La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Roja Nû, N° 1


Auteur : Multimedia
Éditeur : Weqif Tabet Date & Lieu : 1943-05-03, Bêrût
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, FrançaisFormat : 210x295 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bed. Roj. N° 1 Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Roja Nû, N° 1

Roja Nû, N° 1

Kamiran Alî Bedirxan,

Weqif Tabet

Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bihehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jê ra divêt bide reya wan merhelan û bi wan ra derbas bibe.
Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaştiye kêjanê.
Delêletên heno ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe.
Heye ko hon bibêjin ji miletê me re, ji miletekî ...



MERHELE

Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bihehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jê ra divêt bide reya wan merhelan û bi wan ra derbas bibe.

Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaştiye kêjanê.
Delêletên heno ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe.

Heye ko hon bibêjin ji miletê me re, ji miletekî bişûndemayî re, ne gavine giraniyê lê gavên oargaviyê gerek in, da ko ew xwe di ser marhelan re zer bike û tojkê berî rojekê xwe bigehêne miletên ko di vê bezê de, jê derketine û ew bi şûn de hiştine û ji ber vê bişûnemayînê miletê me bindestiya wan dike û em bûne rajorên wî. Heke we holê got em jî bi we re ne. Lê ev, tiştê gerek e û tiştê gerek xwerû daxwa e; û ne tiştê destxistî ye.

Daxwaz û Tiştê Hazir

Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî din e û silaw li sifra hazir e. Berî sê sed salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe dida û digot; 
Enwa’i milel xudan kitêb in
Kurmanc bi tenê di bê hesêb in.

Herçî Evdilqadirê Koyî, di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne û ji xwendinê re jî awayine nû çêbûne û bi tenê, bi xwendina medresan berê Kurdan naçe şerî; dinalî û digot: 
Le dewrî ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e zimanî baw e.

Belê Xanî digot “Bixwînin”; Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: “Bi awayê nû bixwînin”. Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên kurdan menfehetên xwe ên şexsî di ser menfeheta milet re girtine; ev miletê belengaz wekî kerîkî pez dane ber xwe ew dotine, ji şîrê wî rûn û mast û penîr, ji hiriya wî xeftanîne teylesan çêkirine. Xwedê hunehên wan bixeirîne. Tiştê ko yar û mezinên me kiriye ev e. Lê rojekê derba neyaran em hişyar kirin....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues