PÊŞGOTIN
Di jiyana me de kul û şahî têkilî hev in.her wusa serdestî û sitem li hember azadî û dadmendiyê ne. Kulên jiyanê alafa xwe ya dijwar digihînin dilên hestdar,dilên evîndar û ristvan û hunermendan... Kehnezuwê hi wan dixin.û e'wrên reş li hawîr wan dtlan dicivînin.Lê ji wan e'wrên kulan ,gelek caran-razên pîroz û peyxemherî diharin, hi şêweyên rist û gotin û nivîsandinê... û li ser hahetên renga reng, hestên xwe yên rast û dilovan derdixin, hi awakî ku kuldar hixwe xweziya xwe tînetku kulên wî dirêj hihin,da herhemên wî yên nazik û tenik li pey hev ji kaniya dilovaniyê der hihin.
Şahiyên jiyanê herhemên kulên wê ne,şahiya rast naête naskirin bê dîtina dijwariyê,her wekî xweşiya ava hênikpiştî tihniyê tête zanîn. Û mihrivanî û tenikiya dil piştî dijwarî û zora jiyanê xuya dibin, û rastî û xweşiya evînê li pey keserên kûr bi cih dibin.
Azadî radeya mirovatiyê hdind dike,azadîxwaz ji dijwariyê natirse,û bêhêvî nabe,çikû ew bi raman û karên qenc,hi xurtiyê û bi sinçên bilind zengîn e, û haweriya xwe bi kêjêrat û aftrandinê tîne; ji bo armancên pîroz.
Azadîxwaz ji mirinê natirse, çikû jiyanê têkoşîn û serkeftin dihîne,û gava ku dişikê sinçên giranhiha dide xuya kirin, wekî elmaz dema dişikê qeşengî û xurtiya tevaya perçeyên xwe dide xuya kirin.
Ji bo pêkanîna azadiyê tevrabûn û serhildan divên, divê ku guhertinên kûr bikevin ramanên kes û komelê me yê Kurd, divê em sinç û baweriya xurt hixin dil û derûnên xwe, û divê em vîna xurt hixin hundirê damar û canên xwe.Çendî ew sinç û bawerî û vîn linik me henejê nepenîne,divê em wan li ber çavên cihanê diyar hikin.
Zor û sitem li ser gelê me giran in.Sitemkar me helav dikin,me ji cih û welatê me hildikin,bi durişm û sozên derewîn me dixapîninji bilî dek û pîlananju riftarê mirovatî hi me re nakin. Dixwazin me hipişêvin,me riswa hikin,me herû her hikin rencberên xwe,da welatê me digel gencîneyên xwe hi wan himînin.Dest dan ser samanên welatê me û bi wan yelê me dipelêxin û dixwazin wî winda bikin. Di van çend perçeyên ristan de-em bi wan babetan kul û şahiyên xwe didin der,tî di pêşiya wan de em bi umîd dibêjin: Bila xurtiya dadmendî çekên xwe hilgire , bila dengê azadiyê li çar hawîr bike zingîn,bila dilê ge/ê Kurd bibe volkan û çipikên xwîna Kurdan bi bin pirîskên ayir,da zorker û sitem-karan bisojin . Bila dara azadiyê li nav xak û ava welatê me kat bide > û geş bibe,û hi kulîkên evîn û şadiyê bi xemile, û bihna xwe bide gelê Kurd û cihanê.
Mehmûdê Sebrî
Birê konevanî û Civakî
Xwediyê dozê
Bi soza lehengan / bi sûnda giran, Bi doza bi gori / dibin pakrewan, Bi xakê ji xwîna / temîz têr vexwar, Me jînek bi riimet / divê”yan ne man”,
Serî hilde pêşeng / li hawîr binêr, Li dîrok û holên / xebata gelan; Tu nabîne yek gel / ji dest koledar, Sitem dît wekî Kurd / bi ah û fîxan.
Li çerxa me şewq dan / sitêran bi rêz, Li Pîran û Barzan / û Saplax tevan. Me hildaye ala / xebata welat, Me şoreş kirî eş- / kera bêguman.
Hekarî li ber E- / virîn raperî, Şikestûn û Bîngol / digel hev gihan, Senendec li hawîr / bi halan û ceng, li Kerkûk û Zaxo / xuyabû beyan. |