La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pirça winda


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010-01-01, Stembol
Préface : Pages : 88
Traduction : ISBN : 978-605-5585-41-9
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sar. Pir. N° 4673Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pirça winda

Pirça winda

Mehmet Şarman


Avesta

“Ku ez di nav sê salan de, nobelê, nestînim divê ez di xwe nim.” Ji xwe re got û çû li ser qompîtirê rûnişt.
Gelî temeşavanên hêja... (Gelo ev peyv zêde nehatiye bikaranîn? Ez tiştekî din nebêjim. An na? Ne xeme lo. Ma wan bêbavan çend ca-ran Roj tv temaşe kirine...) Nivîskarên ezîz, komîteya nobela hêja... (Dîsa hêja!)
Qaso, bi navê xwe yê nû, Jan Jîndar ev çar sal bû çi biketa ber qelema wî dinivîsî û ji kovarên cûr bi cûr re dişand. Bi coşeke mezin li benda bersivekê dima. Xewên şevan lê heram, guh lê direj dibû. Çavên wî bi qompîtirê re dizeliqî. Roj derbas nedibûn. Wisa dilteng û tengezar dibû. Cixara xwe û xwelîdanka xwe hildida, xwe li ser ni-vînên qirêj ên erdê dirêj dikir û dikete nav xeyalên bê ser, bê binî.
.....

Mehmet Şarman, di sala 1983yan de hatiye dinyayê. Ji ber ku li gundê wan dibistan tunebû, wî jî bi zanîngehê dest bi perwerdehiya xwe kir. Bi alîkariya bavê xwe fêrî xwendinê bû, bi xwendina pirtûkan jî bûn neyarên hev. Îspanyolî, ingilîzî, fransî, almanî di nav zimanên sereke de ne ku ew nizane. Heya niha qet neketiye girtîgehê, ji ber vê kemasiya xwe pirr ber xwe dikeve. Ew jî weke pîrika xwe ji şekirê tirş, pîvaz, keledoş û siwarbûna hespan hez dike. Di piçûkahiya xwe de zarokekî pirr nes bû. 1923 caran serê wî şikestiye. Ku nebûya nivîskar, dixwest, li Paraguayê bibûya qijikeke fransî ya lal, ku ji bilîtirkî nizanibe. Çend heb çîrokên xwe di hinek kovaran de bi navê J.K. weşiyane.



AXAFTINA NOBELÊ

Kurê min, gava ku te Nobel stand, hinekî an qetekî,
ji cînaran re bişîne, bila setqa serê te be.
Bapîra min Ferîde

“Ku ez di nav sê salan de, nobelê, nestînim divê ez di xwe nim.” Ji xwe re got û çû li ser qompîtirê rûnişt.

Gelî temeşavanên hêja... (Gelo ev peyv zêde nehatiye bikaranîn? Ez tiştekî din nebêjim. An na? Ne xeme lo. Ma wan bêbavan çend caran Roj tv temaşe kirine...) Nivîskarên ezîz, komîteya nobela hêja... (Dîsa hêja!)
Qaso, bi navê xwe yê nû, Jan Jîndar ev çar sal bû çi biketa ber qelema wî dinivîsî û ji kovarên cûr bi cûr re dişand. Bi coşeke mezin li benda bersivekê dima. Xewên şevan lê heram, guh lê direj dibû. Çavên wî bi qompîtirê re dizeliqî. Roj derbas nedibûn. Wisa dilteng û tengezar dibû. Cixara xwe û xwelîdanka xwe hildida, xwe li ser nivînên qirêj ên erdê dirêj dikir û dikete nav xeyalên bê ser, bê binî.

Nivîsa wî ya dawî hatibû weşandin, di ser de hinek nivîsên din jî jê xwestibûn... Pişt re pêşniyar û pesnên ku jê re dihatin... De îcar çi peşniyarên maqûl. Nivîsên wî tev dihatin weşandin. Kitêbên wî li ser kitêban çap dibûn. Hejmara heyran û xwendevanên wî, roj bi roj zêdetir dibûn. Tev li hemberî wî diketin rêzê. Mîna keçên li ser kaniya gund ku rojeke sar a zivistanê li ser dora xwe şer dikirin, ew jî bi vî awayî diketin qirika hev ji bo çend peyvan bi Jan Jîndar re bipeyivin... Keçikên delal û zana. Zerîn çav şîn, por sor, laş şidiyayî, kêçikên ku memikên wan weke serê du gilyazan di bin badiyê zer, şîn, reş de serê xwe bilind kiribûn.
Xeyalên wî weke kihêlekê radibu ser piyan. Qaso di nav vê pêşbaziya xeyalan de dida çargaviyan. Ji welêt bê wîze, bê paseport derdiket, diçû Ewrûpa. Di qonaxên mezin, mihrîcanên qerebalix de, bi galegalên rewşenî, bi genge-şiyên dijwarî, li nav dûxana pîpoyan, ji nav sorahiya piyanên şera-ban re derbas dibû. Li ser destê keç û xortên metroyan diherikî, li nav pirtûkxaneyên qedirbilind û mezin digeriya. Ji aliyê wergêrên jêhatî ve dihate wergerandin. Heya ku di dawiya dawiyê de digihîşte komîta Nobelê.

Wî, weke endam nîşan didan ji bo xelata Nobelê.
Jixwe, ji welatekî dûr, bêkes û bindest, hatibû. Di zarokatiya xwe de tu xwendineke baş nekirîbû. Di dewsa pirtûk, lênûsk û pênûsê de; ker, mar, golik û bizin li dora xwe dîtîbûn. Li dibistanên şevanî, di nav doşekên kelmîzî, bînketî, bi xwarinên qirêj, xirabûyî bi zora dê û bavê xwe, bi saya miaşê bapîra xwe xwendibû.

Îcar zilmeke mezin, bêhempa û xedar li wî û gelê wî hatibû kirin. Bi zimanekî qedexe çîrokên êşbaz, dilsoz mijarên ecêb bi şêwazeke nûjen nivîsandibûn. Ma ew ên Nobelê nedana wî, ê bidana kê? Dîsa jî, li pişta xeyalê xwe siwar dibû, dida çargaviyan. Tu war, wext û dem jê re nedima, diçû. Bi hespê xwe re dadikete nava bajarê Parîsê li hemberî balûleya Eyfelê radiwestiya. Mirovên li wir bi çavên matmayî dor lê digirtin. Xort, kal, zarok jin û mêr lê dinihêrtin -lê elewatiya Qaso xeyalên wî jî sabote dikir-. Gava ku kera di xeyalên wî de (hesp diguherî û bi lez dibû kereke reş, wek kera mala H. Zahir. Ev kî ye?) çavên xwe yên mezin û reşbelek dikuta çipên spî yên delalên ku di bin etekê kurtik re diçilwilîn. Kerê kîrê xwe yê reş rep dikir, dikire ziqîn. Piştî van dîmen û xeyalan sosret ji xwe re digot:

“Bi şeref ez elawat im.” Dev ji xeyalan berdida.
Nivisên wî, yên ku ev çar sal bûn, bê navber dişand kovaran... Nivîsên wî ku di tu kovarê de jî dernediketin... Dîsa jî ji şerman kovar bi nîzamî distand û dianî mal. Di nav barên rûpelan de li navê xwe digeriya. Navê xwe yê ku bi salan ji laşê wî qetiyayî. Bêcîh, bêwar li ezmanan, li kuçe û kolanên sêwî ji xwe re rûpelek an jî rawestgeheke bi dilê xwe nedîtiye, digeriya. Gava ku navê xwe nedidît, şalê xwe berjêr dikir, kîrê xwe derdixist û di ser hinek kovaran de dimîst. Hinek caran jî hima raste rast di ser hinekan de masturbasyon dikir. Pişt re ji xwe re digot, “Law! Ma ez ê çawa bibim nivîskar? Hê kîrê min di dest min da azad nebûye. Ez di bin giraniya wî de xilo xaro dimeşim. Gelo nivîskarên din jî tiştên wiha dikirin?”

“Bi şeref ez beredayî me.”
Lê îro roj roja Qaso bû. Na, na. Roj roja Jan Jîndar bû. Nivîsa wî di kovarekê de hatibû weşandin. Bela edîtorê kovarê -divê meriv li ber çavên wan di diya wan'ne- tu bersiv, tu agahî nedabû Qaso. Ewî jî, jixwe hêvî ji weşandina çirokê qut kiribû. Qedera xwe dişiband ya M. Edinê. Lê M. Edin jî nedieciband. Yekî ku bi nivîsê bixwaze beşdarê nifşeke din an burjuvaziyê bibe ew jî li ber dilê wî erjeng bû. Gelek caran ji xwe re digot:
"Bi şeref ez jî erjeng im.”

Li bayiyekî qeztefiroş kovarekê dabû destê xwe, li ser piyan li nav guhê rûpelan ketibû. Bi hêviyeke weke bişkulekê piçûk be jî, li navê xwe yê geroke geriyabû. Ji bo weşandinê hêviya wî qet nemabû. Gava çavên wî li rupela 49an ketibû, nav û nivîsa xwe dîtibû. Belê navê wî yê ku bi salan e ji helûna xwe fîrar kiribû, li pey bext û helûneke nivîsê geriyabû, niha li hemberî wî gera xwe qedandî, li ser rûpelên paqij rawestiyabû. Kêliyek wiha bêlebat li navê xwe nihêrîbû. Pişt re bi ser hemdê xwe ve hatibû. Devê wî ji kêfan gihîş-tibû guhê wî. Şabûn û coşa wî li nav hev ketibûn. Ji nişka ve kovar ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues