Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Warê Şêran


Nivîskar :
Weşan : Apec-Tryck Tarîx & Cîh : 1999-01-01, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 62
Wergêr : ISBN : 91-89014-50-2
Ziman : KurdîEbad : 135 x 215 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Zeb. War. N° 4077Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Warê Şêran

Warê Şêran

Bengînê Zêbarî

Apec

Bo kê bi keme gazî û hexvar ...?
Her bo wîjdanêt befr û sar ...?
Yan bo cîhana ker û lal...?
Bigrîm bo babê pîr û kal...?
Li mil kem zarokê yêk sal...?
Yan bo gelê bê pişt û al...?

Bo kê vegêrim gazinda ...?
Bo kê bêjim kul û derda ...?
Bo ”çar kujyêt” bê nuhan ...?
Yan bo revendê bê xodan ...!



PÊŞGOTIN

Diyarî bo:
- Her mirovekê bi wijdan...
- Her zarokekê bê zirnan...
- Her dayikeka dilsotî...
- Her babekê perîşan...
- Her Kurdekê yêketîxaz...
- Her hevalekê wefadar...
- Her kesekê dilovan...
- Hergelekê bê hewar...
- Her hijarekê bê semyan...
- Her derbiderekê bê xodan...
- Her girtiyekê bê berevan...

Bengînê Zêbarî

Warê Şêran

Axlêve û avdarim "1"
Buhar û seyranim
Baxçe û gulistanim
Çiya û zozanim
Kwîstan û germiyanim
Landikim, hêzokim "2"
Landika jiyanê
Hêzoka viyanê
Agirê Newrozim
Siwarê bi tozim
Sersal û pîrozim
Kurdîno em kanê. .. I
Dîroka dêrîn
Dê hête nivîsîh
Bi pêtêt zêrîn
Bi laperêt rengîn
Dê bîte stiran û lavje
Bi awaz û peyvêt şirîn
Kurdîno em kanê... !
Kardox û Gotî me
Hêtît û Hewrî
Tofan û Codî me
Zobar û Nayrî
Mîtan û Mêdî me
Dasin û Mukrî
Kurdîno em kanê...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar