La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ayîn û Qirarê Dînê Êzdîtiyê - Zargotin


Auteur :
Éditeur : Pirtûkxana Êzdiya Date & Lieu : 2001-01-01, Tiblîs
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 200 x 280mm
Code FIKP : Liv. Kur. Şem. Ayî. N° 4598Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ayîn û Qirarê Dînê Êzdîtiyê - Zargotin

Ayîn û Qirarê Dînê Êzdîtiyê - Zargotin

Şêx Xelîfê Şemsanî


Pirtûkxana êzdiya


P’irtûk ji zarê şêx Xeloyê E’lî hatiye nivîsarê û çê kirinê Ji zarê şêx Xeloyê E’lî nivîsî, nijar kir, ser t’îpê (h’erfê) latîniya t’eze rêz kir, ç’e’vrêênî lê kir, bervedana p’irtûkê nivîsî, bona çapê hazir kir û h’etanî ronayî dîtinê xayiti le kir. / K’eremê Anqosî

Şêx Xelîfê (Xeloyê) pisê şêx E’lî pisê şêx Çolo pisê şêx T’ewrêzê Şemsanî ji mala şêx Bavikî ye.



BI NAVÊ ŞEMSÊ ÊZDÎYA BERVEDANA P’ÎRTÛKÊ

Êzdîtayî borcekî girane. Di quma da êzdiya bona dînê xa serê xa dane û seba xayî kirina h’ebandina xa, êzdîtiya xa ji e'rdê kal-bava ra dibûn k'oç' dikirin diçûne xerîbiyê. Wî t'eherî pêşiyê me derk'etine hatine welatê ûrisa. Lê, rojê ox’irmê giran dînp'arêziya wan sist nedikir û êzdiya dînê xa nedidane dîndarê û malê dinê.

Telebext r’a, berê-berê da xandin û nivîsandin êzdiya r’a kiribûne gune, qedex'e da bûne ser û wedê da kitêbê dînê êzdiya, wek p’irtûkê dînê mayîn, çê nebûn. Wê yekê, di zemanê me da t'engasîke p'ir mezin bona h'ebandina dînê êzdîtiyê pêjda anî.

Ser riya babelîska dîroka êzdiya, di demeke dirêj da êp'êce gilî-gotinê qenc, serhatiyê. Mêr-Miliyak'eta û Xudana ji qewl, beyît', di'a-dirozga, mîfolojiya êzdîtiyê kêm dibûn û ber unda bûnê diçûn. Jimara ulmdara yanê zanê ulmê Şîxadî û e'detê êzdîtiyê sal bi sal kêm dibûn. Dinê pêş dik'et û qewata êzdiya êdî pê da nediçû h'emû gotinê mezina di bîra xa da xayî kirina. Qelem jî êzdiya r’a gime bû.

Di dewra me da fîre belayî bûna cî-warê jîîna êzdiya, e'mrê t'evî şile'tê, pêşk'etina xandinê, zanebûna têk'nîkiyê, soşiyaliyê, aboriyê (êkonomîkê), çandê (kûltûrayê), guhêza fikra û bîr-bawariya, usa jî t'unebûna oda û mek't'ebê dînî h'uk'imekî giran û çetin kiriye ser xayî kirina h’ebandin û rabûn-rûniştandina êzdiya.

Îro lazimiya p'irtûkê (k'itêbê) dînê êzdîtiyê derk'etiye holê (meyîdanê). H'izreta êzdiya, îlahî cahalê êzdiya, xêneî p'irtûkê qewl, beyît' û di'a-dirozge tê da çap kirî, ew p'irtûkin, li k'u jî mak kirina wan qewla, me'niya beyît' û di'a-dirozga, şiro ve kirina rê û rizmê dîn, qanûnê e'detê êzdiya, binga êzdîtiyê, dîroka dîn û felsefiya wî, rastiya h'ebandina êzdiya, e'frandina dinê, bît'er bûna Meleka û tiştê mayîne hewask'ar nivîsîne.
Bedbextiya êzdiyane ku h'eta roja îro jî p'irtûkê pîroz ya êzdîtiyê nehatine nivîsandinê û çap kirinê. Sebeba vê valayiyê cahalê êzdiya berê xa dane xandin û nasbûna Bîbliyayê(k'itêbê dînê xaç'p'arêziyê) û peyî ra jî diqulibin diçin digihîjne wan. Haya wan êzdiya rastiya dîn û bîr-bawariya êzdîtiyê t'une. Serda jî hine şêx û p'îi' bi xeyîset û rabûn-rûniştandina xa va riya baş û heq û rastiya h'ebandina êzdîtiyê nîşanî cimae'tê nadin. îro di nava t'erîqa da qewlbêj, ew jî zanê t'enê çend sebeqê hine qewl û beyît'a, ze'f bûne. Ulmdar yek-dudu mane, bona ku qewlbêjî ne ulmdariye!

K'itêba han bona eşkere kirina qenciya p'arêziya êzdîtiyê hatiye çê kirinê.
K’itêb ji zarê şêxekî êzdiya-şêx Xelo liatiye nivîsarê. Şêx Xelo pisê şêx E'lî pisê şêx Çolo pisê şêx T'ewrêz şêxê Şemsanî ji mala şêxê pisê Şems şêx
Bavika sala 1928 gundê K'orbilaxê, Ermenîstanê hatiye dinê.

Biçûktî û xortaniya şêx Xelo rex şêx û p'îrê wî zemaniye navdar, baştiiin ulmdar û zanê ulmê Şîxadî, ayîn-qirarê dînê êzdîtiyê derbaz bû.
Wek: 1) Şêx Dewrêşê E'lîyê Şemsanî (hostaê wî bû Miradê Naso Şêxûbek'irî, ocaxa Sorê Sora, ji gundê Sengerê), 2) Şêx Tefurê Me'mûd Şêxê Ferxedîna, 3) Şêx Mistoê Bek'o Şêxê Şemsanî, 4) Siloê Şêx Qasimê Şemsanî (hostaê wî ji mala Şêx Ozmanê Şêxê Sora bû ji gunde Elegezê), 5) Şêx Tosinê T'emo Şêxûbek'irî, 6) Şêx Etoê Reso Şêxûbek’irî, 7) Şêx Cindoê Eşo Şêxûbek’irî, 8) Şêx E'tarê Şêxûbek'irî, 9) Şêx Memoê Teyo Şêxûbek'irî, 10) K'oç'ek Xudo (Xudêda) - p'îr, 11) P'îr Sefoê birê K'oçek Xudo, 12) P*îr Mih'o, 13) P'îr Dodoê p'îrê îsêbiya, 14) Şêx Qeremanê Oskanê Şêxê Ferxedîna, 15) Pisêd şêx Hemzey ê Şêxûbek'irî: Efendî, E'lî û Se'yîd.

Çava xaxa şêx Xelo dide bîra xa, di mala xezûrê wî şêx Tosinê şêx T'emo şêxê Şêxûbek'rî da hergav t'erîqê ulmdar û qewlbêjê zor ser hev k'om dibûn û hev r'a dik'etine h'ucetê derheqa mak kirina qewla û beyît'a, şiro vekirina di’a-dI irozga û ayîna dînê êzdîtiyê. T'u yeld ji wan şêx û p'ira ber yê dinê danedixar, her yek ulmê xa da zor û jîr bû, dilşevat û şikestiyê dînê xa bûn. Rema Xudê rih'e wan be, xaş ulmdar û qewlbêj bûn!

Paşî wan di nava k'oma êzdiyê welatê me da ulmdarê weke wan hê nehatine k'ivçê. Remetiya êp'êce tiştê zanebûna dînê (ola) êzdîtiyê xa r'a birine gorê, nedihiştin bahatana nivîsarê. Şêx Xelo bi fîmaqî navê wan hostayê xayî jor nav kirî hil dide û şikiriya xa Xudê tîne bona ku e'mrê wî k'êleka wan rûspiya derbaz dibû.

Şêx Xelo hê cahaltiya xa da bû zanê ulmê Şîxadîye berbiç'e'v. Xudê k'iriyamet û feresat dabiyê û ewî jî xa paş nedixist. Aqil û fe'mê wî digîhîjte her tişte uhnê dînê êzdîtiyê. Xudê t'evî k'iriyameta xa dengekî xaş û zîl jî dabiyê. Şêx Xelo, bejin bilind û namil fire, bû h'izkirê k'omê. K'ubra her qewlekî û beyît'ekê usa xaş hil dabû û digot, hazir zendegirtî dimînin û qet kes h'etanî vêga jî nagîje wî.

Îro, gava di nava k'oma me êzdiya da dixazin navê t'erîqekî ulmdar û qewlbêj hildin, pêşiya gişka navê şêx Xelo tê gotinê, di êla me da t'ayê wî t'unene. Şêx Xelo him uhndare û him jî qewl û beyît'bêje, destpêka misilh'eta wî heye, lê xitimiya wî t'uneye. Hertim beşerxaş û devk'ene.
Bi fikir û felsefiya xa, fe'm kirina diniyayê û demê, siyanet girtina xandin û nivîsarê, şêx Xelo ji t'erîqê mayîn cidaye. Zanebûna wiye fire mecal dide wî baş ser ulmê Şîxadî bifikire û kêmasiya wî bide eşkere kirinê. Şêx Xelo rastî jî ulmdare, xaş zanê ulmê ayîna dînê êzdîtiyêye. Şêx Xelo dewra me r'a dimeşe û difikire. Ulmê Sîxadî kajî-vajî dike, kakilê wiye e'slî û t'emîz dibîne û bona k'ara êzdîtiyê derdixe ber ronayê. Lêk'olînê wiye ser ulmê dînê (ola) êzdiya her kesî e'cêvmayî dihêle. Tiştê ku di k'itêbê t'arîxê da nivîsîne, ew ji qewl û beyît'a der dixe û mak dike. Xastina şêx Xelo her ewe, wekî binga êzdîtiyêye e'slî û xas bibîne, bide eşkerê û t'enê rastiya Xudê bigîhînne cimae'tê.

Min sê zivistanê wan salê axriyê, di sir û sermê û h'alê bê ç'ira û bê ronkayê da gotinê şêx Xelo dinîvîsî û ser reşbelekê rêz dikir. Ez bi fikir û zanebûna wî derheqa bawariya û h'ebandina êzdiya zendegirtî mam. H'etanî vêga kesî angorî wî derheqa h'ebendina êzdiya giliyê ha negotibûn. Her gilîkî wî cî bû û bi xetê qewl û beyît'a mak dikir, dinêkî herî fire, diniya bîr û bawariya êzdîtiyêye feze dida ber ç'e'va. H'erf ser h'erfa zêda dibû û giliyê Xeloyê şêx bîna zîncîra şemaldar rêz bûn. Di nîvîsê da qedîmiya û zor bûna felsefiya h'ebandina êzdîtiyê hate k'ivşê.

Lema jî k'emala wê k'itêbê ze'fe û xaş kêrî wan meriva tê, k'ê jî dixaze nasiya xa bide dîn-h'ebandina êzdîtiyê. Di vê p'irtûkê da şêx Xelo, ser e'sasê mak kirina qewl û beyît'a, r'ê-r'izma dîhar bûna h'ebandina êzdiya hûr-gilî şiro ve dike.

Di dîroka nivîsandina û çap kirina giliyê derheqa ulmê dînê êzdîtiyê da eva cara e'vile wekî dîn-h'ebandina êzdiya ha zelal, wek serhatîk tê nijar kirinê, bi zimanê sade û fe'mdarî.

Şêx Xelo pirsgirikê bîr-bawariya êzdîtiyê yeko yeko dide safî kirinê, h'ebandina êzdiyaye berî hatina şêx Adî (Şîxadî) û Mêra baş zelal dike û pê wê yekê va riya êzdîtîyêye rast nîşanî êzdiya dike.

Me çava jorê jî got, şêx Xelo xayê ulmekî girane. Qewil, beyît', di'a-dirozgê ew dizane, barêd qent’erê p’ir û p’irin. Vê carê em ser wê nêtê sekinîn wekî ji zanîna şêx Xelo t'enê wan qewl û beyît'a di vê k'itêba pîroz da cî kin, qiniyata k'îjana jî bona fe'm kirina dînê êzdîtiyê r'a heye.

Hema bona wê yekê bû me gilî-gotinê şêx Xelo bijart û cî bi cî kir. Me îzn ne da xa t'u guhartin tê kira di nava xeber û gotinê şêx Xelo. Ew xaxa, bi t'ayîbetî, h'emû jî qîmetlî û bijarene. Me t'enê destê xa da nivîsandina gotinê şêx Xelo û xetê wan ser k'ax'ezê rêz kirin.

Xêncî wan qewl û beyît'a yê ku di wê k'itêbê da hatine çap kirine, êpêce yê mayîn ji cem şêx Xelo mane.

Bi vê k'itêba xa va şêx Xelo diniyakî t'eze ya bawariya dînê êzdîtiyê ber êzdiya ve dike û xof û rema Xudê - Êzdaê Mezin û Melek Adî dike dilê her êzdîkî, h'iz kirina sura dîn-h'ebandina êzdiyaye qedîm dide ber ç'e'vê êzdiya.

Bi fikira me maşê k'itêba gotinê şêx Xelo p'ir girane. Yê bixûne, xêrekî mezin wê xa r'a bibîne û t'u waxtî rojê axretê natirse.
Em gumanin, êzdiyê şikestiyê dînê xa, kesê maşoqê dîn-bawariya êzdiya wê xêr-xaşî wê k'iteba pîroz qebûl kin û pê r'a şa bin.
K'itêba han îro êzdiya r'a p'ir' lazimtire.

Eger tiştek jî di vê k'itêbê da kême, hûn dikarin, k'erema xa, derheqa wana da fikirê xa me r'a binîvîsin.

K'eremê Anqosî

Heyî, Gelî Guhdê Ra!

K'ê vê K'itêbê dixûne yan jî dide xandinê!

Baş bizan bin, dîn, h'ebandina me ze'f kemne û quma tê. Dînê me, ulmê me zore. Êzdiya bona xayî kirina wî dînî serê xa daye. Lê, zemana da h'ebandina me ji destê t'erîqa-şêxa û p*îra unda dibe. Xandin êzdiya r’a gune kirin û nehiştin ulmê dînê êzdîtiyê têkeve ser k'ax'ezê.

Her t'erîqek aliyê xa da dik'işîne. Gotinê pêşiya, ol û erk'anê dînê me Şemsaniyê, Şêxû-Bek'ir (Dewrêş Qat'aniyê), Adaniyê (şêx îsnê, şêx Şerfedînê, şêx Zeyîdînê) her yekê ber cidê xa k'aş kiriye û uhnê dînê êzdîtiyê xa va xemlandiye, pîrozî û mezintaya xa dane k’ivşê, ciyê Melekên Qedîm girtine.

Wana qet cî p'îra r’a jî nehiştine. Rastî nav hev da veşartine.
Ewa bû zirara me mêrê êzdî. Em ser qirara xa rêkî da neçûn û ne jî îro diçin.

Hema bona wê yekê wekî rastiyê derxime dinê, min xetê jêrîn nijand û didime ber ç'e'vê êzdiya.

Şêx Xelo

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues