La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Leyl û Mecnûn


Auteur :
Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1992, Stockholm
Préface : Pages : 352
Traduction : ISBN : 91 630 1486 6
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ka. Can. Ley. N° 2470Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Leyl û Mecnûn

Leyl û Mecnûn

Şêx Mihemed Can

Pencînar

Hin rastî hene nayêtin înkarkirin, hin şaşî hene nayêtin rast-kirin û hin gotin jî hene ku nayêtin jibîrkirin. Erê ev jî rast e ku mal bi xwedî be ava ye û sifra xwarinê ger bi destên kebaniyan be şên e. Ha wisan e zimanê kurdî jî bi lawên fedakar ên dilovan her ku diçe roj ji rojê zêdetir şênîtiya xwe radixêle pêşberî mirovatiyê û jê şax û perên nûjen diafirin; ji taristana gemar derdikeve û dibe wek gulîstana îremê.
Belam çi dema ku asîman dibe sayî û ewrên reş û tarî difirrikin bêbextiya xwe ji kurdan re kêm dikin, pêre pêre ziman û folklora kurdî jî geş dibin û ji qalikên qeşemgirtî derdikevin germiyanê, şax û tirhên kevnare yên ku ev 67 sal in hatibûne kurisandin jî katine nûjen didin, bejna xwe dirêj dikin û dixwazin ku xwe bigehînin wê sawiya ku sezayên devera lê ne.
.....



PÊŞGOTIN

Hin rastî hene nayêtin înkarkirin, hin şaşî hene nayêtin rast-kirin û hin gotin jî hene ku nayêtin jibîrkirin. Erê ev jî rast e ku mal bi xwedî be ava ye û sifra xwarinê ger bi destên kebaniyan be şên e. Ha wisan e zimanê kurdî jî bi lawên fedakar ên dilovan her ku diçe roj ji rojê zêdetir şênîtiya xwe radixêle pêşberî mirovatiyê û jê şax û perên nûjen diafirin; ji taristana gemar derdikeve û dibe wek gulîstana îremê.

Belam çi dema ku asîman dibe sayî û ewrên reş û tarî difirrikin bêbextiya xwe ji kurdan re kêm dikin, pêre pêre ziman û folklora kurdî jî geş dibin û ji qalikên qeşemgirtî derdikevin germiyanê, şax û tirhên kevnare yên ku ev 67 sal in hatibûne kurisandin jî katine nûjen didin, bejna xwe dirêj dikin û dixwazin ku xwe bigehînin wê sawiya ku sezayên devera lê ne.
Yek ji wan berhemên ku berî niha bi sed û heşt salan hatibû nivîsandin û ji 1925-an ve ye jî ku di qul û qewêran de veşartî mabû, herweha ku hawîdorê wê bi diranên mişkan tev hatiye kurisandin û piraniya rûpelên wê ku ji nêmê kufikî bûne; gelek rêzên wê jî heşifîne, ha ev pirtûka folklorî ya bi navê Leyl û Mecnûn e.

Ev pirtûka hêja ji aliyê Şêx Mihemed Can ve hatiye nivîsandin. Dema destpêka nivîsandina pirtûkê ne diyar e. Lê çewa di malikeke li dawiya wê de ku bi tarîxa koçê hatiye nivîsandin, di "Hezar û sêsed û duduyan de kuta bûye. îcar ev tarîx li hemberê ya Mîladî dike 1884. Ji bilî vê, çend rûpel medhiyeyeke Şêx M. Can jî heye, ku li ser Rewdneîma kekê xwe Şêx Evdirehmanê Axtepî nivîsîbû.

Li gor beyana nameyeke ji malbata Axtepiyan ku di 02 10 1992-an de gihabû min; Şêx Mihemed Can di 13-ê meha Şe'bana 1274-ên (1858/59-ê Mîladî) Koçê de li Axtepeya girêdayê bi qeza Çinarê ve (Diyarbekir) hatiye dinê û di heştê Sibata 1325-ên Romî (21'ê Adara 1909/10) de jî çûye dilovaniya xwe.(*)

Mihemed Can kurê Şêx Hesenê Nûranî ye, navê diya wî Şerîfe xanima keça mele Hesen e û birayê bindest ê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye.

Ji xeynî Şêx Evdirehmanê Axtepî û Şêx M. Can, du birayên wan yên din jî hebûne. Yek Şêx M. Sîrac e û yê din Şêx M. Nûre. Şêx M. Can jî sê kurên xwe hebûne; Mihemed Hesîb, Mihemed Mûnîr û Mihemed Behcet.

M. Can xwendina xwe ya destpêkê li cem bavê xwe kiriye. Piştre di Medreseya bavê xwe ya li Axtepeyê de li cem Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn xwendina Nehwtefsîrê, Hedîs, Mentiq xwendiye. Wî destûrnameya xwendinê ji Dersdarê menşûr ê Kurdistanê Mele Mihemedê Kurmuşluyê wergirtiye. Piştî wergirtina destûmameya xwendinê M. Can çûye Şamê û ji Mewlana Xalidê kurdî (**) yan ji hin xelîfeyên wî xelîfetiya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye.

Piştre Şêx M. Can şûnde vegeriyaye gundê xwe Axtepe û li şûna kekê xwe Şêx Evdirehman di Medresê de desdarî kiriye ta ku çavên xwe ji dinya ruhnik girtine.
Di Hezîrana 1992-an de fotoqopiyê pirtûka Leyl û Mecnûn digel wêneyê Şêx M. Can û yê kekê wî Şêx Evdirehman, bi alîkariya hin biraderan gihane min. Ev nusxa di dcstên min de, Şêx Eskeriyê kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ew di 1924-an de ji nû ve dîsa bi tîpên erebî nivîsiye û di Temûza 1934-an de jî kuta kiriye. Herçiqasî di wê navê re deh sal bihurîne û demeke dirêj e jî, lê bila nête jibîrkirin ku rûxandina Serhildana Kurd a bi serokatiya Şêx Seîd tîna xwe li her tiştî kiribû. Pirtûk ta niha jî nehatiye çapkirin.

Ev destnivîsa Şêx M. Can 148 rûpel e, digel beşa destpêk û ya dawî tê de 21 semav û 1882 beyt hene. Helbestên wê hemû xweşxwîn û rewan in; bi deh kiteyan dikişin û qafiyeya her du rêzên malikan jî yek e. Min jê re ferhengokek jî bi alîkariya mamoste Ferhad Şakelî saz kiriye û digel teksta bi tîpên erebî da çapkirin.

Êm ê hin agahdarî di derheqê serpêhatiya Leyl û Mecnûn de ji pirtûka Doktor Marûf Xeznedar (rûpel; 164-183) ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdi jêderk bikin û li jêr binivîsin:
- Qeysê kurê Mulhiyê kurê Muzahimê Amirî di 68-ê hicrî, 688-ê mîladî de miriye. Û Leyla jî keça Se'd e.

Helbestvanê gewre yê Rojhilatê Nîzamî Genceyî di sedsala duwanzdeyan de yekemîn e ku romaneke helbestên mesnewî û bi kêşa hezec, bi zimanê farisî li ser Leyl û Mecnûn nivîsiye.
Doktor Marûf Xeznedar gotiye, ku: Hemû şairên rojhilatê ji Nîzamî Gewre îlham girtine û serpêhatiya Leyl û Mecnûn nivîsîne.

M. Salih Dîlan gotiye: Yûsifê kurê Zekî Mueyyed ê bavê Nîzamî Genceyî Kurd bû. Ji îraqê koçî bajarê Qûmê kiriye. Diya Nîzamî ji mala Şedadê Kurd ê fermandarê navça Gencê ye.
Mele Mihemed Qûlî li ser Leyl û Mecnûn di 1140-ê hicrî, 1732-ê mîladî de nivîsiye.
Ehmed Şewqiyê Kurd ê helbestvanê Ereb li ser Leyl û Mecnûn (1868-1932) şanogeriyeke şi'rê nivîsiye. Destnivîseke din Mele Weledxan di 1885-an de nivîsiye. Destnivîsa Mîrza Şerîf ji aliyê Mele Rezayî ve di 1894-an de hatiye nivîsanddin.

Destnivîseke Harisê Bidlîsî heye, ku di 1758-an de serpêhatiya Leyl û Mecrûn nivîsiye. Ev nusxe 740 beyt û 24 beş e. Bi kêşa hezer û bi şîweyê mesnewî ye. Rojhilatnasa Soyet Rûdenkoyê ev nusxe wergerandiye rûsî û li serê şrove kiriye.
Mele Mehmûdê Bazîdî di 1808-an de wê Leyl û Mecnûna Fizûlî ku ji farisî wergerandibû tirkî, ji Tirkî wergerandiye kurdî û bi awayê pexşan nivîsiye.

Nusxeyeka Leyl û Mecnûn bi xetê Mîrze Qûlî Hersinî jî, bi tarîxa 1902 heye.
Di 1942-an de Mele Ferc Salih Şebkî beşek ji Leyl û Mecnûna Nîzamî ji farisî wergerandiye kurmanciya jêrîn. Elî Kemal jî di 1950 de teksta Nîzamî wergerandiye kurmanciya jêrîn.
Helbestvanê Kurd Ebdulcebar Axayî Kanî, wê nusxa ku wergerandibûne tirkî, wergerandiye kurdî û sê caran li çaapxana Kurdistan hatiye çapkirin. Çapa duyemîn di 1969-an de derçûye.
Nexwe eve eşkere bû ku serpêhatiya Leyl û Mecnûn pêşî bi zaravayê goranî, piştre bi yê kurmancî û hêj bi yê soranî hatiye nivîsandin. Îcar li gorî van agahdariyên li jor, destnivîsa herî dirêj li ser Leyl û Mecnûn, ev pirtûka Şêx M. Can e.

Şêx M. Can bi helbestkî serpêhatiya evîna Leyl û Mecnûn bi zaravayê kurmancî nivîsiye û ji me re diyarî hiştiye. Em ji bo vê diyariya wî pir spas dikin û heta bi hetayê jî xwe jê re deyndar dihesibînin.
Şêx Mihemed Can di destpêka pirtûka xwe de sedemê nivîsandina bi zimanê kurdî weha beyan kiriye:

Kurmancî qesaidê di mewzûn
Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.

Turkî hene, nîne kurdewarî
Kurdî wekî kenzeke veşarî

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad
Leyla sîfet ew bi ah û feryad?

Şêx M. Can gilî û gazinên xwe ji felekê pir kirine, ku Kurd wisan li holê bêxwedî mane û ku kesekî li wan xwedîtî bike jî nîne. Herwisa dema wî ev çend malikên li jêr nivîsîne, guh li pendên mamosteyê nemir Ehmedê Xanî kiriye û dest avêtiye xameya rengîn, pê dilsoziya xwe aniye zimên:

Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedanê şîrek

Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris
Carek bibûna li ber me naqis

Her şairekî zebanê Kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan

Emma ku xwedan ji bo me nîne
Nêv Rom û Ereb ne ademî ne?!

Her mêrê di wan de ejdiya ye
Nêv Rom û Ereb wekî çiya ye

Ger yek jî bit û deh ji Etrak
Hemyan bikitin bi şubhetê xak

Ekradîsîfet sexî tu nin qet
Wan qehwe diçin bi şubhetê şet

Nivîskar herçiqasî xwe sezayê nivîskariyê nedîtiye jî, lê ew xîreta welatperwerî ku lê hebû destûra sekn û betaliyê nedaye wî ku ew xwe bêdeng bihêle. Û bêdengiya xwe dîsa bi van çend malikên li jêr şikandiye, gewhera kana xwe derxistiye bazara xerîdaran û pêşkêşê kirroxan kiriye:

Hasil ketime te 'essuba wan
Xîret me kişandî bi qelb û can

Neku me heye tu qabiliyet
Belkî me heye hinik ji xîret

Behsê bikin em ji halê Mecnûn
Leylê bibe pê dil û cîger xwûn

Elfazê di kurdî pur yêrîn in
Meqbûl in û wek durrê semîn in

Li gorî vê pirtûkê bikurtî serpêhatiya Leyl û Mecnûn weha çêbûye:
Li Yemenê êleke bi navê Benû Amir hebû. Ew êl, bi miro-vatî û camêrtî menşûr bûbû. Kurek ji serokê êlê Milûhiyê kurê Muzahim re çêdibe, navê wî datînin Qeys. Dema lawik dibe şeş- heft salî, bavê wî ew dixe dibistanê.

Qevs di dibistanê de bi Leylaya keça Se'dê şêxê êlekê re dibe hevalders. Herdu hev dihebînin û dil dikevin êkdu. Piştre evîna wan li nav xelkê belav dibe, heta ku bavê Leylê jî seh dike û êdî nahêle keça wî here dibistanê. Piştre Qeys jî dest ji dibis-tanê berdide û ji ber agirê evîna Leylê bi çolan dikcve, yekcara jî li hawîdorê êla bavê wê diçe û tê, bi umîda belkî ku wê bibîne. Bi wê yekê Qeys di nav xelkê de bi dînîtî tê navdarkirin û jê re dibêjin mecnûn.

Bavê Mecnûn diçe çolê li kurê xwe digere. Dema wî dibîne ew tîne malê û nahêle êdî derkeve der. Piştre diçe Leylê ji kurê xwe re dixwaze. Lê bavê Leylê dibeje kurê te dîn e, ez keça xwe nadim wî. Mecnûn radibe dîsa bi çolan dikeve û Leylê jî ji evîna wî re derdmend dibe.
Li wê herêmê zilamekî pir dewlemend bi navê îbnu Selam hebû. Dema ew salixê delaliya Leylê hildide, diçe nextekî pir zêdc dide bavê Leylê û wê ji xwe re dixwaze.

Di wê navê re rojek ji rojan Newfelê, ku mezinê êleke herî mezin bû diçe nêçîrê. Ew li çolê Mccnûn dibîne. Çaxê ku sedemê dînbûna wî ji bcr evîna Leylê fam dike, wî bi xwe re dibe malê. Piştre ew leşkerê xwe hazir dike û diçe şerê bavê Leylê, da keçikê bi zor jê bistîne û bide Mecnûn. Lê di dema şer de Mecnûn ji bo xatirê ku dilê Leylê nemîne, ji leşkerê bavê Leylê re dua dike. Ewçax Xwedê dua wî dipejirîne, Newfel dişike û leşkerên wî hemû direvin.

Careke din Newfel leşkerekî hêj bihêztir hazir dike û dişîne ser bavê Leylê. Lê ev car Mecnûd nifir li bavê Leylê dike û Newfel zora wî dibe. Çaxê Newfel dest davêje milê Leylê ku bibe, bavê wê dibêje: Ma tu yê qîza min çewa bidî mirovekî dîn? Newfel bi wê gotinê tête girêdan û dest ji Leylê berdide, leşkerê xwe şûnde vedikişîne û diçe mala xwe.
Dema leşkerê Newfelî çûye ser bavê Leylê, kêfa Leylê jî pir hatiye û gelekî dilxweş û şadan bûye. Lê gava bavê wê Nefselî daye bawerkirin ku keçeke bi aqil ne babeta yekî dîn e, êdî wê xwe bi temamî wenda kiriye, ketiye şûfê dînan û mîna Mecnûn lê hatiye.

Ibnu Selam daweta xwe lidar dixe û govendgêriyên pirtexlît ji nav ereban dicivîne. Dawetvanî diçin destên Leylê hine dikin û wê diguhêzin. Êvarê dema îbnu Selam diçe mehfela Laylê, Leylê dibêje wî: Ez dilketiya Qeys im, bavê min ez bi zor dame te û navêm ku tu têkilê min bibî.
Piştî wê gotinê, îbnu Selam hîç têkilî Leylê nabe, lê pir xemgîn dibe, nexweş dikeve û çend roj şûnde jî dimre. Tu nabêjî, dema Mecnûn dibihîze ku Leylê mêr kiriye, bi Zeyd re nameyek bo wê dişîne û wê bi xayintiya di evînê de tawanbar dike. Lê belê herçiqasî Laylayê bersîva wî dide û dîsa jî dirustiya xwe jê re eşkera dike, lê Mecnûn jê bawer nake?..

Bavê Mecnûn radibe dîsanê diçe li kurê xwe digere, da wî bibîne û bibe malê. Dema ew kurê xwe dibîne, dike nake Mecnûn pê re naçe. Piştre Mecnûn êdî xwe dide jiyaneke çolane û bi koviyan re dibe hemrah. Li çolê ew dest bi nivisandina hel-bestan dike. Yekcaran jî diçe nik hozanên bi navuden û di ilmê evînê de bi wan re niqaş û dehkere dike. Bi demekurtekê şûnde jî bavê Mecnûn ji derdê wî serî dide haziran û dimre.
Piştî mirina îbnu Selam, Leylê bi qîzantî radibe diçe mala bavê xwe û xwe dîsa ji bo gihandina Mecnûn hazir dike. Lê dema ew dibihîze ku Mecnûn jê dilsar bûye û evîna xwe jê vekişandiye, nexweş dikeve û radibe diçe li çolan digere heta ku wî dibîne. Ew çax Mecnûn Leylê nanase. Leylê xwe pê dide nas-kirin, îcar Mecnûn têkil nabe û xwe jê dûr dike, wê bi xayintiya bi xwe re tawanbar dike. Erê her çiqasî Leylê mesela xwe û Ibnu Selam dibêje jî ku hîç ew têkilî wê nebûye, Mecnûn jê bawer nake.

Leylê bixemsarî vedigere mala xwe û êşeke bêderman lê peyda dibe. Ew nexweşîn wisa lê didomîne heta ku ji derdê Mecnûn dimre.
Çaxê Mecnûn dibihîze ku Leyla ji derdê evîna wî miriye, gelekî li ber dikeve û ji dîtina xwe ya berê poşman dibe, hema radibe diçe ser gora wê. Li wir ew rûdine û digrî, digrî û bi rojan, bi heftiyan dimîne, êşa evînê xwe lê teze dike û li ser gora Leylê dimre. îcar wî di gora Leylê de binax dikin. 17 07 1992

Zeynelabidîn Zinar

* Di navbera tarîxa Romî û ya Mîladî de 584 sal hene û destpêka mehên Romî 13 rojan piştî yên Zayînê ye.

** Mewlana Xalidê Kurdî di 1776-79'an de hatiye dinê û di 1828'an de jî wefat kiriye.

Kîtabê Leyla û Mecnûn

Ruba'î (Çarîne)

Dunya wekî leylan û serab e, nezerê ke
Beyhûde bes e, hinde cefa û kederê ke
Huba vê cîhanê gelekî jê hezerê ke
Mestane û mestûrî be, tê jî seferê ke

1924
M. Eskerî
(îmza)

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

Bi îsmê te Xwedayê heyy ê ekber
Ewel bikim îbtîdayê defter

Bê îsmê te îbtîdayî nabe
Bê namê te name nasewab e

Ev îsm e ku alema wucûdê
Pir işqê kirî bi vê şuhûdê

Navê te ku işqî lê nîqab e
Ew navê li Lewhê ser rîqab e

Işqê ji wî navî Erşê d'îsand
Ewel Qelemê li Lewh nivîsand

îsmê te ye işqê daye kewneyn
Navê te ye ulfê xiste mabeyn

Kurmancî qesaidê di mewzûn
Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.

Turkî hene, nîne kurdewarî
Kurdî wekî kenzeke veşarî

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad
Leylasîfet ew bi ah u feryad?

Işqê qe nekirne ew belakêş?
Hicre qe nekirne ew cîgerrêş?

Min dî hene, lêkî bê mecal in!
Puraqil û sahibê kemal in!

Sahibhuner û xwedanhewes bûn
Lê şubhetê teyrekî qefes bûn!

Wan nîne musîr û ne debîrek
Ne padîşehek, ne wan wezîrek!

Peyda bikirager me emîrek
Sahibhuner u xwedanê şîrek

Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris
Carek bibûna li ber me naqis

Her şa 'irekî zebanê Kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan

Her şi 'r û qesîde dê bigota
Dunya serobin hemî bisota

Emma ku xwedan ji bo me nîne
Nêv Rom û Ereb ne ademî ne?!

....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues