Éditeur : FIKP | Date & Lieu : 1987, Paris |
Préface : | Pages : 208 |
Traduction : | ISBN : 0761-1242 |
Langue : Kurde | Format : 167x240 mm |
Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
Hêvî |
Şa'irê Ronahî û hişyariyê: Cegerxwîn Rojen Barnas Mele Şêxmûsê Hesenê Hesarî di çaryeka pêşîn a sedsala bîstî de bi peyatî kete meydana şi'ra kurmancî, li hespê têkoşîna rizgariyê siwar bû, bi navê Cegerxwîn pêncî û neh sal bêî ku raweste hespê xwe li vê meydanê bezand. Bi dostan, bi neyaran, bi kalan, bi sûtalan navê xwe da bihîstin û pejirandinê. Ev nav bû mertaleke nependî, zexim û stûr, li ber pêjnên welatparêziyê li hemberî tîr û êrîşên propaganda û kirên dewletên Kurdistanê parvekir, û tevkarên wan ên hundirîn. Dengê wî bû tovê hişyariya li şexsiyeta xwe ya mili ya kurdî derketinê, bi taybetî di nav me Kurdên Kurdistana bakur de. Welatê min tiwî bûka cihanî Di civatên mela, şêx û axayên welatparêz de şi'rên wî bi meqamên xezel û qesîde dihatin xwendinê, ku di wan civatan de ji mêj ve timî Cizîrî, Feqehê Teyran, Bateyî, Xanî û Aqtepî bi wecdeke bilind dihatin xwendin. Di civatên wisa, hînbûyiyê şi'ra kurdî de bi dengekî zîz û sotî ku melakî destê xwe bide ber guhê xwe û bistrê : Nalînek tê guhê min, lê winda û nîhan e Îro roja xebatê, serxwebûn e doza we Kî heye gelo ku xwe li berê ragire, şewat, pêt, dû û dûxanên li welêt bi bîr neyne. Welatê Kurda tev xêr û bêr e Lêdixistin. Li ser kursiyê axaftinê "Helval Paul Robson" dihate xwendin. Di salonên mehkeme û di hewşên bendîxanên siyasî de şi'rên wî bi sirûdî ji devekî li hember kirinên kolonyalîzmê dihatin gotin. Li hember biryarên mehkemê yên 8-16 sal hebsa giran, bi sirûdî xwendina "Ala Min" ku ji devekî digotin : Te bi zîv zêr tev de kil dim |