La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Qehweyek li gel wî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2006-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 9944-382-04-3
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1149Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Qehweyek li gel wî

Qehweyek li gel wî

Zilameke ji çav
lê belê mixabin...
wan ateşgehan nabîne
ku di hebûna min de vêxistiye
tiştekî jî nabêje!
Keseke ji nêrînê
lê belê seyr e
di germa şeydabûna min de
hîna ji hiş xwe neçûye û nedinale!
Min qewha xwe ya tal
bi şekirê axaftinên wî vexwar
Min qehwa xwe ya reş
bi rengê çavên wî yên kal firda
Min qehwa xwe ya germ
bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir


Kejal Ehmed-Di sala 1967an de, li şarê Kerkûkê ji dayik bûye. Lê ew bixwe wek malbat xelkê şarê Silêmanî ye. Tevayî salên xwendina xwe li Silêmanî bi dawî kiriye û diploma ji Peymangeha Hunerî ya Silêmanî beşê Parêzgarî wergirtiye. Di sala 1986an de dest bi nivîsîna şi`rê kiriye. Şi'rên wê bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji sala 1992an de û heta niha, rojnamegerî dike û niha sekretêra nivîsînê ye di rojnama Kurdistana Niwê de. Xwedî çalakiyên berçav e di mafê jin û civakê de. Gelek gotar nivîsiye di vê derbarê de û çend sempozyum, seminer pêşkêş kiriye û xwedî bernameyeke taybet e bi jinên kurd di jêr navnîşana "Ji her baxekî jinek", di Kurdsat TV de.
Berhemên wê yên çapkirî:
- Bendera Bermoda (Şi`r, Weşanên Zamwe, Silêmanî, 1999)
- Gotinên gotinê (Şi`r, Weşanên Rêxistina Lawên Mîdya, Silêmanî, 1999)
- Kitêba jinê (Gotar û lêkolîn, Weşanên Serdem, Silêmanî, 1999)
- Qehweyek li gel wî (Şi`r, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî, 2001)
- Min eynek şikand (Şi`r, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî, 2004)
- Nasnameyên bukuj (Wergera kitêba nivîskarê Ereb Emin Elmeilûf, ji erebî bo kurdî, 2003)
Şi`rên di vê berhevokê de ji kitêbên wê hatine bijartin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues