La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şîn û Şadî - Dilistan


Auteur :
Éditeur : Wergêr Date & Lieu : 1988, Stockholm
Préface : Pages : 162
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv.-Kl. 1188 Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şîn û Şadî - Dilistan

DILISTAN
Dîwana 1-2


Mamostayê nemir Celadet Bedirxan digot: “Heçi kurmancîyek paqij ji peyvên bîyanîyan bivet bila biçit li nav serê çîyayên Bota li gel pîremêr û pîrejinêt wa biaxivit nexasim a desteka şivan û gavana”. Helbestvanê hêja Sebrî Botanî jî, xelkê Bota ye û bi xwe jî ji wan destekane. Lewra li nivîsên wî binêre, weha kurmancîyek zelal û nazik û xweş û bi sanahî tê têgehiştin. Sebrî Botanî li Kurdistanê gelek hatîye naskirin û yek ji helbestvan û rojnamevanên hêja û bi nav û dengin. Sebrî Botanî di nav her du dîwanan da li ser hejarîyê û derbiderîyê û sitema derebegan û dagirkeran behis dike... Gelo ev pîremêrê he kîye ?! Nivîsarên Sebrî Botanî di gelek rojnaame û kovarên kurdî de li Kurdistana Başûr derçûne û gelek ji wan helbestan bûne stran û di gelek delîvan da stranbêjên Kurd strandîne.

“Ne bê çavim dibînimNe bê hiş im dibînimHizirtîj û dûrbinimLê sitemê ez xwarimKengî ez gunehkar im ?”




PÊŞGOTIN

Helbestvanê hêja Sebrî Botanî derheqa jîyana xwe hin agahdarî di pêşgotina xwe da nivîsîne. Bawerim pêwîs nîne ku li ser jîyana wî hozanvanê giranbiha binvîsim. Çawa ku wî di pêşgotina xwe da gotîye ku du kit dîwanên wî (bi tîpê Erebî) çapbûne.

Li sala 1984 ê da li Swêd li bajarê Stokholmê ez li kurê Sebrî Botanî Berêz Soran Botanî bûm mê van. Li cem wî min 2 kit dîwanên babê wî "Dilistan" û "Şîn û Şadî" dîtin. Lê belê li Kurdistanê herweha nivîs û dîwanên wî jî gelek bi nav û dengin.

Helbestên Mamosta weha sivikin ku xelk baş û bi sanahî xwendin û têgehiştin. şîrantî û xweşîya wan dilê her xwendevan û guhdar geş dike, nemaze şîretên ku di helbestan da dîyar kirine di warê welatparêzîyê û ji boy sexwebûna welat da tiştên gelek giranbiha afrandîne. Bi rastî dema ku mirov helbêstên Sebrî Botanî dixîne mirov naxwaze dev jê berdê ji boy ku şîrantîya wan di hemû laşê mirov da belav dibe.

Dîwana "Şîn û Şadî" cara pêşîn li sala 1979 ê ji alîyê çapxana "El Edîb El Bexdadîye" bi tîpê Erebî hatîye çapkirin. Ev dîwan ji 264 rûpel û 52 beş ûli gel ferhengek Kurdî-Erebî hatibû sazkirin.

Herweha dîwana "Dilistan" jî li sala 1984 ê ji alîyê çapxana "El Hewadis" ve li Bexdayê çapbibû. Û dîwan ji 78 rûpel û 24 beşên helbestan di gel ferhengokak Kurdî-Erebî hatibî sazkirin.
Dema ku ev herdu dîwan gehan destê min, min xwest ku ez ji tîpên Erebî wergerînim bi tîpên Latînî. Lê mixabin heta wê demê jî min tîpên Latînî baş nedi zanî çunkî min bi kar nedianî. Lê belê bi saya kovar û rojnamê kurdî, yên ku bi tîpên Latînî li derveyî welat derdiketin roj biroj dixwend û xwe hîn hir.

Armanca min di vî warî da, yekemîn eve xizmetekê di warê ziman de bikim û van dîwana pêşkêşî xwendewarên zanayên tîpê dikim.

Ev her du dîwan bi nivîsara Erebî cuda cuda hatibûn çapkirin. Lê ji ber nekarbûna ekonomî min her du bi Latînî kirin yek. Di şêwey nivîsîn û giramatîka wê da wek nivîsara Erebî min nivîsîne. Di wan dîwana da hindek wêne hebûn lê mixabin baş dîyar nedibûn ji boy wê çenndê ew ne êxistin pirtokê da.

Bêguman min di vê derbiderîyê da giring didît ku ez di xizmeteka weha da jî rabim dîsanê başe û bi taybetî delîv jî hebû, lê bi rastî min xwe kêm didît di rabûneka weha de. Çunkî ez dizanim ku ev ne çepera mirovekî weke min nexweşe. Ev meydan hene ya hespê kuleke. Lê dîsanê min ûmîda xwe nebirî û li mala xwe min ev pirtok saz kir û da çapê gehande xwendevanan. Vêca hîvîya min eve ku xwendevan bi çavekî dilbêş û evîndarî, ne bi çavekî nevîyan û bi dilekî giran bere

xwe bidin vê reşbeleka Sebrî Botanî û şêwey wergerandinê.Vêca heke xwendevanê berkeftî, kêm û kasek têda dîtin jî, bila bizanin ku ev, ji serê pênivîsa mineû ev cara yekeme ku ez xwe bidim ber karekê weha. Çunkî wek pêşîyên me di gotin: "Pehlewan bi carekî naçit li ser şelîtê".

Ev ji alîkî ve û ji alîyê din ve bawerim guneh ya mamostayên hêja nivîszana û giramatêk zana yên me ne. Bila bes cirvekêşê bikin, bila bi dilovanî serê pê nivîsa xwe rast danin û rast bikin da ku hezar şagirdên wek min jî karibin bi kar bînin û bibin kesên kêrhatî.

Ûmîda min ewe piştî wergerandin û çapkirina van her du dîwana bi latînî, dîwanên din jî yên Sebrî Botanî bikevin destên min, wê wan jî bi Latînî bigehînim destên xwendevanên berkeftî. Dîmahîka gotina min eve, ûmîdwarim ku min karîye ez xizmetekê bo xwendevana bikim û wê pir şa bibim ku bi dilê wa be. Êdî xwendevanên berkeftî û van dîwana û bextê wa.


SERBEST ZAXOYÎ


PÊŞGOTIN

Ji sala 1944 ê ve ez û şiir bi hervra di jîn , 1ê li sala 1946 ê di zîndana Mosilê da jîna min. di gel vehandinê dest pêkir..... Dost û hevalen min bixwendina Şiiran keyfxweş dibû, 1ê ji nivîsîn û hilgirtina wan dilgiran dibûn. Car hebû her kaxezek dl des.tê min da dîtiban direvandin û bilez didirandin. Lê mirov bo Xudê bêjit, ev hozan bibûn qa j ik û benîşte devê wan. Nemaze ji ber sivkahî û nermî ya wan bisanahî d ihatin jiberkirin û li nav xelkê belav dibûn. Nemaze ew hozanen ku pesne welatî dikirin yan jî siyasîban.

Ca ji tirsa ne ji xemsarî û bê sexbîrî nehatin nivîsandin û hilgirtin, her ji lewra hejmara wan ta ku sala 1957 ê ji 25-30 parçe şiirên kurt pitir nebû. Wey babo.. Tu dibînî vî çepelê pîs çawa dîsan zimanê xwe dirêj kir û gotinek ji serê xwe meztir kir?. Pa serê Şêxê Basert e vê xwe 1i kelemekî bidit lê hêj maye.. Gelî civatê... Ha eha ... Her ji niha bizanin. heke Sebro em jî bi xwe ra li belayekî nedan ez tiştekî ji vê dinyayê nizanim. Kacê were jîkurto... te çi nîyete? Ev çi gotin û motnên çirok û bêser û berin tu dikî ?. Bêj e... Heke ezê wê bi serê te bînim ku kesê nebihîstî .. Erê Sofî Simo .. Zelîxa. Mele Elî ..Xalid hon na bêjine min vî çi div êt?.. Kuro Sebro: Rê hê êdî piştî îro ez te nebînim ha... heke ezê lingê te bişkênim.. Wey bavooooo tu dibêjî qey wî kafirê Cigerxwîn tif kirî ye devê , wî da... Wê ro j a henê li ser berbanga mala Xelîlê Xelo zirzira wî dihat û qêr kir bû "Pîra torê û Ey felek" û birazîka min Nêrgiza Hevindê Sîto di gel wî sêwelekê kurê Usmanê Temo ku navê wî li ser zimanê mine lê 1i bîra min nemaye vêkra 1ê vedigerandin.

Xalid : - De jê gere mamê Silo hey Xudê ji te hene û ne ziman ji zimanê me şirîntir hene.. Zarokek şeş Heft sali ji kalekê sed salî pirs kir û got:- Erê bapîro tu nabêjî min AZADÎ çîye Aştî anku çi?. Kale dinya dîtî çavên xo vekir û hizrek bir ê ek îna û paşî serê xo hejand û bi dilekî pir kuvan bersiva wî da û got:-Quzilqurt û kerafî bit heke min tam û bain kirbit..

Jehra koremarî bit heke min Aştî dîtibit. Lê he ke... te divêt tu tiştekî ji van tiştan bizanî, ez dişêm 1i gura zanîna xo ji te ra bêjim...

Kurkê me xo bê deng kir û guhê wî ma li ser dengê kalo ê çavê wê ma li devê wî ka dê çi bêjit... Kalê me dîsan çav neqandin û paşî devê xo vekir û zimanê xo berda û got : ‑ Şirînê şirînê şirîne, gelek ji van şekrokên sor û sipî u kesk û zer û xemrî şirîntir û xweştir e. Dokêla agrê çî ya rîya wê çavên tarî rûn dikit.. Bêhna wê pîremêrên wek min ciwan dikit... Bayê evîna wê dijware hawar li min pîr û lawan dihejînit...Malwêranî di rêka wê da ji kayê erzantire, kurt kurmancî dumahîka wê xêr û xweşîye û tenahî serfirazî li her derî belavdibin û êdî kes bindestîya kes nakit.. Pîro ev got û rawesta. Kurkê me, pirsek di jê kir û got : - Başe bapîro pa rengê we çawaye?...

Tîq tîqa kenê pîro giha çerxa felekê, kelegirî di hefkê da asê ma û çend dilopek û rondikên şîn û şadî û çavên wî yên melol bi ser hinarok ên rûyên wî yê çermîn û lawaz da hatin xar û daketin ser rûdîna sipî û pêve nosan te digo xunave li ser xwîsarê...Kurkê biçûk şaş ma, êdî ne zanî çi bikit û bêjit.. Pîremêrê ziman şirîn bê ku çav û rûyê xo ji rondikan paqijbikit, xo kenand ûgot : Rengê wê ji rengê kulîlkên gun dê te ne -KESKE, SORE, SIPÎYE û roja geş rasere .. Aştî jî anku tenahî û kes şerê kes nakit û Fato dilê Eyşo naşkênit û ferq û cudayî di navbe ra min û mam da namînit... Dîmukratî jî heye rast, çare nîne û min bawerkir. Bi vî away tibabekjê hat berhevkirin, lê çawa ?!. Komkirinek seyr û kes nedîtî, heke ez bêjim çarêka wan tu bêje çi pêwendî bi hozanên min ve nemabû. Eger ez bêjim pêyvek ji filan malkê tu bêje nîvê wê, ji bilê vê gêjahîyê hin malkên bîyanî jî di navda sîs dikirin û hindek jî baş û pêş bibûn. Hindek bê tam bibûn û hindek xweştir û naziktir. Ez çend hatimê min tiştek ji tiştekî dernekir û wek berê lê ne hatve. Neçarbîm hana xo bigehîm rehmetî Mele Enwerê Mayî, xwend û got: "xo bes pêve biwestîne, xwezî her wek xo maban" paşî qelem girt û rist 1i rûpelê 184 ê nivîsî "paşerojeka geş li pêş xudanê van şiiran dîyare". Min bi şîreta seydayê hêja û nemir kir û min şîya ez wê desnivîsa bi tîpên latînî ku ew hemî hozanên ji sala 1946-1973 ê têda bûn wek bîbûka çavê xo biparêzim. Lê paşî ne mixabin ji kîs çûn di gel wê west û zehmet û pûtepêkirinê. Bê guman ez ne ketim di xema wê da, gula ûmîda min çirmisî. kelha evîna min tepisî vêca ew çîye?.. Hiş û bîr vê dibêjin lê heçîke dilê jar û evîndare ji doza xo qet nayê xarê û li pey vê pîvanê naçit.. Başe pa heke desnivîsa " şîn û şadî " nemabin pa gelo hozanên vê dîwanokê ji kû hatin?.. Ji bilî çend parçeyekî ku di sala 1975 ê min nivîsne yên di hemî bi saya serên şagirt û soxtên kurdan li dervey welatî ku di navbera 1962-1973 ê car car parçeyek -kêmtir, pêtir- ji desnivîsê vediguhastin û di gel xo dibirin, bi vî karê wan tibabek jê hat paristin û bahoza reş verest, lê piştî ku min zehmetek mezin pêve dîtî, heta vê dûmahîyê ji her dişand in. Bê guman pêtir û çêtirê wan hêj mane, hindek ne berdestin, hindek jî bi kêr nihû nahên. Eger delîv hat komkirin û çapkirin sanahîye... Ca heta hingê ev tibab pêşkêşe ku bê guman hindek jê ne bi dilê minin nemaze ewên evîndarîya lawînîyê ku berîbîst sala hatine danan, lê hema çawabin başin û hîvîdarim nekevme babet man û bexçê hunerê gula me jî her wek xo ma û ma.

Bextê vajî delîvek reş û ne pîroz îna û ez gihandimê . Gula evîna min û gulbiharê , ew rewş û xemil û pergala berê nemabû, min girt û hembêzkir û li ser textê derd û xeman vezeland... Dilber bi dengê melûl, bi wan çaven reş belek, ber xo da min û got : - Ey tiralê delîvkoj. Kî ev destê bîyanî li ser sîngê min danî? Siktir ji min dûrkive, mibre an jî serkeve, ev derd ji destê te bû, ev text ne textê me bû. Bêje min kanî ew text? Çendî sale min dixwest!! Ta ne înî textî, ta ne raki vî destî, nabim bûka serbestî.

Migo Gulê guhmedê dûvê dinê dirêje..lê lê çê.. Lo lo maye ey stêra geşa esmanê şîn û şadîya evîndarê ser neçemandî


Sebrî Botanî
Bexda 1/5/1978




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues