La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sozê Heqîqetê Ezdîtî


Auteur :
Éditeur : Pirtûkxana Êzdiya Date & Lieu : 1999, Tbilisi
Préface : Pages : 84
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Anq. Soz. N° 497Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sozê Heqîqetê Ezdîtî

Sozê Heqîqetê Ezdîtî

K’eremê Anqosî


P’irtûkxana êzdiya


Dîn-h’ebandina êzdiya p’ir kemne, ji k’ûraya t’arîqê tê, qedîma-qedîmtire. Bona wê yekêye, wekî êzdî bi K’ubarî û qure-qut’an h’emû dema dibêjin: “Dînê me ser h’emû dîna r’a ne!”
Ola, bawariya êzdîtiyê bi kaklê, binga xa pêşiya dînê Cihûya, Xaç’p’arêza û Sirmana di dinê da diyar biye. Êzdîtî dînekî pêşk’etî bû û ewî berî h’emû dînê kemn û t’eze yek Xudê çava Xaliqê A’lemê, E’frandarê dinê h’eband û bawariya xa pê anî. Di zemanê kemn da Xudê p’ir’ bûn. Bîr û bawariya êzdîtiya t’eze ew h’emû Xudê kirine Xudan, Mêr, Miliyak’et û dane dora yek Xudaê Mezin. Gotin: “Xudê yeke, bê şirîk û bê hevale, qencî û xirabî t’enê ji destê Wî tê!”
Zeman ser zemana da dihatin û diçûn. Her zemanekî bîr û bawariya t’eze angorî fikir û fe’mê mervê wî zemanî taanî û bela dikir. H’ebandinê kemn bi zorê p’ûç’ dikirin û devsa wan ol û erk’anê t’eze der dixistine meyîdanê. Vî t’eherî dînê Zeret’ûştraê, Cihûa, Xaç’-p’arêza, Sirmana, Bûdaê derk’etine dinê û pêş k’etin.
.....


Nîşanên dînh’ebandina êzdiya li e’zmana: Roj (tav, şems),
Hîv (sîn, ferx), Sitêrka - siteyîra sîbê
(Gilavêj, melekê tav û sînê, melek taûs)



Bİ NAVÊ ÊZDANÊ SOR!

Dîn-h’ebandina êzdiya p’ir kemne, ji k’ûraya t’arîqê tê, qedîma-qedîmtire. Bona wê yekêye, wekî êzdî bi K’ubarî û qure-qut’an h’emû dema dibêjin: “Dînê me ser h’emû dîna r’a ne!”
Ola, bawariya êzdîtiyê bi kaklê, binga xa pêşiya dînê Cihûya, Xaç’p’arêza û Sirmana di dinê da diyar biye. Êzdîtî dînekî pêşk’etî bû û ewî berî h’emû dînê kemn û t’eze yek Xudê çava Xaliqê A’lemê, E’frandarê dinê h’eband û bawariya xa pê anî. Di zemanê kemn da Xudê p’ir’ bûn. Bîr û bawariya êzdîtiya t’eze ew h’emû Xudê kirine Xudan, Mêr, Miliyak’et û dane dora yek Xudaê
Mezin. Gotin: “Xudê yeke, bê şirîk û bê hevale, qencî û xirabî t’enê ji destê Wî tê!”
Zeman ser zemana da dihatin û diçûn. Her zemanekî bîr û bawariya t’eze angorî fikir û fe’mê mervê wî zemanî taanî û bela dikir. H’ebandinê kemn bi zorê p’ûç’ dikirin û devsa wan ol û erk’anê t’eze der dixistine meyîdanê. Vî t’eherî dînê Zeret’ûştraê, Cihûa, Xaç’-p’arêza, Sirmana, Bûdaê derk’etine dinê û pêş k’etin.

Lê kaklê bîr û bawariya merivaye kemn t’u yekê jî nikar bû di k’okê da biqetanda û k’af-k’ûn kira. Lema jî mane neç’ar binge bihiştana û ser da tiştê h’ebandina t’eze ava kirina. P’êxemberê nûderk’etî t’enê wî cûreyî karibûn cimae’t dora xa t’op kirina û peyî xa bibirana.

Dînê êzdîtiyê jî, wek yê mayîn, ji wê qedera guhastinê xilaz nebû. Dewra ku bedîla sirmaniyê r’a bû û zor dane h’ebandina êzdiyaye kemne k’av-k’ubar, êzdî neç’ar man bîr-bawariya zork’arê sirmana hildana ber h’esaba. Li hevk’etineke p’ir mezin der k’et û çend sedsala k’işand. Gele êzdiya serê xa gorî (qurbana) xayî kirina dînê xa kirin. Ro bi ro bên û ciyê êzdiya teng dibûn. Dergek gere ber êzdiya vebiya.

Çava di qewl û beyît’ê êzdiya da têne gotinê, hema di e’yînî wî waxtî da şêx Adî û hevalrêviyê wî, xeyîd bû yan jî çi, ji êla e’rebê serbajarê Xelîfeta sirmaniyêye wê demê Şamê der k’etin hatine ser e’rdê êzdiya, H’ekarê êwirîn.

H’ekar ciyê ç’iyayê bilinde û h’ezara sala berî hatina şêx Adî li wê derê binga h’ebandina êzdîtiyê hatibû danînê. Mix’arê (şikeftê) ç’iyayê H’ekarê da kuç’ikê p’arêziya êzdiya, ziyaretê wan hatibûn çê kirinê, li k’u jî K’oç’ek û Xasê êzdiya e’babetî Xudê dikirin û kuç’ik(agir) û nîşanê dînê xa xayî dikirin.

Şêx Adî û Cindiyê wî “ji dewrana dewran birîn”, bi di’a-dirozgê xa, bi sofîtiya xa, r’abûn-rûniştandina xa va dilê dîndarê H’ekarê k’irîn. Êzdiya şêx Adî nas kirin, qebûl kirin û bawariya xa jê anîn. Peyî wê yekê r’a êzdiya bi rêbirtiya û serk’êşiya şêx Adî ziyareta xaye qedîm LalişaNûranî bi zorê ji destê dijmina der xistin û Dergê Lalişê û Mora Kaniya Sipî h’emû êzdiya r’a careke dinê ve kirin.

Şêx Adî di Lalişê da bû serk’arê h’emû êzdiya û h’uk’umdarî hilda destê xa da. Şêx Adî û hevalrêviyê wî di zemanê xa da merivê zor xandî, zane, ulmdar û h’ak’im(fîlosof) bûn. Wana xandina e’rebiye fire di mek’teb û medresê bajarê Şamê da sitandibûn û însanê navdeng bûn. Angorî xastina demê û çetnayîya h’ebandina dînê kemn, şêx Adî dest pê kir
guhêzî kire di nava bîr-bawariya êzdiya, ayîn û qirar-qanûnê dînê êzdîtiye t’eze kir.

Şêx Adî û şagirtê wî êp’êce têrmê (giliyê) e’rebî û ferzê dînê sirmaniyê j; Quranê, k'itêba sirmaniyêve pîroz, hildan û sei êzdiya kirine ferz. Qewl, beyît’, di’a-dirozge êzdiya r’a serî da sewirandin û pê xeberê e rebî xemilandin. 01 û erk’anê êzdiyaye kemn jî guhartin: di nava êzdîxanê da h’ed û scd danîn, mirîdtî, sê h’erf, xûşk û biratiya axretê , sunet, mîrtiya şêxa, dîwana şexa, k eşkûla Şêx Adî kirine ç’ara serê êzdiya.

Şêx Adî navê Mêr-Miliyak’etê, Xudanê keinn danî ser her şagirî û hevalr’êviyê xa, cidê t’eze çê kirin û her yek ji wan cida ser binga ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues