JI TORA REŞÊ ŞEVÊ
Çend roj e ez dimeşim, baz didim, êşê dikşînim, li mirovan dinêrim, ji poxanan derbas dibim, li nav poşetan dinêrim, nikarim razêm, kabûsan dibînim. Ez zanim, ya min ne çare ye. Ez nikarim van çîrokan ji holê rakim. Wê dîsa Sûstem, Gulîzer, Guldunya, Pîpa, Dûa, Şemse Allak her tim di nav jiyana me de bin. Ez şanogerek im, di tûrikê min de laşê min, hestên min û replikên min hene. Mixabin her ku ez vê lîstikê dilîzim, ev nav jî zêde dibin. Û Ceylan.
Min tenê xwest em careke din bala xwe bidin ser van meseleyan. Mirovek çawa mirovekî din dikuje? Mirov çawa kuştina mirovekî temaşe dike? De haydê Sûstem rabe em herin ser poxaneke din. Li pey şopa jiyana xwe bikevin û li ser axên qelişî de jiyana xwe ava bikin.
Ji bo dayika min a delal ku êşa dilê wê ji zarokatiya min heta niha di binhişiya min de wek dûpişkekî bi min vedaye...
Ji bo Mîrza Metîn, ku xeyalên xwe bi min re parve kir, axeke sar avêt ser vê çîrokê û ez avêtim ser sehneya Şanoyê...
Berfin Zenderlioglu
Reşê Şevê
Pêşî xebat û xwendina me li ser dorpêçkirina mirovan bû. Me dît çerxeke wisa heye ku pitikek çawa tê dinê bi carekê re dipêçin û dixin qundaxê. Pitik hinek mezin dibe, bi zordestî û parastina dê û bavê re dûçar dimîne. Paşê dest bi dibistanê dike û heta dibistanê diqedîne vê carê jî sîstema perwerdehiyê wê/î dorpêç dike. Paşê mêr be diçe leşkeriyê, jin be mecbur li benda leşkeriyê û zewacê dimîne. Pişt re dizewicin, zarok çê dibe, derdê debara dinyayê heta mirinê mirovan dorpêç dike. Gava dimirin jî kefen lê dipêçin û dixin darbestê û binax dikin. Ew çerx dorpêçkirina mirovan baş nîşan dike. Lê belê jin di nav vê çerxê de a herî dorpêçbûyî ye, bindest bûye û tadê dîtiye. Ev tişt jî zihniyeta meraniyê û mêrejiniyê didomîne. Bi hinek lêkolînê, me nav û versiyonên Reşê Şevê dît û me fêm kir ku tiştê em li ser nîqaş dikin ew e.
Ev lîstika ku karê wê yê li ser dikê û nivîsandina tekstê bi hev re hatiye pê, li ser “sîstemek mêrane” û “çîrokeke jinane” ava bû. Jineke ku nikaribûye xwe ji kaosa dinyayeke mêrane rizgar bike, di ... |