ROMAN
1
Hîn gotina te ya rojekê tê bîra min: "Tiştên ku di navbera me de çêbûn, evîn bû û wêje bû hemî tiştên ku çênebûn." Ez dikarim îro -piştî ku her tişt qediya- bibêjim: Noşîcan be ji wêjeyê re li ser wêrana me. Çiqas fireh e cihê tiştên ku çênebûn, îro têra kitêbekê bêtir dike. Û noşîcan be ji evînê re jî.. Çi xweş in tiştên ku di navbera me de çêbûn, çi xweş in tiştên ku çênebûn, çi xweş in tiştên ku çênabin. Berî îro, min guman dikir ku em nikarin li ser jiyana xwe binivîsin heta em jê rehet bibin, dema em karibin dest bidin kevnebirînên xwe bi xameyekê, bêyî ku em careke dîtir biêşin. Dema em karibin li pey xwe binêrin bêyî bêrîkirin, bêyî dînbûn û bêyî kîn jî.. Gelo ev tişt mumkin in? Em ji bîreweriya xwe rehet nabin, ji ber wê em dinivîsin, ji ber wê em wêneyan dikêşin û ji ber wê jî hinek ji me dimrin. Tê qehweyekê vexwî? Dengê Atîqa winda tê, tu dibêjî qey pirsê ji kesekî din dike. Bêyî lêborîn lêborînê dixwaze ji vî rûyê jandar, yê ku ev çend rojin min ji xwe nekiriye. Ji nişka ve dengê min, min dixapîne. Tenê bi nîşanekê ji serê xwe bersivê didim. Diçe û piştî kêlîkekê di gel tebaxeke sifir tê, li ser wê misînek, du fîncan, taseke şekir, ava gulan û sênîkek tijî şêranî. Di bajarên din de qehweya hazir di fîncanekê de tê pêşkêş kirin, li kêleka wê hebek şekir û kevçiyekî piçûk heye. Lê Qusentîna bajarekî di her tiştî de ji kurtiyê nefret dike, ew hertim tiştên li ba xwe fireh dike, weke çawa tu hemû kincên xwe bi hev re li xwe bikî û her tiştên dizanî bi hev re bê-jî. Ji ber wê heta bi êşê jî ezîmeteke mezin bû di vî bajarî de. Ez rûpelên belavbûyî li ber xwe dicivînim da rê bidim fîncaneke qehwe, wekî ku ez cihekî ji te re vala dikim. Hin ji wan destnivîsên kevnin, hin jê rûpelên spî ne, ev çed rojin li hêviya çend gotinanin da jiyan bikeve wan û ji rûpelan bibin roj. Tenê gotin.. da ez ji bêdengiyê derbasî axaftinê bibim û ji bîreweriyê derbasî jibîrkirinê, lê.. Min şekir li aliyekî danî û qehweya xwe tal daqurtand, weke çawa evîna te ez hîn kirim. Ez di cihêrengiya vê tama xweş a qehweya tal de fikirîm. Tenê wê kêlîkê, min hest kir ku ez dikarim li ser te binivîsim. Min bi hêrs cixareyek vêxist, min da pey dûmana gotinan, ya ku ev çend salin ez şewitandime bêyî ku ez carekê tenê agirê wê li ser rûpelekî vemirînim. Gelo rûpel xwelîdanka bîranînan e? Her carê em li ser wê agirê cixareya bêrîkirina dawî û bermayên recerûbûna dawî vedimirînin. Kî ji me kê vêdixîne an vedimirîne? Ez nizanim... Berî te min tiştekî hêjayî gotinê nenivîsî bû, tenê bi te re ezê dest bi nivîsandinê bikim û di dawiyê de divê ez gotinên ku dixwazim pê bême nivîsandin bibînim, ji mafê min e îro ez hilbijêrim çawa bême nivîsandin, ez im yê ku min ev çîrok ne hilbijartibû. Çîrokeke dibû ku nebûya çîroka min eger qederê, her carê bi pêrgînekê tu li ber rêyên beşên wê nedanîba. Ev lerizîn ji kû hat? Û çawa beyavên rûpelên spî û çarqorzî lihev hatin bi wê beyava fireh re ya spîbûna tabloyên ku hîn nehatine kêşan û hê jî li ser dîwarê wênegehekê sipartîne, rojekê wênegeha min bû? Çawa tîpan ji ber min barkirin, berî wan jî rengan û cîhan tev bû televizyoneke kevn wêneyên spî û reş tenê diweşîne an fîlmekî kevn ji bîranînan dertîne weke fîlmên sînemaya bêdeng? Dexsîn bi min re çêdibû ji wan wênekêşên ku bi hêsanî di navbera wênekêşî û nivîsandinê de diçûn û dihatin weke çawa ji odeyeke di hundirê xwe de dikevin yeke din, an weke gera di navbera du jinan de.. Divê ez nebûma mêrek ji jinekê tenê re. Va ye xameya ku bêtir dibêje û bêtir birîn dike. Va ye, ya ku nizane çawa sî li ser tiştan têne dayîn û nizane çawa reng li ser birîneke vekirî têne rijandin. Va nin gotinên ku ez jê bêpar bûm, tazî wekî ku min dixwest, bi jan wekî ku min dixwest. Lê ji bo çi ye lerizîna tirsê ya destê min pûç dike û nahêle ez binivîsim? Gelo ez pê dizanim ku di vê kêlîkê de min ji bilî firçeyê kêrek bikar aniye û nivîsandina ji bo te mêrkuj e weke evîna te? Min qehweya te tal vexwar, bi xweşiyeke gumankirî vê ca rê, min hest kir ku min hevoka yekemîn dît da dest bi vê kitêbê bikim. Hevokeke dibe ku weke gotinên nameyekê bin, wek ku ez bêjim: "Ez ji bajarekî hîn weke te ye dinivîsim û ez jî bûme weke wî." Hîn teyr di ser van piran re bi lez derbas dibin, ez jî li vê derê bûme pireke daleqandî. ... |