PÊSGOTIN
Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye. Neyên gotin jî, em bi ser wan de guh nedêrin, nebihizîn jî her çîrok serencama serboriya mirovekî ya di serdemekê de li cihekî bi serê wî de hatiye...
Li gorî we jî jiyîn çîrokek be, çîrokeke we jî dê hebe. Jixwe gelek çîrok bêyî ku bêne vegotin, bêyî ku hinin li wan hay bibin, bi windabûna xwediyê xwe re bûne ‘kaçûmanok!’
Jiyana min, jiyana ku sêwîtiyeke zû kir ku bi giraniya wê bi-hesim, li derveyî min, di ber re ber re ber bi çîrokbûyînê ve çû... Dîkekî min jî hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serbo-riya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!
Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çî-roka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re... Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê he-qê me nehêle, kurrê min... Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir? Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Şengê û Pengê-tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser ‘heqê’ xwe ve dibûn...
Soxî; piştî zarokatiyeke tiştîşî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber şairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm: Hinekî bîranîn, hînekî çîrok... Çîrokên ku pîrê ji min re digotin ku ez deynim hêlekê; çî-roka ku kir ez bi çîroka xwe bihesim û bibêjim ‘çîrokek min jî heye’, li gel bîranînên min nîvîskarek e: Helîm Yûsiv!
Dema ku min çîrokên Helîm xwendin, wan çîrokan kir ku derdawên xwe hildim û di beyarên çîrokê de bêyî ku lingê min li kestekên rastiyê, û kevirên fantaziyê bikevin, bibezim... Di wê bezînê de wê gavê min biryar da ku rojekê ez jîji zevi-yên helbestê dagerim beyarên çîrokê... Bi vê delîveyê, spasiyên xwe pêşkêşî çîrokvebêjera xwe pîra xwe Finca Xelîl dikim, û bi dû re jî heman spasiya ji dil didim Helîm Yûsivê kir ku li çîroka xwe hirtepilim.
Arjen Arî 13. 03. 2009
Hinekî Bîranîn Henekî Çîrok
Bajarê Mar Efra‘îm
Babîliyan bi navê Armîs û Nisîbîs bangî vî şûnwarî kirine... Mîttaniyan nevê wî kirine ‘Waşşûkannî!’ Hinekan gotine ‘Nabûla... Bi dû re bûye ‘Kengê’, bi dû re ‘Nas û bîna’...
Bûbe Sarbo jî demekê, yên nû hatî navê ‘Ahwaz’ lê kirine. Paşê hinekên din hatine, li ser textê desthilatê rûniştine û na-vê wê guhertine, jê re gotine ’Nasîbeyn?..’
Nasîbeynê Nisêbînî, yanî xwediyên wê yên niha, piştî evqas nav navekî din li vê navçeya bi ‘kaniyeyn’ dikin: Serbajarê şah-ristaniyên winda!
Dîrok jî bextê xwe navêje, ya wan dibêje: 33 şaristanî mîna estêrên ji ezmên xuricî, tîrikî hatin, ew derûdor ji xwe re ki-rin war û jîngeh, û rojekê çûn, winda bûn: Babilî bûn, aqadî bûn, summerî bûn... soberî, hûrrî, gûtî, mîttanî, ermenîbûn...
Û dibêje, ‘birek asûrî jî hebûn!’ Kê kiyê xwe, çiyê xwe, ciyê xwe wenda nekir li van axan? Ev ax axeke ku dixwe dixwe, û nabêje bes e! Min ewil xwişkeke xwe ‘guloka zêra’ winda kir li vê navçeyê ! … |