Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yekbin


Nivîskar :
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1981,
Pêşgotin : Rûpel : 100
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 145x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Gun. Yek. N° 139 (2)Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Yekbin

Yekbin

Gundî

Compte d’auteur

Di vê pêşgotinê da ez naxazim li ser helbestan bisekinim, ev karê rexnevana ye, lê ez dixazim çend gotinan li ser çarçoyên helbest-an yên dîrokî bêjim û bîrûbaweriya xwe bi kurtî li ser rola huner û wêje bi tevayî û li ser rola helbestvan, nivîskar û hunermendên kurd bi taybetî dîyarkim. Ez çend gotinan derbarê zimanê kurdî jî pêwîst dibînim.
Piştî 6-7 sal dûrbûn ji welat min dest bi nivîsandina van helbestan kirîye û çawa ez rewşa xwe ya taybetî (şexsî) bi doza netewî va girêdayî dibînim, wisa jî hevgirêdana doza netewî û ya navnetewî jî dibînim.
Bi helbestan da min gelek caran gotîye dayîk û her carê jî dayîka min hatîye pêş çavên min. Her carê navên welatan jî hatine, Kurdistan bûye perda birînan di rûyê min da. Min tu caran jî bawernekirîye, ko azadîya gelê me ji azadîya gelên Rojhilata Navîn û ji azadîya hemû gelên cîhanê bêye birîn.
....



PÊŞGOTIN

Di vê pêşgotinê da ez naxazim li ser helbestan bisekinim, ev karê rexnevana ye, lê ez dixazim çend gotinan li ser çarçoyên helbest-an yên dîrokî bêjim û bîrûbaweriya xwe bi kurtî li ser rola huner û wêje bi tevayî û li ser rola helbestvan, nivîskar û hunermendên kurd bi taybetî dîyarkim. Ez çend gotinan derbarê zimanê kurdî jî pêwîst dibînim.

Piştî 6-7 sal dûrbûn ji welat min dest bi nivîsandina van helbestan kirîye û çawa ez rewşa xwe ya taybetî (şexsî) bi doza netewî va girêdayî dibînim, wisa jî hevgirêdana doza netewî û ya navnetewî jî dibînim.

Bi helbestan da min gelek caran gotîye dayîk û her carê jî dayîka min hatîye pêş çavên min. Her carê navên welatan jî hatine, Kurdistan bûye perda birînan di rûyê min da. Min tu caran jî bawernekirîye, ko azadîya gelê me ji azadîya gelên Rojhilata Navîn û ji azadîya hemû gelên cîhanê bêye birîn.

Ez xwe welatparêz dizanim, lê ez ne netewperestim.
Ez hemû netewan wekhev dibînim û heya ji min bê ezê li dijî destdirêjîya netewekê li ser neteweke dî rawestim.

Bi vî awayî ezê tu caran li hembera zordarîya li ser gelê kurd bê deng nemînim.
Ji alîyekî din va em baş zanin, ko hin çîn û tojeyên civakî ji ne tewê kurd li dijî azadîya gelê me ne û bûne maşa di destên zordarên Kurdistanê da.
Şerê me bi wan ra heya nemana wane.

Armanca me ji azadîya gelan ne tenê kişandina sînorên welatan û bilindkirna ala netewîye.
Armanca me rizgarkirna mirov ji birçîtî.. nezanî, nexaşî.. ji zordarîya aborî..civakî.. sîyasî.. çandî ye.

Armanca me wekhevîya gelan wekhevîya jin û mêran wekhevîya gund û bajaran û wekhevî û yekbûna karê bi dest û karê bi mijîye.

Em pêşketlnê dixazin.
Em aştîyê dixazin.
Em dixazin kuştin..lêdan..zîndan xûnmijî..kedxûrî ji cîhanê rabin.
Em dixazin neweyên diwaroj van gotinan tenê di ferhengan da.. di pirtûkan da.. di filman da binasin. Bila ew bi nemirovanîya dema me bikenin..
Bila ji hev bipirsin: Çima bav û kalên me goştê hev dixarin..??

Em hevkujîyê naxazin.
Em biratîyê dixazin.
Bila dilşadî.. cejn û newroz konê xwe vegrin.. cîhanê hembêzkin...

Seba ewrên reş ji hev werin belav-kirin..seba zevîyên qehwê..zevîyên birincê neyên şewtandin..seba dîsa ji donê mirovan sabûn neyê çêkirin. dako Hîroşîma serî hilnedin..pir-nebin... pêwîste kes bê deng nemîne.. pêwîste her kes şûrê xwe rake û di têkoşînê da beşdarbe.. pêwîste azadî..aştî..bajarvanî.. diwaroj werin parastin.
Di ve rêya dûr û dijwar da hunermend.. helbestvan.. nivîskar.. zana.. fîlosof gîyanê (rihê) karvanê xebatê ne..
minarên bilindin..
çirayên geşin...

Yê ko berpirsîyarîya xwe nasî û bi kar û barê xwe rabû, cihê xwe di dilê gelê xwe da..di dilê mirova-yetîyê da girt.
Lê yê ko rola xwe nenasî, tenê jî-yana xwe derbaskir..jibîrbû û çû.
Barekî giran tê ser milên huner-mend û nivîskarên kurd jî.
Ev welatê xaş wek gulistan û ev gelê kevnar û qehreman gelek caran bûne kêla nîşana dijminan..

Kurdistan gelek caran bûye meydana talan û xûnrijandinê, û aborîya Kurdistan
Civaka Kurdistan
Çanda Kurdistan... ketine bin nîrê bîyanîyan, û rêya pêşketinê windabûye...
Iro ji Kurdistan perçe perçeye.. birîndare..di bin nîrê bîyanîyan da ye.. li rêya pêşketinê.. li rêya azadîyê.. li rêya serketinê digere.

Û eger serpêşîya tevgera kurdi ta sala 1975an di destên axan, şêxan û melan da bû, lê ew niha ji wê bergehê derbasbûye yan jî derbas-dibe. Ev çend salên dawî dema ze-lalbûna ramanan û cudabûna hêzan bûn. Zelalbûn hên jî berdewame.
Dîyare, ko her bergeheke dîrokî li gor tenga pêwendîyên aborî û civakî raman û rêxistinên xwe yên sîyasî jî dertîne.

Iro civaka Kurdistan di dema he-jandina bingehî..di dema guhartin û nûhkirinê da ye.
Ji bo ev doza guhartinê bi baş-tirîn şêwe..bi serfirazî biçe se-rî, gereke pireyên bi stûnên po-latî werin amadekirin.
Bê hestîyê piştê mirov nikane ra-be ser xwe. Hestîyê pişta tevgera azadîxaza gelê kurd karker, cot-kar, ronakbîrên şoreşger û hemû welatparêzên kurdin, û stûnên ji polêt jî rêxistinên şoreşger û pêşengîne.
Ji vir da karê nivîskarên kurd destpêdike, û ji vir da jî barê giran têye ser milên wan.

Nivîskarên kurd
Helbestvanên kurd Hunermendên kurd
Zanayên kurd..di amadekirna pirên polatî..pirên serketinê da beşdar bin..asoyan ronbikin..zengilan lêxin...
Di nav rêzên karkeran da..di nav rêzên cotkaran da..di nav komên gel da bi bêhneke fireh..bi sebir. bi dûrbînî çira xwe hildin..bê rawestan rêya nîşandin..hêvîyan belavkin.
Kurdistan ne tenê bi cografî kane bibe dilê Rojhilata Navîn..
Kurdistan kane di warê sîyasî da jî bibe dilê Rojhilata Navîn..

Lê pêwîste em şîyarbin.. em zanabin..em yekbin.. pêwîste em lawên demê xwe bin.
Bo zimanê kurdî ez dixazim van go-tinan bi vê bangê destpêbikim: (Ronakbîrên kurd xwe bidin pêş.. binivîsin..bi kurdî binivîsin.. di hemû beşên zanistan da binivî-sin..)
Çiqas kêmanîyên nivîsandinên me hebin jî pêwîste em bi zimanê xwe binivîsin.
Ez baş zanim, ko gelek heval hene kanin bi zimarên din ji zimanê me asantir û baştir binivîsin, lê weke Ehmedê Xanî gotîye: Ma mirov zaroyê xwe yê nexaş bi zaroyê cî-ranan yê xaş diguhêre..?

Bi firehbûna tevgera kurdîya sî-yasî ra tevgera hunerî, wêjeyî û çandî jî firehdibe û berxwedide, ji sînor û barên şûnmayîna dirêj rizgarbibe.
Zordarîya li ser Kurdistan çanda me di tengeka nizim da hêştîye. U çawa çanda netewekê wê pêşva here, eger li şûna mamostan ji wê ra cendirman dişînin..eger li şûna xwendegehan ji wê ra zînda-nan avadikin..û eger gotina: ”Ez kurdim" heya di dawîya sed-sala 20an da cirmeka mezin tê hejmartin..??

Lê tenê qehremantîya gelê me va bûye histirîyê di çavên dijminan da, zimanê kurdî li nav newal û çîyayên Kurdistanê parastîye.
Tunebûna dewleteka kurdî pirsa pêşvabirna ziman û çanda kurdî dijwardike û li şûndihêle.
Lê eger em di binê zîndanan da bin jî, pêşvabirna vê dozê barê me ye û pêwîste em xudanên doza xwe bin.

Li gor kanînên xwe û qasî gavên em kanin bavên gereke em tu caran ranewestin. Dendikên em îro biçî-nin wê siba bibin dar û ber bidin.
Ev kara jî beşeke ji beşên şoreşa diwaroj, na ev kara beşeke ji be-şên şoreşa îro jî.
Şoreşa civakî..şoreşa, ko kanibe civakê biguhêre, ne di rojekê da destpêdike û ne bi gavekê jî diçe serî û ne jî bi bêhnekê wek tavên biharê derbasdibe-.

Şoreş zincîreka gelek dirêje ji hezaran kar û barên dijwar li hemû tengan û bi gelek şêwan.
Ji welatparêzên rast jî têye xastin, ko bê rawestan..bê ax û of qulpên zincîrê amadekin û bihev-xin.
Zimanê kurdî li şûnmaye ev raste, lê dilê xwe zîndî maye..xaşe, ew jî rêzimana kurdîye.
Gotinên erebî, tirkî di zimanê me da pirin, û pir caran gotinên zanistî û nûjen bi kurdî nayên dîtin, nemaze di zaravê kurman-cî da. Ev jî encama (netîca) rewş û dîroka gelê me ye.
Carna hevalin dibêjin: Bi zimanê gundîyan binivîsin.

Ev gotina çiqas xaş jî têye bi-hîstin, lê bi bîrûbawerîya min dîtineka zor tenge.
Eger em bixazin çîrokan yan sti-ranên gelêrî binivîsin yan di ten ga elêfbayê da bimînin, zimanê gundîyan wê têrê bike. Lê eger em bixazin çanda kurdî pêşva bibin û pirtûkxana kurdî bi lêkolîn., lêgerîn..wergerandin dewlemend-bikin di hemû beşên zanistan da, wek wêje, huner, dîrok, cografya, sosyolojî, psîkolojî, kîmya, fîz-ya, hendese, felsefe, doktorî... û her weke dî - û bi bîrûbawerîya min ev xasteka tevgera me ye ji îro da -, zimanê gundîyan zor hin dike û nikane vî barî rake.

Gelek girînge, mirov zanibe çi û bo kê dinivîse.
Bi kurtî ez. dixazim bêjim, weke hemû doz û pirsên civakê ziman jî ji zemên nayê birîn. Ziman jî pê-wîste bi zemên ra gavke.
Eger tenê li tenga zanîna gundî-yan were nivîsandin, zimanê me wê di cihê xwe da bimîne, ji ber ko piranîya mezin ji gundîyên me bê xwendinin, û zanîna mirovê nexwen dî ji sînorên gund û navçeya wî derbasnabe.
Rakirna nexwendinê û pêkanîna şo-reşa çandî bi firehî û bi bername di sînorên welêt giştî da wê di dema serketina şoreşê da pêkbê.

Wisa li Kuba..li Angola..li Mozem bîq..li Nîkaragwa u berê li Yekî-tîya Sovyêtî û welatên sosyalîst çêbû, û wisa iî wê li Kurdistanê çêbibe.
Bêguman cLibê em bi çavekî bilind li nivîskar û zanayên xwe temaşe-kin, lê karê heya niha çêbûye zor kême li gor xastekên tevgera me di bergeha teze da.
Bema me dema şoreşa zanistî û têk nolojîye li cîhanê giştî. Ew ban-dora xwe dide jîyana gelê me jî û merc û xastekên nuh peydadike. Li gor van guhartinan pêwîste tevge-ra me jî di hemû waran da karbike.
Bo dema me ya îro çend tiştên bin gehî hene pêwîste em li ser bimî-nin û têxin kar:

1- Zaravên zimanê kurdî ji hev bibin û hevdû zengînbikin û bere-bere berve yekîtîya zimên herin.

2- Ji ber ko zimanê kurdî ji mal-bata zimanên îranîye, pir gotin di van zimanan da weke hevin ya ji hev zor nêzîkin. Em kanin gelek sûd (fayde) ji zimanên îranî wergirin.

3- Gotinên bîyanî di zimanê me da eger bi rastî cihê xwe girti-bin, pêwîste bimînin. Lê bona hevalên dixazin di pêşvabirna ziman, wêje û çanda kurdî da karbikin, ez pêşneyardikim, ko xwe bi zimanên erebî, tirkî û farsî jî mijûlbikin. Bo pêşva-birna zimanê me ev arîkarîyeka hêjaye.

4- Bo gotinên zanistî teze yên li pir welatan belavdibin em jî kanin wergirin û zimanê xwe pê dewlemendbikin. Lê ne weke tir kan, ko zimanê xwe kirine nîv fransî. Pir caran tişt hene bi zimanê netewî baştir tên dîyar kirin, û mirov baştir têdigehê. çêkirna gotlnên nuh di zimane-kî da ne kêmasîyeke, belkî hên xurtbûna wî zimanî nîşandide. Eger mirovê wan gotinan bihev-dixe, çêdike û belavdike, zana be û têgehîştîbe, wê kanibe glek arîkarî bide zimên û bi zanişş tî pêşvabibe.

Ne bi şêwakî otomatîkî gotin werin çêkirin, lê bi pirskirin ji gel ji zimannasan..bi lêgerîn..bi lêkolîn di pirtûkan da..di ferhengan da.. di helbestan da û bi lêgirtin bi zimanên din va.
Gotinên hêja wê cihên xwe di nav zimên da bigrin û yên ne rast wê bikevin û cihnagrin.
Binivîsin..binivîsin..di hemû b£ şên zanistan da binivîsin...
Tenê di nivîsandirê da zimanê me wê pêşva here û dewlementir bibe, û zaravên xwe wê bervehev werin û di diwaroj da yekbin.
Bo navê dîwanê ez fikirîm, û pir nav hatin pêşîya min wek;
Rêya Newroz..Vaye Rê..Banga Ser-ketin..Elêfbaya Serketin û gelek navên dî.

Lê min kûrtir bala xwe aayê..
min dî bê yekbûn..
rê naçin serî..
serketin çênabin..
newrozên rast nayên...
Loma min ji banga: Yekbin
baştir tişt nedî.
Bi rêxistinên şoreşger da yekbin
Di enîyên nîştimanî da yekbin
Bi karkerên hemû welatan û gelên bindest ra yekbin.

Gundî

20.2.1981

Bendewarîm...Werîn

Ba û bahozên hên ji dayîk
Hêdî hêdî
Ji derd û êşên bindestan
Ji nalînên girtîyan
Ji ax û ofên birçîyan
Ji xûna şehîdan
Ji hêstirên çavên sêwîyan
Ji têkoşîna welatparêzan
Bi çav dlbin
Bi dest dibin
Bi ling dibin
Dixuşin
Dimeşin
Dibezin
Tên
Tên
Di rê da tên

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar