STÊR
stêra komika sêwîyan buhira çete û rêwîyan demsalên jîna te ji qûma hîcazî raxistî ne gulzarên mejîyê te ji qata yemenî çandî ne li ser rêka kadizan ji komika sêwîyan tu xûneke kurdî dinisilî werrê bêdeng di tayê de diqilqilî li nav çeteyan di tenayiyê de dişerpilî sîwana te ji mêj de tarîye li ser bênderên solan şal û şapikên bi xûn fire fire vegirtî ne pencerên te dergehên te ji şûnîyê re vekirî ne nalên ciwanî-hespekî pêlavên mendalekî û rextê canbazekî bi wan ve daliqandî ne û çavên te kovîyan dibarînin û gîya hişke mîna xûnê reşe erê û hûn ey kujerên kovîyan de bihêlin bihêlin bera kovî biçêrin bera gulle bera xencer di noqan de bimînin nîşanên civata merivatîyê bimînin bimînin bes tenê bihêlin bihêlin bera kovî biçêrin rêka wan pirr dûr e hawîrdora wan zûruzûr e û ew mijûl in diponijin li panavên mejîyan dûrbûnan dipîvin rûtkirî bê çek di cengên ramanan de di nav ar û dûmanan de wan kurt dikin dikujin û Qertel ji doxên xenceran ji şopên gulleyan dilopên navdilan gulavên sorgulan dialêsin dimijin dialêsin dimijin
Gîrnijîn
bes tenê ji te re lêvên min bendewar in ey girnijîna li malzaroka hêvî ya avis di girêkê de di qalikê hêkê de tu hatîyî givaştin pêçandin ? ji canên kuştiyan ji xewnên birçîyan ji hêrsên sêwîyan tu hatîyî veristin hûnandin? ez jî yekî evîndar im ji te re ez bendewar im ey destpêka kenê min û girnijîn ..... |