TERRA INCOGNITA*
Ev odeya te ye, tevli min û text Te text divêtin, min jî divê bext Salar û Mîdya, Cegerxwîn
hewşên gîhatehl ji bîr bik meçî daristanên cîran kesera te yekpare, sêzaravayî soz û bext, ji te re hoz û rext va qutabiyê birînên devê te ji çiyayên çaxên bilind dageriyayî tiliyên min pak digerin li ser janan ne li dûr, ne jî li dûryanan li berava firmêskên kilaman di navbera zozan û zeryayên bilûr di guhê te de dinalim dildar ez im parzemîna tu yê bi rê bikeviyê navê min: Terra Incognita
*Terra Incognita: Parzcmîna ku nchatiyc kifşkirin.
Li Pey
I Tav çawa jî yaşîkên li ser banê xênî rohn dike! Wisa hêşîn dike deşta ku dirije bintara Elegezê, çolistan e ew! Fireh berdidin kokên xwe yên girdav, kavilên rez û bax û bostanan, dimijin guhanê axê. Asîka jineke nemir e hiltê, dibe aqûd û zimrûd û rengê xwe dide darebiyên bêar, dargerînkên reng û rûçik matmayî û sar.
Ro asoyê qam dike, jin mergeyê radike. Xurêlên di bêxçe de serî radikin. Xirexira zerîpoşa li ber derwazeyê heyatê sekinî, bi ser Radyoya Yêrêwanê de digire.
Birûkiyekî surman û angosiyekî êzdî li Celleyê rastî hev tên, piştî salan.
II Ev ba, tarewgeh e; ev, aramiya terkeser, li ber deriyê ku êvara derketiyan difîkîne; tîna destên pêşkê delal ê kevaniyekê, pênc hezar salî, diya min, welatê min.
Du tişt mane, bi tenê du dîmen: Jina ku li ser bên rişte dibirre û du çavên ku xwe li pişt e'şayê telandine.
Li jêrê, otoban dirije parzemîneke din.
..... |