La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Wer sind die Êziden? & Êzîdî kî ne?


Auteur :
Éditeur : VWB – Verlag Date & Lieu : 2013, Berlin
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN : 978-3-86135-298-3
Langue : Allemand, KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Ger. Kur. Kl. Kiz. Ezi. N° 2233Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Wer sind die Êziden? & Êzîdî kî ne?

Wer sind die Êziden? & Êzîdî kî ne?

Jan İlhan Kizilhan


VWB – Verlag


Über das Buch: Das vorliegende Buch in Deutsch und Kurdisch ist kein religionspädagogisches Buch, sondern ein Dialog und Wissensaustauch des Autors Jan llhan Kizilhan mit êzîdischen Kindern und Jugendlichen. Êziden (Yeziden oder auch Jesiden genannt) sind Angehörige einer kurdisch-sprachigen religiösen Minderheit. In Deutschland leben mindestens 80.000 Êziden. Die überwiegende Anzahl von ihnen kam in den 70er Jahren des vorigen Jahrhunderts im Zuge der Arbeitsmigration aus der Türkei. Allerdings sind in den letzten Jahren, bedingt durch politische Veränderungen im Nahen Osten und der ehemaligen Sowjetunion, Êziden verstärkt aus Syrien, dem Irak und dem Kaukasus, hier vor allem aus Armenien und Georgien, nach Deutschland geflüchtet.
Die Êziden haben nur wenige schriitliche Dokumente über ihre Religion und Kultur. Gerade die nachwachsende Generation fragt aber immer drängender nach Herkunft und Geschichte der Êziden, nach ihrer Religion und Identität. Oftmals sind die einzigen Informationsquellen die Geschichten und Erzählungen der Elterngeneration. Diese wiederum haben ihr Wissen meistens ausschließlich von religiösen Erzählern und Priestern mündlich erhalten. In einem Meer an mündlicher ungesicherter Information drohen religiöse und kulturelle Identität verloren zu gehen.
Deshalb hat Jan Lhan Kizilhan in Gesprächen mit êzîdischen Kindern und Jugendlichen Antworten zu drängenden Fragen êzîdischer Menschen gesucht. Neben Fragen zu Geschichte und Religion der Êziden rückten auch Kriegs-, Trauma- und Migrationserfahrungen in den Fokus.


Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan ist international anerkannter Experte der Transkulturellen Psychiatrie, kultursensiblen Psychotherapie und Traumatologie. Er studierte Psychologie, Soziologie und Iranistik in Bochum, Köln und Washington und ist Professor für Gesundheitswissenschaften, Psychologie und Migration. Er ist Autor zahlreicher Bücher und internationaler Publikationen. Er ist Gutachter für Gerichte und als Experte tätig für internationale Institutionen und Behörden. Er ist als Dozent, Forscher, Supervisor und Lehrtherapeut sowie als Romanautor aktiv.



PÊŞGOTIN

Di nivîs û mediya Almaniya de ku behsa Êzîdyan dikin ji wan re dibêjin “Yeziden” an jî “Jesiden". Em di vê pirtûkê de bêjeya Êzîdî bi kar tînin, ji ber ku Êzîdî di zimanê Kurdî wiha behsa xwe dikin.

Li Almaniya niha bi kêmayî 80.000 êzîdî dijîn ku bawermendên dînekî kêmhejmar in û bi zimanê kurdî diaxivin. Bi rêya panaberiya kar û bi taybetî êziydiyên ji Tirkiyê, di salên 70yan de hatine Almaniya. Û weha, bi sedema guherînên siyasî li Rojhilata Nêzîk û Soviyeta berê, di salên dawî de bi xurtî êzîdiyên Sûriya, îraq û Kewkasiya û bi taybetî ji Ermenistan û Gurcistanê ber bi Almaniya ve reviyan.

Êzîdî, ji herêmên welatên cuda, bi perwerdeyeke dibistanê gelek kêm koçberî Europa bûn û wek rawesteke pêwîst ji bo parastina dîn û çanda xwe jiyan û dijîn, ev dîn û çanda ku li malbat û teja êlî bi awayekî kevneşopî û fewdal temaşe dike. Civaka êzîdiyan bi tej û avahiya xwe bi awayekî teng bi hev girêdayî ye, ji jor ber bi jêr bi çîn û qatan hatiye beşkirin, bi awayekî ku hîç derfet ji biyaniyan re namîne da ku cihê xwe di nav vê civakê de bigirin.

Êzîdî ji sedsalan ve, li welatên xwe rastî êrîş û bindestiyê hatine, niha jî, ji nû ve li penaberiyê azadî, demokratî û mafên kesayetî û tevahî nas dikin. Stratîjiya wan heta niha xwedorpêçkirin û tenêhiştin li dijî zordariya islamî bû, herweha hevgirtina di nav xwe de û bi awayekî sert parastina rê û rismên xwe, ne tenê nirx û pîvan stratîjhiya baş e ji bo ku di cihana rojavahî de, dîn, çand û kesayetiya xwe biparêzin, herweha jî, ji bo têgihîştina giştî ya mafên mirovan bi pêş ve bibin. Cara yekê di 20 saiên dawî de, êzîdî hizirîn ku demdirêj û bi gelek nifşan dê li penaberiyê bijîn. Cara yekê li ser bingeha vî hizrî, bi gavên hayjixwe ber bi hevguncînê ve çûn.
Di hema demê de, di salên dawî de, bi taybetî teqînên terorîstên AI Qayîda sala 2007 û nepejirandina dîn û mafên wan yên civakî li îraqê hej- mara êzîdiyên ji wê herêmê li Europa pir bû. Lê hîn jî, civaka êzîdiyan ya herî mezin ku nêzî miliyonek kes e li bakurê îraqê dijî û li wir navenda wan ya pîroz dimîne. Ev kom bi hevpîvana bi êzîdiyên ku ji Tirkiyê di salên 70 yan de hatine Almaniya hîn bi tej û avahiya dînî sertir e ku ev yek bi xwe jî di hevguncîna ji aliyekî di nava civaka êzîdiyan bi xwe de û ji aliyê din ve di nava vê civakê de pêşberiyekê çêdike.

Li kêleka sanca deshilatiya mêran ya dînî, awirveguhastineke nû jî di rêya nifşên ku tên re dikare bê dîtin û cih bigire. Nifşên sêyem û çarem yê êzîdî bi awayekî zelal bûne xwediyên perwerdeyiyeke dibistanê hejmar- bilind û hejmara akademîkiyan her diçe bilindtir dibe.
Nifşê nû hewl dide ku hevhengiyekê di navbera teqezkirina xwe ya çandî û amadekariya xwe ji bo pêşberiya ho û mercên dinyayê yên nû nîşan bide. Ev yek bi xwe jî dibe sedema dijberiyek civakî û nifşî ku bargiranî û wes- tanên mezin bi xwe re tîne.

Tenê zarok û ciwanên êzîdî ku ji îraqê tên û ew bi xwe yan dê û bavên wan gelek tolhildan, şer, azar û revjiyane, pêwîstiya wan bi danek û piştgiri- yeke taybet heye ji bo ku bikaribin para xwe ji jiyana civakî ya çandî, aborî û siyasî li penaberiyê bistînin, da ku bi serkeftin xwe bi civakê re biguncînin.

Li ser vê bingehê min biriyar da ku pirtûkeke weha ji bo zarok û ciwanên êzîdî, belkî jî ji bo dê û bavên wan binivîsim. Ev ne pirtûkek perwerdeyiya dînî ye û bi çi awayî armanceke min nîn e ez zarok û ciwanan bînim ser dîn, bêtir ji vê ez di wê baweriyê de me ku dînê van zarok û ciwanan bi nirx û pîvanên xwe nûneriya jêmayekî (mîras) çandî, bîranînek tevahî, dike, ku ji bo kesayetiyeke ragîr û erênî pêwîst e.

Di encama Trauma dîrokî û dîroka bindestiyê ya êzîdiyan de, wan ni- karibûn heta niha rêya serpêhatiya xwe bibînin. Bi gengeşiya serpêhatiya tevahî dibe ku hin valahiyên bîranîna tevahî bên dagirtin, ev yek di gotin û pirsên zarok û ciwanan de yên bi mereqek bêhempa li ser pirsên min kiri- bûn hat ziman. Bi dîtina min serhorî û dîroka êzîdiyan, li penaberiyê beşek ji nasnameya van zarok û ciwanên êzîdî ye. Tenê dema hinekî ji vê dîrokê nas bikin, dikarin dîtina xwe li ser ava bikin.

Bêguman di jiyana rojane de wateyek pir ji vê dîrokê re nîn e, gerek e ew bibe zengîniyek bi gelek serpêhatiyên din re yên ku zarok û ciwan di jiyana xwe de dê bijîn û têbigihîjin. Wek mînak, ma ne pêwîst e ji zarokan re, bizanibin çima dê û bavên wan rojî digirin, rojên cejnan dikin û çima bisk û muhrkirin? Ev pirs û gelek pirsên din, bi sedema dorpêçkirina civakî, kêm- perwerdeyî û kêmxwendin û nivîsandin, li welatên xwe û ji sedsalan ve, pir caran nikarin ji hêla dê û bavan jî ve bên şîrovekirin.

Lê ev babet min li ser bingehek din jî bijart ku taybetiyeke wê ji dilê min tê: Tiştekî mîna vê li dinyayê, tirsek weha wek azar û terora li dijî takkesan yan jî li dijî komekê belav nebûye. Tiştek bi hema pîvanê mirov tûre nake, neqayîlbûna pir û lidijderketinê naxwaze.

Êzîdî û dîroka wan li vir wek nûnerên çarenûsa gelek kêmhejmarên îroyîn û bindestiya komên netewî xwe tînin ziman. Heta bi radeyeke bilind, li kêleka paşxaneya dîrokî, dînî, zanistiya mirovan û zanistiya civakî desthilatî û serdestiyê, bindestî û destberdanê, lê cegerdarî û berxwedanê jî, tîne ziman. Tenê bi cegerdariyeke mezin û hêzek berxwedanê bêhempa êzîdiyan dikaribûn heta niha li jiyanê bimînin û xwe bigihînin penaberiyê.

Ji bo min rêyek hêrifandinê û dûr û diröj bû û hîn jî weha ye. Di dema gelek hevpeyvîn û lêkolînan de, li ser encamên lêdana terorê li dijî êzîdiyên îraqê min nas kir ku, û çawa şerê desthilatiyê hemî çandan dihêrifîne û me- tirsiya tunekirina mirovan ya laşî û giyanî, li dar e.
Tevî weha hêviyeke min bi vê pirtûkê heye: Hêvî ew e ku kesên ji vî dînî, ku hîn li jiyanê ne, li penaberiyê beşdarî parçeyekî ji serpêhatiya xwe ya tarûmarkirî bibin; hêvî ew e ku zarok û ciwanên êzîdiyan û dê û bavên wan li ser wê yekê gur bikin da ku li welatekî azad û demokratji hevguncînê netirsin û ceger bikin rêyek nû bibînin ku di hema demê de nasnameya xwe biparêzin û wek hemwelatiyên beşdar di welatê nû de hebin. Tenê bi hizrên azad û kiriyarên çalak û bixêr rêya dahatuyê li ser gerdûnek nû vedibe û tenê eger êzîdî ji bo vê yekê amade bin ev guherîn dê rêveçûna sitemkariya sedsalan û di aliyê giyanî jî de ji hundir, rawestîne û dawiyê lê bîne.

Ev pirtûk ji sê beşeyan hatiye amadekirin. Pêşî ezê bi kurtî li ser axavtina bi zarok û ciwanên êzîdiyan re radiwest im, ku ev bingeha vê pirtûkê ye. Di bêşa mezin ya pişt re li ser bingeha hevpeyvinên bi zarok û ciwanan re li ser ola Êzîdiyan tê rawestandin. Beşa paşî bi taybetî bi hinek pêşniyar ji bo dayik û bavan hatiye amadekirin. Di ve beşê de agahiyên pêwist û pêşniyarên konkret tên dayin. Ev pirtûk bi çîrok û paşgotinekê tê dawiyê.

Jan Ilhan Kizilhan,
Kos 2012



Hevpeyvîn bi xwendevanê êzîdiyan yên dibistanê re

Li ser daxwaza hin mamoste û fermangehên ciwanan min serdana xwende- vanên êzîdiyan yên dibistanê, li dibistanên cihê, li Almaniya kir. Wan dixwes- tin bêtir li ser dîn û koka xwe bizanibin. Astengî wan hene ku gelek tiştên li ser êzîdiyan ji dê û bavên xwe bihîstine bi cih bikin û ji mamoste yan jî, ji hevalên xwe yên Alman re şîrove bikin. “Pêdanek rastî ye dema diya min dibêje Tawisî Melek 40.000 sal li ser ser zemînê geriya?” Xwendevan Alî pirs kir û bi hêviyên tije li çavên min temaşe kir.

Çîrok, serpêhatî û derencamên rastî çi ne dema pirs tê ser guherînkarê êzîdiyan Şêx Adî? Bi rastî dînê êzîdiyan dînê herî kevn e li dinyayê? Çima navê serokê firîşteyan li ba êzîdiyan Tawisî Melek e û wateya teyr Tawis çi ye? Çima marê reş li ba êzîdiyan pîroz e? Çima çênabe êzîdî ji kesên xwediyên baweriyên din bizewicin? Çima pergala çînî li ba êzîdiyan heye? Çima êzîdî nikarin xas, baqil û goştê berêz bixwin? Wê çi çêbibe eger êzîdi- yek li ser rêya dînê xwe neçe? Ev pirs û gelekên din di hevdîtinan de hatin gengeşekirin.

Her kêlî rave dikirin ku wan ev çîrok ji dê û bavên xwe û ji rêberên dîn bihîs- tine. Dînê wan bi devikî ji wan re hatiye gotin. Herweha xwendevanan rave dikirin ku li ser dînê wan bi zimanê kurdî ku êzîdî pê diaxivin tiştekî nivîskî nîn e.

Li Almaniya li ser êzîdiyan carcaran tiştin di ragihandinê de bihîstine. Lê ew jî hercar bi nebaşî hinekî tûre û neqayîl Meryem got û pê de çû, “wek mînak dinivîsin ku êzîdiyekî keça xwe kuşt ji ber ku têkiliya wê bi yekî ne êzîdî re hebû. Em wan tiştan nakin. Têkiliya vê yekê bi dînê me re tune ye” û li min temaşe kir wek ku pirsiyariya erêkirina min bike.

Ev pirs û gelekên din zarokan mijûl dikin. Ew dixwazin bizanibin êzîdiyatî çi ye û çawa mirov dikare li Almaniya bi vê nasnameyê bijî. Ew mereq dikin û zorpirs in bi netebatî dipên ku bikaribin her tiştî û bi rastî her tiştî ji wan re şîrove bikim. Lê berî dest bi bersivdana pirsên xwendevanan bikim, min ji polekî xwest da ku ew bixwe ji min re bibêjin ka ew çi ji êzîdîyatiyê û êzîdiyan dizanin.

…..




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues