XEWNA MÎRMIH
Mîrmih rabû ber mirinê Û bû terkeserî dinê, Go: “Ez herim wî welatî- Mirin tobe û lê qatî...
Pir çû, hindik, lê nihêrî Va kalekî rûbingêrî... -Selam elêkim, go, kalê, Kalê hindav hate balê. Go:-Hi xorto, te bi xêrî- Bîter bûyî li vî yêrî? Go:-Bi xêrim, ne bi şerim, Feqet xêra tam digerim... Sefera min ev pirsyare: “Gelo mirin vir dîhare?”
Kenîya kalê rû-hedemî, Go:-Rebê min bi keremî Dinya usa torat kirîye- Yek daye, yek dewsê birîye... Tebyet kirîye hezar terze, Kevn dimire bona teze: Gulek belga diweşîne, Dewsê dertê yeke şîne. Çemek diçe ser berane, Yek jî dertê cî-derane. Çîyak dixure binê erdê, Rexda yekî dinê dertê. Siteyrikek tê dîhare, Diqulive yek tê xare...
Mirin, Mîrmih, erhedeye, Bi emirra perwedeye: Li ku ruh û nefes heye, Mirin jî xwe wir eseye... |