MISTEFA BARZANÎRA
Me mal-miletî nekir şîn-girî, Şîna şehîdîya te Merdemêrî. Me li roja ava nihêrî, Wekî ku emir dide rojek din, Me li toximê şova nihêrî, Wekî ku zevîya dide gîhandin. Me li serê wan lawa nihêrî, Ji kîjanara dibên Barzanî Û me bi sebirê girî guherî, Me bi hêsira nekir arzanî...
Bera ew milet hêsira birêje, Yê ku nikare birêje xûnê, Yê ku çewdera rizî davêje, Dixweze gênim hilîne şûnê...
Lê me aqa xûn meydanada rêt, Wekî em pêda bûne Cegerxûn, Em bûne Hejar, Şivan, Celaldêt, Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd. Em bûne lawê wan dayîkê tê, Ku tûr vedide herke bîst berî, Û miletê me nav sur û şextê Ragihîşte bîst mîlîon neferî...
...Belle, serê me ket, lê em nagirîn, Şîna te nakin, bavê cimetê, Emê mînanî kurikê dêmbirîn Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:
Dayka Kurdistan... kengê xwe ragirt, Kengê merema te hate sêrî, Hingê wê nava şaya meye gurr Bihele şîna te merdemêrî. 1979
Derheqa Fêrîkê Ûsiv da
Min dev-devî nîv sehetê êvarîya bo 50-î salîya dayîkbuyîna Fêrîkda xeberda. Min got, wekî wetenhizî, dilkelî, hub, hisret, tebîyet, xîyalêd emir ruhê efrandinê Fêrîkê Ûsivin, efrandin, ku bi mecalêd angor: bi kurmancîke dewlemende bê qisûr û ferih, bi nexşnîgarê geş, çapêd teqil hatine hunandinê. Şiyêrêd Fêrîk mîna kanîke xweber bilqîn pê bikeve - ji dilê wî dikişin... ... Min Fêrîk hesab kir şayîrê kurdî mezin.
Hecîyê Cındî, 1984
Bi dil û can pêşkêşî Fêrîkê Ûsiv - şayîr û helbestvanê kurdê sovêtistanê yê hêja, bi xîret, qedirgir û wetenperwêr dikim.
Qanatê Kurdo 19.01. 1984, Lênîngrad (Pirtûka “Tarîxa edebyeta kurdî”)
Fêrîkê min, “Çevkanî”- navê kitêboka teye çûke pêşin - ew îda poêzyaye. Her tişt hatiye gotinê... Ew çevkanîye -mizgînî, ji wê çevkaniyê şiyêrên te, ku mîna ava tezeye zelal, sar û xweş, îda dertên- me pir şa dikin . Emînê Evdal, 1961
Demeke dirêje - dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye - ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kanîyên zelal, ku vê lepa axa kal-bavê me ermenîya sitirîne. Aha yek ji wana eve, yekî bi talant, xudanşuret Fêrîke, ku min bi xwe jê tercme kirîye. Ez di wê bawerîyêdame, wekî ew gelekî hêjaye, ku bibe endamê Y ekîtîya nivîskara... Hovhanês Şıraz, 1964 (Helbestvanê ermenîyî mezin: F. H)
Nava cdebycta meda cîyc Fêrîk, destnivîsar-stîla wî dîyar bû. Kurmanciya bêqisûr, pirzanebûna zargotin, erf-edetên me kurda, qedirgirtina her pcyîvekê û bi hostatî cîda karanîna wan, fantazya effandinêye mezin. bi serbestî zanebûna hemû surên şayîrtîyê Fêrîkê Ûsiv kirin nûnerekî cdebycta meyî herî berbiçev.... ...Fêrîkê Ûsiv hertim bi derd û kulê Kurdistana xweva dijît û dikewgirî. Şekroyê Xudo, 1997
Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berêda, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çcnd stêrkên gcş ycn wck stêrka serê sibê derketin û di nav wanda yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû. Svezîrê Eşo
Şayîrê kurd û hevalê qenc Fêîrkê Ûsivra.Gelê me muhtacê qabilyeta şayîrê mîna tene. Elîyê Evdılrehman (“Dê“,15. 09.1965) |