The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Darên behîvê berên xwe dişewitînin


Author :
Editor : Belavgeha Hogir Date & Place : 1998-01-01, Bonn
Preface : Pages : 120
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 150 x 210 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Heb. Dar. N° 4420Theme : Poetry

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Darên behîvê berên xwe dişewitînin

Darên behîvê berên xwe dişewitînin

Husên Hebeş

Belavgeha Hogir

Berf mehfûra tekûziyê
kutava koşka
serbilindiyê
ji we re raxistî
nîgareke pehne ciwan
we vexwendî dike:
Bifermin
li ser bixiliskin
bilîzin şa bibin
bila qelf jî
bi we re werin.
....

Husên Hebeş, di sala 1948a li gundê Çeqmaqê Biçûk, li navçeya Çiyayê Kurmênc hatiye dinê. Xwendinên destpêkî, navînî û debîristanî li gundan û li bajarên Reco, Efrîn û Helebê temam dike. Di 1972a diçe Yekîtiya Sovyetê bo xwendina zanîngehî, li fakûitêta Rojnamevaniyê ya zanîngeha Mosko pênc salan dixwîne û Magîstira Huneriyê bi pileya tewrî rind sala 1978a werdigire. Ji 1979 - 1983a lêgerîna doktora li ser kovara Hawarê temam dike û tîtila doktorê zanistiyên fîlologî (Ph.D) werdigire. Li Eimaniya Fêdêral ew ji sala 1984 de dijî. Sê salan (1993 - 1996) serokê P.E.N a Kurd bû. Di Newroza 1996 de serbixwe bi WDR re dixebite. Bi çalakî pişkdarî jiyana edebî û çandî li Elmaniya û li dervayî wê dibe.



ÊN YEKEMÎN

Bo Hilde Domin

Li gepira çiyayê Bilêl
menerên romaniyan
li mer sêr dikirin.

Sêbeyê Bilêl î pîroz
em mitale dikirin
bi tunêla xwe a bêbinî
bi kûraniya raman
û nihêniyên dîrokan.

Li nav erdê Çê
kevnarî û nûdemê
xwe li hev pêça bûn
.....
efsane û rastiyê
li ber perwaneya darmaziyê
bêhnên xwe
derdixistin.

Me jî axşwîva noka dikir
swîravkê dest û lingên me
gez dikir.

Pepûk li fêza me bû
û derdê xweyî dêrînî
yekemîn kuştina miorvî
ji me re digot:
.....




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals