The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Qesra Balindeyên Xemgîn


Author :
Editor : Avesta Date & Place : 2011-01-01, Stembol
Preface : Pages : 412
Traduction : ISBN : 978-605-5279-86-8
Language : KurdishFormat : 130 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Ese. Kuc. 5427Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Qesra Balindeyên Xemgîn

Qesra Balindeyên Xemgîn

Bextiyar Elî

Avesta

Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.
Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.
Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e... êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be'siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê "birakujiyê" re rengê qesrê diguhere, dibe; "Qesra Balindeyên Xemgîn".

Bextıyar Elî - Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehende. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistanê, di sala 1960an de ji dayik bûye. Her li wir xwendina seretayî li dibistana Şêx Selamê, navendî li ya Ezmirê, amadeyî jî li ya Helkewt kuta kiriye. Li zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, li fakulteya zanistî ya zanîngeha Selahedîn, beşê Jeolojî xwendiye, lê xwendina xwe temam nekiriye.
Di sala 1983an de, di xwepêşandanên zanîngehê de birîndar dibe, dev ji zanîngehê berdide û ji wê salê bi şûn de xwe bi tevayî dide karê edebiyatê:



ROMAN

1

Evareke sar a zivistanê bû gava ku Mengurê Babegewre û Kameranê Selma li ser enîşka kolanekê Mensûr Esrîn dîtin. Pêlek bû ew bi taybetî li wir rawestiyabûn da ku wî bibînin. Kameranê Selma sond xwaribû ger danûstandina wî bi Esrîn re negihe encamekê, wî bikuje. Bê virde wirde wî bikuje, “wî wek kûçikekî di nav xwîna wî de bigevizîne” ji ber ku ji xeynî vê yekê tu çareya wî ya dî nîne. Hemûyan zanîbû ku ew ciwanekî çi qasî bi hêrs û xwîngerm e. Pêlek bû gotegotên zêde yên ku li hin cihan diçûn û dihatin, ew dîn kiribûn... kes bi temamî nizane ew gotegot çawa gihiştin Kameran, lê kesekî zikreş temamiya çîrokê bi zêdekirin û mezinkirineke xuya jê re gotibû. Hemûyan digot ku Sewsen Fîkret, “ew keça şox û xerîb ku zêdeyî salekê ye ji Bexdayê hatiye vî şarî” ji Mensûr Esrîn hez kiriye. Ger ev yek rast be, tu çareya Kameranê Selma nîne ji xeynî kuştina wî. Ger pêwist be dikare xwe jî bikuje. Lê ya ku bikare careke dî bêhêvîtiya wê hezkirina ji nişkê ve bijî, ne ya kirinê bû. Kurik bi rengekî aşiq bûbû ku mirov jêditirsiya... ew yek ji hemûyan re gotibû, ji hevrêyên vexwarinê re, ji xwişkên xwe re, ji pismamên xwe re, ji cîranên dikana birayê xwe re... yeko yeko ji wan re gotibû ku ger bi Mensûr Esrîn re negihe encamekê, dê wî bikuje. Hemûyan zanîbû ku Kameranê Selma ji wan gêncên dîn û sergerm e ku dikare karekî bi vî rengî bike. Kurik yek ji wan kêrbazên hoste ye ku bi dirustî nizane hezkirin çi ye. Tiştê herî metirsîdar jî ew e ku kesekî bi vî rengî ji nişkê ve dildar bibe. Mengurê Babegewre ku hevrêyê wî yê herî zîrek bû, jê re pêşniyar kiribû ku berî dest bavêje tu karî, bi Mensûr re bipeyive. Jê re gotibû, “Heta vêga tu kes tiştekî rast derbarê pêwendiya Sewsen Fîkret û Mensûr nizane... bi kêr nayê tu ew qasî sergerm û bêhiş be, û bê tu gotin û belgeyekê kesekî bikujî.” Mengur, yek ji kêrbazên bajêr ên herî naskirî û kevn bû, hertim bi dûrbîniyeke mezin kar dikir. Bi baweriya wî, berî ku mirov dest bavêje kêra xwe, divê hemû hewldanên xwe bike. Hertim Kameranê Selma wek ku-rekî yan wek birayekî xwe yê piçûk dîtibû. Cûrekî mêraniyê li cem wî gêncî hebû ku rêza wê digirt. Ew rêza vî cûrê mêrên sergerm digire, ji ber ku tiştek ji pizota jiyanê li cem wan heye ku ew pir jê hez dike. Wê demê temenê Kameran dora bîst salan bû, lê tevî vê zaroktî û serseriya xwe jî xwedî tecrûbe bû. Mengur ku bi gelekî ji wî mezintir bû, nirx û bihayekî mezin jê re didanî. Berî salekê di dema lîstina qumarê de, ew li jêrzemîna hotêleke navdar nas kiribû; hotêleke kevn û bêmirês ku navdariya xwe pêşî ji bêmirêsî û qirêjiya xwe wergirtibû û herweha ji ber ku çend qumarbazên herî pispor û dilreq tê de dileyistin. Her ji saeta yekemîn ve bi wê yekê matmayî bû ku Kameran gêncekî weha çavtûj û netirs e, û bi wî awayî tev li wan lîstikvanên pispor dibe ku destê hinekan ji wan li ser tiştên ji pereyan pir piçûktir û bê watetir bûbû bi xwîn. Lê ne tenê ji ber ku lawekî bedew bû ku pirçeke wî ya reş û çermekî wî yê şîrikî hebû, lê belê gava hat ji êvara pêşî ve her tişt li ser lîstikvan û hotêlê zanîbû. Awayê lixwekirina wî û stîla axaftina wî, ew cilên kurdî yên qeşeng jî ku pir li bejna wî dihatin, dihiştin ku hemû kes bi matmayîn lê binerin. Divê em bêjin ger ne ji Mengurê Babegewre ba, dibe ku ji yekemîn roj ve rastî belayeke kujer bihata. Ew bi xwe yek ji wan serseriyên bêminet bû ku, ji navtêdana tu ejdehayekî nedisilikî. Bi awayekî bi xwe bawer bû, ku karîbû gelekî zû xwe bavêje nav derd û belayên mezin. Sûdeke berçav a xemxwarî û şîretên xwişkên wî nebû, herdem xwe bi hêrsbûn û acizbûnê xilas dikir. Hemû di wê baweriyê de bûn ku wê her bi gêncîtî xwe rastî malwêraniyekê bîne û tê de here. Berê du xalanên wî ku bi heman sirûştê bûn, di bengîniya temenê xwe de, di bûyerên bêwate û ji bo tiştên gelekî ne girîng çûbûn. Wek ku ew terzê tevgerê di xwîna malbatê de hebe, hertim heweseke wî ya tund hebû hin tiştan bike ku ne hêsan in û pirsgirêkan bi dû xwe de tînin. Mengurê Babegewre kêm caran kesekî bi vî rengî dixist jêr çengê xwe. Zanîbû heyama ku Kameran tê de dijî, ji bîst salên borî cuda ye, dema ku ew bi xwe bi heman lîstikê dileyist. Berî bîst salan pêş çavê mirovan rohntir bû, di her quncik û qelşekê de zilamên dewletê nebûn ku mirov hesaban ji wan re bike, bi vî awayî neşemitîbû nav xeleka kêrbazên bazarê; wê demê bazara siyasetê wek îro ne germ bû... vêga her tişt bi tirs û tarîtir e. Cihê mixabiniyê ye ku yekî mîna Kameranê Selma ji ber xeşîmiyeke xortaniyê têk here. Piştî tecrûbeya bîst salan gihiştibû wê baweriyê ku nehêle Kameran li serê xwe siwar bibe û xeyalên wî bêne kuştin; ev jê re bûbû dozeke mezin. Mengurê Babegewre zanîbû ku niha ne wek berê ye ku mirov kêrekê bixe berîka xwe û bê pirs û hesab li her cihî derxe û bi kar bîne. Ger berî bîst salan Kameranê Selma bidîta, guh nedida wê yekê ew di kîjan şerê kêran de birîndar dibe, derbekê li kê dixe yan kê dikuje; lê vêga tu meyleke wî nîne ku gêncekî weha xwîngerm û agirîn mirî bibîne. Ji hevrêyên xwe re got, ev xort di qonaxeke bêhişiyê ya pir taybet de dijî, divê çavên me li ser bin. Di destpêkê de wek qumarbazekî ...




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals