La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şiîrên Bijarte - Mayakovskî


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 132
Traduction : ISBN : 91-88592-27-8
Langue : KurdeFormat : 125x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 935 Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şiîrên Bijarte - Mayakovskî

Şiîrên bijarte

« …

Ez,
yê ku di zîndanê de ferî evîndariyê bûm
min li dengê daristana Bouwgne gııhdar nekir.
Min bêriya keserên evîndariyê
li dereke raserî dîmenên deryan nekir.
Ez,
yê ku li ber kıılleka hucra sed û sisiyan
wilo bê westan radiwestiyam ... »


Pêşgotin

Berî niha bi çend salekî, min pirtûkeke Mayakovskî kirrî. Min kir dora pêşî û min zû xwend. Min du caran xwend. Min deverin jê gellek caran xwendin.

Min berê jî perçe ji helbestên wî xwendibûn, min navê wî bihîstibû. Lê çaxê ku ez li welêt bûm, him peydekirina pirtûkên wî sext bû û him jî pirr peyde nedibûn. Loma jî mixabin xwendin bi derengî, bi swêdî bû nesîbê min. Gava min xwendin, min him tameke edebî jê kir û him jî min bêhedan xwest wan wêneyên ku bi hunermendiya helbestan, bi peyv û dengan çêkiribûn, baştir bibînim. Min gellek jê dîtin. Bi min pirr balkêş hatin. Bêhempa bûn.

Min wî çaxî, xwest wê tama ku min jê kiribû, bi Kurdan re par vebikim. Min biryara wergerandina hinan ji wan da. Min bi dû re hejmara wan gellektir kır û ez bi nav agahdariyên di derheqa wî û hunerê wî de daketim. Îro, "gellek" tiştên wî bi Kurdî li ba min hene.

Sedema din a ku kir ez helbestên wî wergerînim Kurdî, vatiniyeke giran dida ber min. Gava ez çûm pirtûkxanê û min pirtûkên wî yên din jî deyn kirin, ez tê gihiştim ku helbestên wî bi piraniya zimanên dinyê hene. Lê bi Kurdî tune ne ! Îro şêst heftê salên xelkê ku dixwînin, lê hîna bi zimanê me tune ne. Min ev yek li Kurdan wek heqeret û tade qebûl kir. Bi min giran hat. Min nikarîbû qebûl bikira. Min kir kar û da ber xwe. Loma jî ez bawer im ku bi weşandina van helbestan, ez îro, hinekî ji vê tada ku li Kurdan hatiye kirin radikim û hinekî ji vatiniya xwe pêk tînim.

Tê gotin ku Mayakovskî, yek ji wan kesên ku wergerandina berhemên wî sext e. Wergerandina helbestan bi xwe jî karekî ne hesan e. Tê gotin ku ji nû ve nivîsandina helbestan e. Ez di vê derheqê de bêdeng dimînim, lê divê ez bibêjim ku karekî ku xwêdanê û serêşê dixwaze ye.

Wergerandina helbestan bêqusûr ne gengaz e. Îllehî tiştinan ji xwe wenda dikin. Bi piranî hêla helbestvanî sist dibe, melodiya dengan qels dibe. Lê gellek caran mane jî qels dibe. Carinan jî yek ji bo xelaskirina a din têk diçe. Lê çi dibe bila bibe, di wergerandina helbestan de, bêyî ku pîvanên bingehîn ên ku nivîsekê dikin helbest têk herin, mane tê parastin. Loma jî carinan aheng li ber çavên mirov, eşkere têk diçe, iê mirov dîsa jî bêmecal dimîne û nikare xelas bike. Kirina herduyan bi hevdû re bê qusûr ne gengaz e. Ev yek, ji ber newekheviya zimanan e. Deng û mantiqê zimanan ne wek hev in, li hev nayên. Qelsiyên wergêr, sedemeke din a vê encamê ye. Lê hin ziman dewlemendtir in, tîrtir in, mecalên pirtir didin karê afirandin û organîzekirina helbestan. Li gor lêkolînerên zimên, Rûsî mecalên pirr fireh dide helbestan. Mecalên guhertin û lihevdûqulipandina peyvan pirr in. Tîr e, musîkal e û bi hindik gotinan, gellek mane dikare bê pêşkêşkirin. Ji bo tiştekî tenê, gellek peyvên paralêl dikarin hebin. Kîjan li hevokê bê, mirov dikare wê hilbijêre. Swêdî jî di gellek tiştan de wilo ye. Di warê nivîsandinê de, bi qasî ku bi edebiyata dinyê re be, bi pêş ve çûye. Ji bo hemû tiştan peyv hene, navên hemû tiştan hene. Lê mixabin antremana ku di warê edebiyatê de bi Kurdî bûye, hîna Kurdî negihandiye wê deverê. Di karê wergerê de, ev yek xwe dide pêş. Îcarê gava qelsiya mirov jî dikeve ser, ev yek dibe sextiyeke din û derdikeve ber mirov. Lê ji bo ku encameke baştirîn ji karê min derkeve, min hemû hêza xwe seferber kir.

Rêyeke ji bo ku qusûr di karên wilo de mînîmûm bin, wergerandina ji zimanê orîjînal e. Lê mixabin ez bi Rusî nizanim. Min xwest ez wan bidim ber Rûsî, lê ew mecal jî bi destê min neket. Divê ez wek agahdarî bibêjim ku min Îşlikê tewtewan, Namê ji Tatîana Yakovleva re, Civîn, Heta deng hebe qîrîn û Xatirxwestin ji swêdî wergerandin. Min hinek beşên Heta deng hebe qîrîn, ji wergereke din jî peyde kirin û dan ber hevdû. Min, Li ser wilo, ji swêdî wergerand û min da ber wergereke din a swêdî. Min Ewrekî bi şal û Lîlî can ji swêdî wergerandin û dan ber ên tirkî. Ez hêvîdar im ku wê ev berhem rojekê ji Rûsî jî bên wergerandin. Lê heta wî çaxî, bila ev helbest diyarî pirtûkxana Kurdan bin.

Süleyman Demir




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues