La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xebata Têkoşer li Ser Çanda Kurdî I: Xwendina Zimanê Kurdî

Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1983-01-01,
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 210x295 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tor. Xeb. N° 509Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xebata Têkoşer li Ser Çanda Kurdî I: Xwendina Zimanê Kurdî

Xebata Têkoşer li Ser Çanda Kurdî I: Xwendina Zimanê Kurdî

Hînkar Torî

Compte d’auteur

Keç û kurne me hene, hêja, jîr, zane. Çavê wan di çîrisin ko qala Kurd û Kurdistan’ê tê kirin. Ji ber ko ew jî weke Kurdê din welatparizin, niştimanperverin. Tu nêzîkayî dîdî wan, bi wan ra bi Kurdî di axivi. Di cihde çavê wan ji hêstira tên dagirtin, sitûwê wan xwehr dibî. Bi dilekî şikestî, dibên, "Em Kurd'in, lê em bi Kurdî nizanin".
Keç û kurne me dî hene, ziman û Kurdî xweş diaxivin.
Tu nêzîkayî didî wan. Belavok, kovar an pirtûka bi xwe re didî wan... Di cihde sitûwê wan jî xwer dibî. Ew jî bi wî awayî bersiv didin. Dibên, "Em Kurd in, lê bi xwendin û nivisandina Kurdî em nizanin."
Li bûwarî wan keç û kurê me vêca di cih de tu di rawesti. Qala ta a Kurdî di devê te de diminî. An tiştên ko te, dirêj kirin, di destê te de dimînin. Dilê te sar dibî. Tu li wan keç û kurê bedev di heyifi.
.....

PÊŞGOTIN

Ji kijan ali bi,. bersiva wan keç û kura, ji wan ra kêmanike. Lê belê bere çavê wan ji hêstir a neyên dagirtin. Sitûwê wan xwehr nebî ji ber ko behra kêmaniya mazin, ya ko ruwê yekî jê di êşî, ne ê wan e. Ew kêmani, fihetayî û ruraşî yê dewletê koloniyalista ye. Ew dewlet ev çend sad sal Kurdistanê hawirdor girtine û ne hiştine ko Kurd zimanê xwe pêşve bibin. Pê bi xwenin û bi nivisin.
Ev kêmani ji cihekî di de yên dewletê demokratikin. ji ber ko ziman pareki çand e. Ji ber ko çand ne yê gelekî bi tenê ye.. Çand malê tim insana ye. Ji ber vê yeke, divê ew devlet û gelê demokratîk li zimanê me, ji ali xwe ve xwedi derkevin.
Lê divê em vêna qenc zanibin. Kesik ji ber xwe de nabêjin "Gelî Kurdno, va zimanekî we heye. Çandki we heye di gihî berî çend hazar sala. Werin bi arîkarîya me xebat li ser zimanê xwe bikin".
Ji ber vê yekê ev kêmanî yê pêşveruyê Kurda ye. Ew bi çi awayî bi, welew kevir li serê wan de bi barîn, divê berî herkesî ew li zimanê xwe xwedî derkevin. Bê hedar, bi şev û bi roj, li ser zimanê xwe bi xebitin. Bi xwênin û bidin xwendin. Ma nizanin ko ev kêmanî wê rojekê ji wan en pirsîn. Ma nizanin ko bi kasilîya xwa arîkarîya kolonîyalist a dikin.

Zimane Kurdî

Gelê Kurd, berî isa ve bi deh hazar salî' hene, Berî Isa bi du hazar sali vêde ji li ser axa î irojin. Dewlet ji holê rakirine. Dinê Zerdesti danine. Baweriya xwe bi wî dini kirine. Alfaba Zend çê kirine. Pirtuka dînê xwe Zend-Aves ta bi xetê Zend nivisandine. Dirok, çirok û helbestê xwe bi xetê Zend nivisandine.
Xetê alfabe Zend nûha di destê me de ye. Lê hew kes pê piş diki. Kurdê Iranê û Suri, bi xetê erebî, Tirkî bi xetê Latinî piş dikin. Bi wan xeta Kurdi di nivisin û dixwênin.
Zimanê Kurd, zimanekî gelek dewlemend e. Îroj bist melyon Kurd bi Kurdî di axivin. Zimanzanê biyan û zimanzanê Kurd li ser zimanê Kurd bi van awaya nîşan dikin.

Li gora Prof. T. Wahbi:
Awayiyê / Awayiyê / Awayiyê girê
Zimanê Kurd / bi xweser / dayi awayê din.
1 – Zaza / _ / _
2 – Goran / a-Hawramî
b-Zengene
c-Kakeyî d-Bajelan
3 - Lurhi / a- Mamesani
b- Kelhorhi
c— Faylî
d- Laki
e- Baxtîyari
4 - Kurmanci / a-Kurmanciya başur / 1 – Seneî
2 – Suleymanî
3 – Sorhanî
4 - Mukiri
b-Kurmancîya bakur / 1 – Bahdinan
2 - Hekari
3 – Ashtî
4 – Bohtan
5 - Beyazidî
Li gora Prof, Mackenzie:
Awayiya / Awayîya
Zimanê Kurd / bi xweser
1 - Kurdiya bakur a - Beyazidi
b - Bohtan
c – Diyarbekri
d - Hekari
e - Sinjar
2 - Kurdiya navî / a - Ardelan
b - Suleymani
c – Goran
d - Hewreman
e - Zengene
3 - Kurdiya başur / a – Kermanşah
b - Laki
.....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues