La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şaneşîn


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2012-01-01, Stembol
Préface : Pages : 76
Traduction : ISBN : 978-605-5279-26-4
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ron. San. N° 5441Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şaneşîn

Şaneşîn

Bawer Ronahî


Avesta


Min dizanî ku êdî ez di destê vê êşê de hêsîr û belengaz im û heta ku qewlê min û kişandina wê neqede her kêliya jiyana min wê bi vê êşa dilê daxkirî bibihure li min. Lê car dibû min bextewarî û kêfxweşî ji wê êşê pê ve nas nedikir. Hemû stran û helbestên melankolîk ji bo min derman bûn. Lewma jî min hemû fîlmên ku me bi hev re temaşe kiribûn dianîn bîra xwe û ku ez careke din temaşe bikim. Hemû avahiyên ku me bi hev re saetek, rojek an jî şevek lê derbas kirî, ji bo min perestgeh bûn ku ji bo kişandina êşa tunebûna wî ava bûbûn. Pê de, min fêm kir ku kolanên em bi hev re qasekê lê mane jî, ji bo min behaneyek bûn. Min ê li wan kolanan birînên dilê xwe bixweranda. Gava fikra dûrketina ji vî bajarî diket hişê min, bi wêrekî min ehd li bajêr dixwend ku ez ê nereviyama.

Bawer Ronahî - Di payîza sala 1987an de li navçeya Miksê ku li ser Wanê ye, hatiye dinyayê. Li Stembolê, kêfa wî ji xwendina zanîngehê re nehatibe jî, şeş salan xwe spartiye bextê der 0 deverên Bosporûsê. Paşê ji ber zext û zordariya dayika xwe neçar maye ku ve-gere Wanê û şaneşîna xwe ya şox û şên. Demekê meyfiroşî kiriye lê ji ber ku li şûna firotinê hemû şerabên xwe vexwarine, dev ji yî karî jî berdaye. (Ya rastî top avêtiye!) Nivîs û çîrokên wî di malperên ecêb de -ku haya kesî jê tune- Û di kovarên wekî Çirûsk, Wû pênGAVê de weşiyane. Niha li Mêrdînê tutina Xursê dikêşe û careke din xwe li xwendina zanîngehê diceribîne. Ya bi xêr!..



ÇÎROK

Jibîrnekirin

Tariya tenik û mija ku heta ber qirika çiyan bilind bûbû, hêdî hêdî gazî şevê dikirin û çend stêrkan ji niha ve şewqa xwe berdabûn ser pelçimên darên gwîzan. Min hefsarê mehîna xwe kişand, ew sekinand, qutiya xwe derxist û bilezûbez dest bi pêçana cixarekê kir. Tiliyên min diricifîn.
“Hêy! Bisekine gundiyo!"

Ez bi dengekî berz û sar hilbeyîm. Tituna di nav kaxizê cixarê de ji ricifîna destê min rijiya ser zînê Simreşê. (Mehîna min a nalşikestî, heyfa simê te!..) Min serê xwe rakir. Serbazekî xwedî tiving xwe ji pişt dareke gwîzê avêt nava rê û ber bi min ve hat. Li pey wî yekîdin, li pey wî jî yekî din... Hêdî hêdî çend esker ber bi min ve dihatin û ez rebenê ziravqetayî ji tirsa wî dengê pêşî di cihê xwe de hişk bûbûm. Tenê ket bîra min ku ez eskeran bijmêrim: yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yanzdeh, duwanzdeh. Temamê duwanzdeh eskeran li dora mehîna min civiyan û eskerê ji meşa wî kifş bû ku serokê wê komê ew bû, dest avêt hefsarê Simreşê û qêriya:
“Kapeyabe!”

“Tu çi wisa ecêb ecêb li me dinêrî xirbo?! Min go peya be!”
Gava baş nêzîk bû min bi saya biriqîna hesinê ser singê wî navek xwend: Cengiz Aktaş. Sermayeke qeşayî mîna şer û cengeke mêrkuj xwe berda dilê min. Mirov di şer de rastî dijminê xwe bê, dîlketin ji tirsa mirinê bêtir bi tirsa biyanîtî û xerîbiyê dilê mirov teng dike. Bawer im wê demê bê şer û dijmin tirsa biyanîtî û xerîtibiyê bû ketibû dilê min. Destê min bi ricifîna xwe tercumaniya hal û hewalê min dikir jixwe. Ne hewceyî awir û liv û tevgereke din bû êdî.

“Navê te çi ye kuro?”
Wî bi hişkehişk pirsî, min bi dengekî lerzokî bersiv da:
“Mihyedîn e ezbenî.”
Dengê min dilerizî jixwe, an ji pirsên wî segbavî ez aciz dibûm lewma dengê min wisa bi min ecêb dihat gelo?
“Tu ji kîjan gundî yî?"
"Ji Mezra Şêxan im qomitanim.”
“Baş eee!.. Tu ji kû tê wisa?”
“Ez ji bajêr têm. Ji bazara dewaran.”
“Waaa! Ê de baş e Mihyedîn Efendî!”

Bêhna xwe berda û ber bi pişta xwe ve zîvirî. Demeke dirêj li pişt xwe, li riya çiloçep û paşê jî li aliyê rastî, daristana gwîzan nihêrî. Bi çavekî westiyayî temaşe dikir û mîna xortekî derdgiran dihat pêş çavê min. Tariyê nedihişt ez rûyên wan baş bibînim. Tenê çend hesinokên piçûk li ser cilên wan dibiriqîn û qotraqunên tivingên wan...

Hêdî hêdî ez ji destê tirsa xwe filitîm. Lê hê jî min nedizanî çima wî kurê kerê wiha ez didam lêpirsînê û çi ji min dixwest -ya rastî wê çi ji min bixwesta.
Bi dengekî jixwebawer got:
"Mehîna te xurt e haa! Ez jî gelekî westiyame. Ez ê hinekî li mehîna te siwar bibim û tê heta qereqola Ermeşatê min bibî. Te go erê?”

“.....”
“Hooo! Te go erê? Tu çima naaxivî kuro?”
De were dîn nebe lo! Kurê qehbê, vê şeva tarî û taristan te xêr e vêca! Ya Rebbîya staaar!
Dengê dilê min mîna gelek caran ji xwe re strana dijun û xeberan digot lê helbet ez neçar bûm ku qebûl bikim. Min bi dengekî nizm got:
"Wellehî li min bû dereng lê canê te sax be qomitanim. Ka kerem ke siwar be em biçin.”

Bi kêfxweşî keniya: mîna wan qehbikên ku min li Kerxana Karaköyê dîtibûn û wî kenê her û her bi wan qehbikan di hişê min de kon vedabû... Erê, eynî wekî wan qehbikan keniya. Ez ji hêrsa xwe didiriyam û diteqiyam! Lê...
Çav kir ji eskerên xwe re. Min di wê tariyê de dît. Nîşaneya serkeftina wî, mohra dîlketina min bû ew çavkirin. Ez piçek din aciz bûm, lê çi fayde...
Siwar bû. Min hefsar hêdîka kişand û Simreşê bi gavên xem-bar da rê. Me sê-çar gav avêtibûn, bi wî dengê xwe yê ku weke zikêşiyekê di guhê min de olan dida, pirsî:

“Ka bêje te eskeriya xwe li kû derê kir Mihyedîn?”
Bersiva min jî dengê min jî jixwebawer bû:
“Ecemî boluk li Safranbolûyê qomûtanim. Osta boluk jî li Stembolê, Haydarpaşayê.”
“Waaa! Kuro wellehî te kêf kiriye lo! Cihekî mîna Heyderpa-şayê xweş, tu li dora dinyayê peyda nakî. Ez jî şeş mehan li wir mame. Vêca niha tu halê me dibînî ha! Em di nav van çiyayên kambax da asê mane. Hey feleka xayîn!”

Hekefelek ji te re jî xayîn be tu çi ji me re dibêjî kurê kerê! Vê şeva têrteşqele hûn derketin pêşiya min û serê min ê bêbela we bi ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues