Japon û Kanada dersên jeopolîtîk û stratejiyê daye. Pirtûkên wî û atlasên wî yên stratejîk ta niha bi gelek zimanan belav bûne. Yek ji van pirtûkan Les Kurdes et le Kurdistan (Kurd û Kurdistan) tevî Dr. Qasimlû, Ismet Şerîf Vanlî û min nivîsiye ku ew bi deh zimanan çap bûye. Ew wisa jî yek ji hîmdarên Komela Fransa-Kurdistan e ku ji 1974an ta danîna Enstîtuya kurdi ya Parîsê di 1983an de ji bo nasandina doza kurdî xebateke mezin kiriye.

Chaliand di raya giştî de bêtir wekî pisporê terorizmê, jeopolîtikê û cîhana sêwemîn té nasîn, li ser van babetan di rojnameyan de dinivîse û beşdarî bernameyên televîzyonê dibe. Lê li kêleka vê pirsporiya venasî, baxçeyek wî yê kêmtir xuya heye ku ew j helbest e.

Ew di xortaniya xwe de dest bi nivisîna helbestan kiriye û ta niha du berhevokan belav kiriye. Ev helbestên kêmnas ro- niyeke taybetî davêjin ser dinya wî ya hindûrî û hêzên giyanî yén ku li pişt meşa wî ya serhişk û bêtevat a li ser rêyên cihanê, koçeriya mir ya ser li şiverêyên dîrokê, tîniya wî ya kûr a nasînê, hewesa wî ya jiyanê bi tevahî, bi xurtî, bi germahî û dostanî jiyan.

Nivîskar û rexnegirê hêja Fawaz Husên bi ostayî û zimanekî rewan û xwerû van helbestan wergerandiye kurmancî. Bi saya xebata wî ewê xwendekarên kurd bikaribin dostekî navdar û biwefayê gelé kurd çêtir binasin. Wergera wî ya ciwan edebiyata kurdî şêntir û dewlemendtir dike.

Kendal Nezan
Paris, Gulan 2004


Pêşgotina wergêr

Qralîtiya min bi zivistaneke pir dirêj dest pê kir. Bi vê ristê, Gérard Chaliand di bîst û pênc saliya xwe de dest bi dîwana xwe Mea bi serhisleî dike, dîwana ku weşamtaneya Gallimardê, ca¬ra pêşîn di sala 1959an de çap dike. Ristên duyêm û seyêm û çarem hêna balkêştir in.

Ji demeke pir kevn ku bi zor té bîra min
ji daristanên binavbityî ku qîrîn li wan di ciyê xwe de sar dibe
ez ji bedena xwe ya ji rehan reşbûyî û ji tirsa xwe ji şevê
ez reviyam.

Çi dem e ev dema ku bi zorê tê bîra Gérard Chaliand? Kî ye ev "ez" û ev "min" yê ku çîroka serpêhatiya xwe ji destpêkê de, ji gizinga deman de dibêje? Kî ye ev rêwiyê ku ji bajarvaniyeke kevnare diçe yeke din?

Gérard Chaliand bersîvê nade. Ew helbestvan e ne mamoste ye da ku tiştên zehmet û tevlihev bo hişê suxte û şagirtan rave û hêsan bike. Wek helbestvanê mezin Arthur Rimbaud (1854-1891), ew diyar dike ku " Ez yekî din e". Ew ji xwen- devanê xwe hêvî dike ku haydar be û xwedî sebir û tebat be çûnkî rê dirêj e û dastan ji berbanga demên kevn de dest pê dike û bûyerên wê li ser hemû rûyê erdê belav dibin. Ew behsa birrên siwaran dike, birrên siwarên ku bi gîrîn ji kûrahiya Asyayê derdiketin û berî ku li ber lêvên deryayên dûr rawestin wan hemû bajar û jinên xemilandî dikirin bajar û jinên xwe. Ew behsa wan miletan dike ku tucarî bayê aştiyê li dilê wan nedaye, ew bi wan re dide ser rêyên sergermî û serpêhatiyan. Bi gotinên pir helbestane, bi riste û malikên piraniya caran bêyî xale, bêyî bîhnok, bêyî tîpen mezin, rêwiyê Meşa bi serhişhî behsa Babîlonê, Nînewayê, Dîcle û Firatê, Hindistanê, Qafgasyayê û pîramîdên Misra bi hezar salan berî îslamê dike. Ew ji tirsa xwe ji şevê û demên hovitiyê direve, ji hêzên zordariyê dûr dikeve. Ew di dirêjahiya sedsalan de ji xwe cihê dimeşe, dikeve nav avan û ji ber ku ew bêyî piştgir e, ew diçe xwarê, gihaştî bo derd û kulan, sitewyayî bo lêdanan. Ew dibuhure demên nû û xwenasînê lê ew hêna pir dûr e ji roja sedsala bîstan. Bayê azadiyan li rûyê wî dixe, wî hişyar dike. Piştî ketina Bastîlê û zindanên zordariyê, gotina azadiyê jê re dibe kurm, ew bêyî wê nema dikare bijî:

ez hemû Bastîlan, hemû zindanan, dagîr dihim
ji hingê ve bêyî azadî bêyî azadî ez dimirim.

Rêwiyê Meşa bi serhişkî çîroka pêşketina mirovantiyê dike ya xwe, ew hingavên wê hem bo xwe hem bo guhdar û xwendevanên xwe bi ta û derzî ve dike. Piştî zivistana pir dirêj, piştî sedemên şikestinan û piştî vedîtina azadiyê û geşbûna hisên xwenasînê, eynika destê sibehê li ber dilê yê nû vedibe, ew bi kesayetiya xwe agandar dibe; bi şexsiyeta xwe hişyar dibe. Ew ji bargîrê sitûnên perestgehên kevnare dibe bargîrê hêviyê, ew hêviya hemû miletên bindest ku tama şikestinan ji ser zimanê wan ranabe hildigire ser milên xwe.

Ez radihêjim hêviya cîhanê ew bo rahiştinê giran e.

Bi vî barî, ew xwe digihîne roja sedsala bîstan, babelîska guhertinên mezin û diqîre: "Va me ez". Ev hebûna nû wî gêj mest dike. Mirovê ku di bin qaşikê bêdengiyê de radiza û xwe di bin zinaran de vedişart anuha bawer dike ku ew dikare yayan bihejîne. Ew di serxweşiya "Va me ez" de êrîşî roj heyvê dike, radipelike wan, guhertinên mezin dipê.

Ez
Ez dijîm û dinihêrim û matmayî dibim
roj, hey dilê bo kilandina ronahiyê
û heyv hey çavkaniya miçiqî
xwîna min tevgerên we dozan dike.

Di buhara desthilatiya xwe de, hêviya wî bi wî, bi mirovan û mirovantiyê xurt e. Ew naxwaze ji cejna jiyanê, ji çavkaniyên ser rê, bêpar bimîne. Belengazê do anuha ciehremanê jiyan û viyana xwe ye, ew tola xwe ji demên şikestinan hiltîne.

ez daristanan ji kokên wan radikim û wan davêjim deryayê
û tevbixwîn ez dema ku min wêran dike xwar dikim.

Di demên nû de, "ez"ê bajarvanî û hovitiyên demên kevnare dibe "ez"ê her pênc qareyên gerestêra erdê. Ew hemû dil hezkirina xwe mîna xelatan li ser rûye erdê belav dike.

ez stirana pênc qareyên te distirêm
Ji devê min ta çavên min ez hemû hîs û hestên xwe didime we
peravên Amerîkayan
hemû rojên min bo Ewropayê şevên min bo Afrîqayê
zaroktiya min ji Asyayê re.

Di vê rêwîtiyê de, wek li ser rêya jiyanê, mirin helbet dahfên xwe vedide, ew herdem heye, destê xwe dirêjî mirovan û hêvî û daxwazên wan dike. Qehremanê Meşa bi serhişkî jê natirse lé hesabê wê dike, hêza wê di serê xwe de diteqilîne. Mirin dost, heval û hogiran dide ber xwe, ew herdem ziktêr, çavbirçî ye, kesek ji tapana wê ya dilkovan nafilite.

Mirî
ji vê mirina ku ez bi xwe re digerînim
mirina ku devê min dadigire
û çavên min digire.

Lê demên xemgîniyê dirêj nakin. Hêviya xweşik dîsa vedigere. Di vê gera tevlihev de, piştî ketinan û serfiraziyan û cardî ketinan, helbestvanê dastanê digihêje baweriyeke xurt. Jîn çi tal be, çi şêrîn be, ew jîn e û hêja ye ku mirov wê bidomîne û ta nefesa dawîn jê hez bike. Mirin werbûnek mutleq e, şikestinek misoger e lê ev yek dihêle ku mirov bêtir bi serhişkî, bi kel û coşan, bi viyan û bêrawestan vê rêwîtiyê, vê beza jiyanê, bidomîne. Ev yek peyxama ronakbîrê mirovnas û mirovhiz e:

Û em mirî-zik-vekirî didin ser
rêyeke nediyar bi zora çirînan vekirî
werbûnek mutleq
meşek bi serhişkî

Weha jî, gava xwendevan digihêje helbesta dawîn ji dîwana Meşa bi serhişkî, ew têdigihêje çima Gérard Chaliandê mirovhiz û aştîxwaz ristek ji gotinên Sênêkê fîlosof heldibijêre bo pêşkêşkirina dîtin û baweriya xwe. Belê, eger rêwiyê meşa bi sehişkî bikeve, ew sitûyê xwe xwar nake, ew li ser ejnûyan, bi navperûşk û pencên xwe berxwedanê didomîne.

Di Kêrên di xîzê de, helbestvanê me bi gotinên helbestvanê latînî Horas dest pê dike. Ew ji bin sî û sêwana Sênêk derdi-keve û hêvî dike bi xweşî û şox û şengiya jîn û jinê geş bibe. Ew hewl dide rehên xwe yên jêkirî û bedena xwe ya bi xwîn ji bîr bike da ku bi ava çavkaniyên xweşiye dilê xwe hilû û şayik bike.

Her pêleke rojê ew ber bi evînê ajotibû;
dilovaniyeke çiryayî destên wî vedikirin.
Ava çavkaniyan dilê wî hilû û şayik dikir.

Rêwiye Meşa bi serhişkî xwe davêje bin siya evînê, ew bendewar e ku di kenê nazik yê yarê de hişyar bibe û cardî di nav tava rojê de bilerize. Ew dîwanê pêşkêşî jinekê dike bi navê Juliette û ev nav ji yê Romeo û evîna kûr nayê cihê kirin.

Xewn, hey xewnên bi awaza berdewam
rûyê ji şîrê darê bi lêvên nermîn
rûyê nazik ji çewtiyên piçûk tijî

Lê evîn û kêfxweşî mina camê tenik in, zû dişikên, bi hêsanî hûrhûrî dibin. Evîn ew gula sor e ya di devê evîndaran de, ew hem gul e hem xwîn e. Germiya ku jin bi xwe re tîne ger-miyeke derbasok e, çareserkirineke xapînok e. Mirovê ku re-hên wî hatine birrîn her gav bi vê kêmasiyê, bi şewata birînê di şevên zîz de hişyar dibe û diqîre.

Ji kûrahiya hişê wî ve carinan xemgîniyên kevnare
ku wî nema bi wan bawer dikir bilind dibûn.

Mirov hêvî dike xwe bigihîne xweşiyên sitewyayî, bi dirêjahî ji çavkaniyên şadiyê vexwe, lê rengên tarî û rencên kevn xwe li keskesora hêviyê vedidin. Talbûnek di xweşiyên herî şêrîn de heye, ev yek çare li wê nabe. Na mirov nikare di ber dilê dara şîn ku hişk dibe bide.

Jiyana min. Gelek wext ji min re divat da ku ez di dilê xweşiyên
sitewyayî de xwe bigihînime te, vedîtineke bêdeng. Anuha ez te nas dikim, tu şêrîn-tal î.
Ma mirov dikare di ber dilê dara şîn ku hişk dibe bide? Ez ber
bi deryayeke bêyî roj diherikim, winda di nava qazên bejî û zilan de.

Belê, carinan deriyek vedibe û di maleke bêdeng de mirov dikare bîstikekê bêhna xwe berde, li rûyekî şêrîn binihêre. Lê dilên mirovan aramiyê nas nakin, ew hergav tengezar in û kêr hem di xîzê de hem di qirikê de diçe xwarê.

Me bîhn li xwe çikand di dizîtiya demê de
dema ku dibuhure.
Anuha, kêfxweşiya me bi qasî tevgerên bêûmîd e,
Sibehê, beden ê ji rehên teqyayî sor be.

Hemû kêrên me di xîzê de dimirin
Wek deryayê, dilê min hedanê nas nake.

Gérard Chaliand bo Agirê koçer gazî tu nivîskar û fîlosofên demên kevnare an nûjen nake, ew wê dinivîse û pêşkêşî bîranîna bavê xwe dike. Ceng li her çar aliyên dunyayê gur e, bîhna barûdê mirovan gêj dike û şevên bi cengaweran re di bin konan de xweş in. Ew wek helbestê, wek goştê gotinan û rûyên heyvînî mirovan bi alî xwe de dikişînin. Gérard Chaliand dibe pisporê şer û têkoşînên li nêzikî heftê û pênc welatên Afrîqayê, Amerîka Latînî, Rojhilata Navîn û Asyaya Rojhilat. Ew dixwaze bizanibe çawan zordariya desthilatên navendî dihêle ku kesên sitûxwar serî hilbidin û xwe li ser rêyên berxwedanê bigihînin hev. Di jiyana Gérard Chaliand de, wek nimûne, çend nav, çend tarîx. Gîneya Bisao (1964-1966), Viyetnam (1967), Kolombiya (1968), Urdun û Libnan (1969-1970), Erître (1977), Kurdistana Îranê (1980), Afxanistan (1980 û 1982), Salvador (1982), Perû (1985), Filîpîn (1987), Bûrma (1990), Karabaxa-Bilind (1994). Ew van rêwîtiyan mîna rêyekê dibîne û ew rê jî xwe berdide hinavê jiyana wî, lê zêde dibe. Hêna sî û şeşsalî, wî têra xwe cîhan dîtiye û bêyî payebûn û xwemezinkirin ew dikare bibêje:

Min bêtirî panzdeh kar û pîşeyan kirin
li gor welatan û li gor bayî erd di binpêyên min de pahn bû.

Di gera xwe de, mirov sehra û biyabanan diwestîne. Di vê ger û geşta bêhedan de, li her çar aliyên dunyayê, di vê nêçîrvaniya jînê de, rûyê bav, wek rûyê dost û hevalan di nav mija mirinê de winda dibe, lê mirov ne poşman e. Ew ne poşman e ji ber ku kesê nemir tune, her tişt ber bi dawiya xwe ve diçe. Qîrîn û gazî bêçare ne, ew nikarin tu kesî ji warê nebedîbûnê vegerînin ser rûyê erdê.

û tu, yê ku, çi ez razayî çi ez hişirar, bêyî hedan
li ser qiraxa çavnermokên min î
tu yê ku tucarî ez bisernakevim te vegerînim ronahiya jînê.

Di vê mirina pir de, di van werbûn û ketinên misoger de, di tarîtiyên hovitiyê de, agirek divê hebe, gerek agirekî koçer herdem dadayî be, rewend be, ji derekê here derekê û germa- hî û ronahiyê li dora xwe belav bike. Rêwî dizane ku jiyan, jîn û mirin, serfirazî û şikestin ne lîstik in.

Min jiyana xwe ne nîvco
lê ew hemû avêt kefa terazûyê
min bêtirî mafê xwe ji hemû çavkaniyên ré vexwar û ez bêtirî para xwe li ser rêyan geriyam.
Ez é weha herim ta ku bi carekê bikevim
agirê koçer, ji şevê ta şevê
weha di rêwîtiyek dirêj de ku nefes geh li min diçike geh min li ber xwe dibe.

Di vê serpêhatiyê de, di vê tevlihevbûna jîn û mirinê de, mirovê nêçîrvan herdem li ber devê lûleya tivinga di destê mirinê de ye. Gotina dawîn herdem ji seroka nêçîrvanan, ji segmana segmanan re ye, ev yek jî qanûna dunyayê ye, gerek mirov wê jibîr neke.

Jiyana min neçîriyeke hov e
ez tê de hem nêçîrvan, hem nêçîr im.

Çi di Meşa bi serhişkî de, çi di Kêrên di xîzê de, çi di Agirê koçer de be, mirov di nava salan de dibuhure û sal jî şûna xwe bi qermîçokan û bi mîdada nebedîbûnê dinivîsin. Lê çi rêwî, çi dengbêj, çi helbestvan, çi cengnas, Gérard Chaliand bêyî tirs, bêyî poşmanî ji ciyê xwe nêrîna xwe ya aram li ser rûyê cîhanê digerîne. Belê, jiyan hêja ye ku mirov wê bijî, kêf û ne- kêfên wê binase û paşê, mîna firendeyekî deryayî ber bi perrên asimanên nebedîbûnê ve dûr here, ji ber çavan winda bibe.

Weha jî dem buhurî nava beza min
rojekê, wek zinarekî mirî, ez ê çav li deryayê bikevim
nêrîneke dawîn û aram li ser wêraniyê
firendeyên deryayî yên perspî di bayê qerisî de ê bifirin.

Fawaz Husên
Parîs, 2004




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues