WANEYAYEKEM
1. Pênaseya Muzîkê: Ji hevgirtina wan dengên lihev ku di derûna mirovî de afirîn pêk tê û di jiyana mirovan de berbiçav dibe. Bêjeya muzîkê ji bêjeya bi Yewnanî “miyuz’ê tê ku “miyuz” di efsaneyên Grekan(Yunana Kevnar) de yek ji xwedawendên helbestê ye.
Wateya terma muzîkê di roja îroyîn de ji ya serdema kevnar cuda ye, ji ber ku peyva muzîkê ji aliyê Grekan ve, bi wateya "hunereke berfireh" dihat bikaranîn û ji gelek warên hunerê; helbest, sema, şano, stran û amûrlêdanê pêk dihat, lê di serdema me de, tenê ji bo stran, kilamgotin û lêdana amûrên cur bi cur tê bikaranîn.
2. Muzîk Zimanekî Cîhanî ye: Çawa ku zimanê axaftinê yê asayî ji bo rastnivîsa peyv, hevok, babet, rapor û...hwd xwedî tîp û nivîsên taybetî ye, zimanê muzîkê jî ji bo nivîsandina awaz û parçeyên muzîkê, xwedî nîşaneyên taybet e û ew nîşane jî bi nîşaneyên muzîkê, dengên muzîkê yan jî pileyên muzîkê têne binavkirin.
3. Nîşaneyên Muzîkê: Grekî yekem gel bûn ku tîpên alfabeyê ji bo bilindî û nizmiya dengan bi kar anîne. Piştre Romayiyan ji wan wergirtin û navê "heft tîpên Latînî" lê kirin. Niha ev tîpên muzîkê li Almanya, Brîtaniya û Amerîkaya Bakur têne bikaranîn. Ew jî ev in:
A - B - c - D - E - F - G La - Sî - Do - Re - Mî - Fa - Sol
Quido Arisoi karî hin guhertinan di nivîsên wî cureyî de bike ku berê di rewacê de bûn. Û bi riya vê şêwaza nû karî perwerdeya muzîkê bi hêsanî bide û belav bike. Ev rê jî ji alfabeya muzîka latînî cuda bû, ku ji ber birgeyên yekem ên seredêrên stranên tertîliyên olî yên Maryu Hinna Me’emedanî derxistibû ku bi zimanê Latînî hatibûn nivîsandin. Û hemû tertîlbêjan ew dizanîn.
Sırûda Maryo Hınna Me’emedanî
Ji bo ku bi bêhnfirehî bêhna xwe vedî / Ut queant laxis Jî têne lêxistin (Li jiyan tê dan) / Resonare fibris Bûyerên sosret / Mira gestorum Berdest / Famuli tuorum Li gunehên wan xweş be (Li gunehên wan bibore) / Solve polluti Çakbûna gunehên wan / Labii reatum Ey Yohenna yê pîroz / Sancte lohannes
Ji ber ku, her dêrehelbestek (rêzika helbestekê) bi awayekî ji jêr ber bi jor ve dest pê dike; yanî pile bi pile û li gorî peyjeya mezin, ji ber vê jî destpêka wan dêran hatiye helbijartin ku bi vî awayê li jêr tê nivîsandin.
Kîteyên yekem ên serêdêran bûne navê heft dengên muzîkê: Ut - Re - Mî - Fa – Sol - La - Sî
“Ut” bûye dengê yekem ê peyjeya muzîkê ku heta îro jî li Fransayê tê bikaranîn. Lê belê ji sedeya şazdemîn û vir de Italiyan ev peyv guhartiye "Do" yê, ji ber ku gotina wê siviktir e.
Do – Re – Mî – Fa – Sol – La - Sî ..... |