La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Cografya Kurdıstanê


Auteurs : | |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN : 91-87730-44-8
Langue : KurdeFormat : 175x240 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tig. Cog. N° 3201Thème : Géographie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Cografya Kurdıstanê

Versions:
  • [Stockholm, 1993]

Cografya Kurdıstanê

Amed Tîgrîs,
Nasir Razazî,
Fahad Gardawan

Apec

Kurdistan, li Rojhilata Navîn di navbera meridyên 30-40'î û paralelên 37-48'î de ye. Kurdistan ji bakur ve cîranê Gurcistan û Ermenistanê, ji rojhilat ve yê îranê, ji başûr ve îraq û Suriyeyê û ji rojava ve jî cîranê Tirkiyê ye.
Tevayiya Kurdistanê nêzîkî 520.000 km2 ye. îro 250.000 km2 di bin bandora Tirkiye, 175 km2 ya îran, 72.000 ya îraq û nêzîkî 23.000 km2 jî di bin bandora Suriyê de ye.
Kurdistan, ji bakur heta başûr 1000 km û ji rojhilat heta rojava 750 km dirêj e.
.....



PÊŞGOTIN

Me her beşeke Kurdistanê wekî herêmeke serbixwe girt dest. Herweha cografya Kurdistanê ji çar mijarên cuda pêk hat. Lê, hezar mixabin, me di warê çavkanî û amadekirina nivîsaran de gelekî çetinayî dît û kişand.

Di pêngava xebata me ya duyem de, me berhemên xwe pêşkêşî çend mamoste û zimanzanayên Kurd kir. Ji derî wan kesan, ji bo rastiya çavkaniyan, me ji kesên herêmên cuda cuda jî pirsî û di derbareyê herêma wan de agahdarî ji wan girt.

Divê û pêwîst e ku ji alîyê xwendekar û xwendevanan ve çend xal baş bên zelal û dîyar kirin:
Ya yekem; ev cara pêşî ye ku li derî welêt ji bo xwendekarên dibistanan cografya Kurdistanê tê nivîsîn. Ev jî, ji bo me gelekî karekî giran û zehmet bû. Çavkanîyên nivîsî gelekî kêm bû. Ne tecrûbeyên me hebûn û ne jî heta îro di vî warî de tû berhem nehati bû efirandin ku em ji wan fêde bibînin. Heger hebûn jî em nikari bûn bi dest bixin.

Ya duyem; Kurdistan welatekî gelek mezin û dewlemend e. Cografya Kurdistanê mirov nikare bi çend cîltan binivîse. Pêwîst e ku ji bo her polî (sinifî), ji pêngava navîn heta unîversîtê pirtûkên li ser cografya Kurdistanê bên nivîsîn. Mercên me yên welê jî îro qet tune ne. Ji ber vê yekê, me ev pirtûka ji bo pêngavên navîn û bilind ( polên 4-5-6- 7-8-9-an- ) amade kir. Lê, mirov dikare ji bo lîseyê jî bi kar bîne. Tîka me ji xwendekar û xwendevanan ev e ku bi çavekî weha li me û li pirtûkê binêrin!

Beşa Bakûr û Başûrê Rojava Amed Tîgrîs, Rojhilat Nasir Razazî û Başûr jî Fahad Gardawan amade kir. Amed Tîgrîs, ji aliyê hilbijartina babet, naverok, ziman, pedagojî û teknîkî ve ber-pirsîyariyê girt ser milê xwe. Di demeke kurte de, dê ev pirtûk bi tîpên erebî û zaravayê soranî jî bê çap kirin.

Cîh û qada Kurdistanê

Kurdistan, li Rojhilata Navîn di navbera meridyên 30-40'î û paralelên 37-48'î de ye. Kurdistan ji bakur ve cîranê Gurcistan û Ermenistanê, ji rojhilat ve yê îranê, ji başûr ve îraq û Suriyeyê û ji rojava ve jî cîranê Tirkiyê ye.

Tevayiya Kurdistanê nêzîkî 520.000 km2 ye. îro 250.000 km2 di bin bandora Tirkiye, 175 km2 ya îran, 72.000 ya îraq û nêzîkî 23.000 km2 jî di bin bandora Suriyê de ye.
Kurdistan, ji bakur heta başûr 1000 km û ji rojhilat heta rojava 750 km dirêj e.

Niha li beşa Bakurê Kurdistanê qasî 18, ya Rojhilat 8, ya Başûr 5 û ya Başûrê Rojava jî, qasî 2 milyon Kurd dijin. Li Komarên Sovyetê yên kevin milyonek û li Ewrûpa jî, ji nîv milyonî bêtir Kurd hene. Bi tevayî hejmara Kurdan 34,5 - 35 mîlyonî dibîne.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues