Çend gotin
Di hejmara kovara me ya yekê de, hevwelatiyekî bi navê Îbrahîm Al ji me re nameyek şandibû û di nameya xwe de behsa serpêhatiyeke xwe ya bi rojnameyeke kurdî re kiribû. Gava mirov serpêhatiya Mîrza Îbrahîm Al dixwîne, mirov hem bi rewşa wî dikene, hem ji pê xemgîn dibe. Îbrahim li çayxaneyekê rojnameyeke ku nivîs û bendên kurdî tê de hene, dibîne, radihîje wê rojnameyê û bê hedan berê xwe dide malê. Ew li malê pêşî wê rojnameyê ji xwe re, paşê jî ji dê û bavê xwe re dixwîne. Lê mixabin, dê û bavê wî jî, ku herdu karmend in û xwendin û nivisandina wan heye, ji xwendina Îbrahîm tiştekî fêhm nakin. Gorî ku Îbrahim Al di nameyeke xwe ya din de dide xuyakirin, ew yeka han li wî dibe gir û ew roj ev roj e ew sere xwe bi kurdî re dêşîne û herweha ew jin û zarokên xwe jî dajo ser xwendin, hînbûyin û nivîsandina zimanê kurdî.
Ev serpêhatiya Mîrza Îbrahîm Al serpêhatiya nivşekî ye. Ji avakirina Cumhûriyeta Tirkiyê (1923) û bi vir de ziman. edebiyat, çand û her celeb toreya kurdî li Tirkiyê qedexe bûye, nivîskar û hunermendên kurd yên ku xwestine pênûs û firçeya xwe ji bo gelê xwe li ba bikin, ew tavilê ji aliyê serdestan ve hatine rawestandin, devê wan hatine gem kirin, zindan û işkence her bûye para wan. Hem li Tirkiyê, hem jî li welatên cîran yên ku îro serdestiya kurdan dikin, gelek nivîskar û hunermendên kurd derketine, bi zimanên serdestan nivîsandine, di gel pirr zehmetiyan ew dîsan bûne pêşevanên edebiyata wan. Lê mixabin, piştî demekê pirr ji van nivîskar û hunermendên kurd bi dû navê xwe ketine û hunera xwe ji bo gelên serdestên Kurdan bi kar anîne. Em hêvîdar in, ku wê ev hunermend û nivîskarên kurd yên zîrek li xwe vegerin û bi kurdîbûna xwe navdar bibin.
Welatên serdestên Kurdan ji bo ku ziman, çand û edebiyata kurdî qedexe bikin, winda û asimile bikin wan xwe gelekî êşandine. Ji ber ku ew jî zanin ku ziman yek ji nîşanên netewetiyê ye. Ku zimanê miletekî winda bibe, nemîne, hebûna wî milletî jî dikeve talûkekê mezin û piştî kurtedemekê ew di nav rûpelên dîrokê de winda dibe. Ziman çawan ku yek ji nişan û pîvanên netewetiyê be, ew wisan kilîta kultirê ye jî. Gava ziman nemîne, kultur dihare; ku kultur here ew gel bi xwe ji navê radibe. Lê her çiqas serdestên kurdan xwe ji bo vê windakirin û ji navêrakirina kurdan êşandibin jî, dîsan ew bi ser neketine; ew serpêhatiya hevwelatiyê me yê hêja Îbrahîm û rebeniya wî ya nezaniya zimanê wî êdî dibe dîrok.
Ji ber ku gelê kurd êdî hew pîkolî û stemkariyê dipejirîne, ew li her derê, bi her awayî ji bo bidestxistina mafê xwe li ber xwe dide. Di van deh donzdeh salên dawî de, bi şiyarbûn û li berxwedana gelê kurd re, di warê ziman, edebiyat û kultura kurdî de jî gavên dîrokî hatine avêtin. Deriyê civata me ya ku di tarîtiya salan de fetisî bû, êdî vedibe, çirûsk û tîrêjên medeniyet û zanistiyê derbasî hundirê wê dibin. Êdî em ji dema bê pirtûk, bê rojname û kovar rizgar dibin; ji bo ku em cihê xwe di nav civatên nûjen û hemdem de bigirin, em bi pênûsa xwe ya di rengê şûr de ye li ber xwe didin. Di demek wilo kurt de, penûsa kurdî bi xurtî li ser kaxizê li ba dibe, derd û kul, êş û elem, xweşî û spehîtî, tore û xwezaya kurdistanê û ya gelê kurd bi lîrîzmek xurt tîne ziman. Di vê mijarê de kurdî ewçend bi pêş ketiye, ku di her şaxan de berhemên nemir têne afirandin. Herweha nivîskarên kurd yên nûdemî û nûjen peyda bûne, ji bo xweşkirin û rohnîkirina civata xwe bi zendên xwe yên zexim, ew ala ku ji aliyê xwedî û hevkarên Hawar'ê de nêvcî.mabû, ber bi asmanê çiksayî ve dikişînin. Niha gelek kovar û rojnameyên kurdî yên bi qîmet derdikevin, ev yeka han jî nifşek xwendevan û nivîskar bi xwe re digihînin. Wek me di kurtepêşgotina hejmara pêşî de jî dabû xuyakirin, ku em ne kovara pêşî, ne jî ya dawî ne; lê em ê bixwazin bi pîvanên navneteweyî, bi estetetîk, bi prefesyonelî û ya herî girîng jî bi dengê Kurdîstanî derkevin. Loma jî, piştî belavkirina hejmara pêşî ji me re ji her aliyê welêt name, pîrozname û nivîs hatin. Ji Ermenîstanê Mîrza Tîmûrê Xelîl û xanima hêja Nûra Cewarî, ji Îranê Mîrza Ehmed Şerîfî û Perwîz Cîhanî û herweha pîroznameyek ji kovara hêja Sirwe, ji Sûriyê kovara delal Stêr û xebatkarên wê, ji Tirkiyê Mîrza Faik Candan û Dr. Cemşîd Bender û pirr kesên din, ji Ewrûpa, Awistiralya û Amerîka jî gelek pîrozname û nameyên xweş ji kovara me re hatin. Vê yeka han gelek dilê me şa kir û kir ku em bi xurtî ji bo berdewamiya kovarê serê xwe biêşînin. Daxwaza ku Nûdem ji nivîskar û hunermendên her perçeyên Kurdîstanê re bibe pireya hevdunasîn û hevdubihîstinê hêdî hedî bi cih tê. Ev yeka han jî zorê dide me ku em dema kovarê kurttir bikin û ne ji sê mehan carekê, lê em wê ji mehê, an jî ji du mehan carekê derxînin.
Gelî nivîskar, huneımend, ronakbîr û xwendevanên kurd yên hêja! Werin em mil bidin milên hev, em bi hev re civata xwe ya ku bermaya gelek medeniyetan e bigihînin cîhana nûjen!
Firat Cewerî |