PÊŞKÊŞÎ
Ji wê re, ya ko ta niha Ji ber min dinale, "Dayka min". ji wan re, yên me bi hev re, êş dîtine. Ji wan re, yên vehisîna xwe, kirine qurbana şevên min, "kebaniya min". Ji herdiwan re, Destan û Şêrwan.
Sipasiyên xwe, ji bo wan ên serê xwe bi min re êşandin, da ku ev dîwan çap bibe. Rêz û sipasiyên xwe yên taybet bo: - Bajdo Nezir Begovic, ku alîkarî di Layout de kir, - Karin Ahrens, ko nivîsîn li ser komputera wê bû û xwe bi wêneya qapê re westandin, - Dr. Zerdeşt Hajo, yê ko qoziyek ji wê dema xwe ya teng ji rastnivîsînê re berda, pêşkêş dikim.
Sipas
Ji devê ferhenga xilmaş, sirûdên bê deng / bê dêm xwe vekişandin. Xwe ji zimanekî hetikî, vedizîn.
Ez bûme.. asoyekî vekirî, ji.. ken û girî. Li ser lêvên te, hemî guneh, min buhûrandin. ..... |