La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kaniya Dilê min


Auteur :
Éditeur : Pirtûkxana Êzdiya Date & Lieu : 2007-01-01, T'ibîlîsî
Préface : Pages : 118
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x190 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5952Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kaniya Dilê min

Kaniya dilê min

Xayîlaza R’eşîd Mîrzoêva-Maxsoyî

Ji diya xwe biye sala 1964, 14 meha h'ezîranê. Hê di biç'ûktiyê da dest bi e'frandina şêra kiriye. Şêrê wêye pêşîn sala 1985 di r'ojne'ma kurdî "R'iya t'eze" da neşir bû. Xêncî şêra ew usa jî bi nivîsara pîyêsa û sikêça va mijûl dibe. Şêrêd wê ser zimanê gurckî hatine t'ercime kirinê.

Helbestvan xebata civakiyê jî dike. Di k'omela "Yektiya êzdiyêd Gurcistanê" da serwêra k'oma kûltûraêye.


Diniya r'aza

Şev e, şev e, diniya r'aza,
K'ete xewa hingorî,
Ker' bûn r'efê quling-qaza,
Xanima vekirin guhar-morî.

Legleg hêlûnê da teliyan,
Gula serê xwe berjêr kir,
Beq jî gola da ne weqiyan,
Dergûşa dayîk hişiyar nekir.

Kaniya nekire xuşe-xuş,
Qeyî bê westiyan, seqirîn,
Cewika naên guşe-guş,
Hiş bûn, dengê xwe bir'în.

Şeve, te'riyê e'rd hilç'inî,
İstêrka e'zman belek kir,
Hîv ça sinîk serobinî,
Li diniyayê t'emaşe dikir.

Yanga h'işiyar t'enê ezim,
Hîvê, bivîn h'alê min,
Min lêkirin lome, gazin,
Mitala r'evandiye xewa min.


Ez û jîîna min

Zarotiya min ma orta çiya-baniya, devî ava. Dive ew k'işiya tevî avê belekiya... Lê bîranînêd min da k'ûr maye. Û her êvar li wê me, mala me da. Oda me îdî germa xwe hildaye ber qirç' e-qirç'a sova k'omirê. Qilpe - qilpa çayîdangêye ser sovê dik'ele. Vaye dayîka min jî, wê ç'enge pûng dêst da ne, davêje nava çayê. Xûşk û birêd min dora t'exte r'ûniştine, hîviya şîvê ne. Ez wê ji kaniyê avê tînim, bişkorîke malêye t'amim...

Lê hê xew da nim, gundê xwe P'ampê (Sîp' anê) da nim, xewna min şîrine, xaşe.

Sala 1964-a, 14 meha h'ezîranê ez gundê kal-bava da, P'ampê ji diya xwe hatime dinê. Malbavanê min e'slê xwe da Sîpkî bûn, ji bereka Şemsika. Mala bavê min mala xwendevana bû. Diya min Zadîna Seyîdo şeherê T'ilbîsê da mezin bûvû. Mala bavê min da qedrê xwendinê p'ir' digirtin. Hela hê kalikê bavê min gotibû, qelemê hildne destê xwe, bixûnin.

Ser giliyê kalkê xwe bavê min, R'eşîdê Mîrze Mîrzoêv li Ermenîstanê da xwendina bilind distîne. Di wî zemanî da bavê min bi qulxa xwe va merivekî nav û deng, k'ivş bû, komîtêêd merk'eza neh'iya Aparanêye komsomolê û partiya komûnîstiyê dixevitî, çûbû ber şer'ê h'emdiniyayêyî duda û, çawa milet dibêje, bi çîn û mêdala va veger'iya bû. Paşî şêr' bavê min çend salê dirêj serwêrtiya gundêd Çobanmazê û P'ampê dikir. Paşdaviyê, h'etanî k'utasiya e'mrê xwe, bibû dersdarê dibistana gundê me P'ampê. R'emetiyê bavê min navê dersdarê Ermenîstanêyî emekdar sitandibû. Ewî gelek û gelek şagirtêd hêja milet r'a mezin kiriye, meriyê p'ir' e'yan, çawa Şerefê Eşir, E'merîkê Serdar, Mak'sîmê Xemo, Mirazê Ûzo, E'zîzê Cewo, Şîraliyê Eşo... Navê k'ê hil dim, navê k'ê hil nedim... P'ampê h'eta r'oja îr'o jî dersdarê xweyî emekdar bîr nekiriye.

Ne jî ez colanga zarotiya xwe P'ampê û mervêd wî bîr dikim. Her tişt bîra min da ne. Vaye Wezîrê Eşo, nivîsk'arê k'urda, dox'dirê zara, û şayîrê k'urd Simoê Şemo mala me dar'ûniştine û t' evî bavê min k' etine xeberdanê, be'sa h'alê dinê û lîtêratûra miletê me dikin. Eva ne carek bû, ne duda...

Giliyêd maqûl, t'erbetê giran ez vir'hîn bûm, min ji vir'bir. Mek'teba e'wlin, qelema e'wlin, dersdarêd e'wlin min li wê hîştin. Çawa dersdarê min, şayîrê k'urdî e'yan Fêrîkê Ûsib şêrekî xwe da nivîsiye- "P' amp cinet bû, P' amp muh'bet bû, P' amp ziyaret bû"...

Erê, mamostaê minî r'emetî, îro giliyê te dîsa dik'evine bîra min da. Te t'imê ez ji zara diqetandim û himberê min r'ûdiniştî, qeyî tê bêjî, te dilê xwe min r'a dixast ve kira. Lê ez zara deh-donzdeh salî min çawa dikaribû te fe'm bikira?

Dibekê te r'u'h'ê min da h'unurê bedewetiyê t'exmîn kiribû û mêla min dikir. Heyî diniya, îr'o mamostaê min, Fêrîkê Ûsiv xwe daye p'ala ç'iyayê Dibûrî, çawa carna xwe-xwe digot:
"T'irba min çê kin milê ç'iya,
Bira ser hêşîn be gul û gîhiya,
Lê biç'êre kar, bexêd miya".

Wek xewna xweye herşev ez dîsa ser r'ê me, diçime mek'teba P'ampê. Vaye, wê odê da, oda mamosta da r'ûniştine Cewoê E'mer, R'eşîdê Mîrze, Fêrîkê Ûsiv, T'êmûrê Mîro, Bek'irê R'ostem, Hêrîknaza K'amil û mamostaêd mayîne ermenî. Lê bîr nekim, dîsa E'zîzê Cewo Mamoyan- "K'urda Mad".

Dersdar E'zîzê Cewo gazî min dike ber t'exte, divê, binivîse. K'ils destê min da ne, destê min nagihîje t'exte, t'exte bilind e. Bi hêrs k'ursîkî tîne ber t'exte, ç'eplê min hil dibir'îne, min ser k'ursî dide sekinandinê û divêje: "De binivîse, tê k'engê mezin bî û destê teê bighîje t'exte!" De, ez wê îdî mezin bûme, ji t'extê zar'otiyê p'ir' dûr çûme.

Paşî mirna bavê min mala me derbazî bajarê Êrêvanê bû. Min Êrêvan h'iz ne dikir. Min bîra hevalêd xwe, der û cînarê xwe û dersdarêd xweye gund dikir. Min bîra dersê bavê xwe dikir.
Dersdarê minî e'wilin û yê dawiyê jî bavê min bû. H'iz kirina bavê himberî qîza nazik min r'a bû h'izret, ew bûbû giranîke mezin ser dilê min. Derpekê r'a min her tişt unda kir. Derd û kula r'a min çarxeteke ha lê kir:
"Bavê min,
Tu hebûyî xayî û xudanê min,
Tu çûyî, te şikênand istûna dilê min,
H'eta hebim tu naçî ji bîra min".

Evê r'ojê da min qelema şayîrtiyê hil da destê xwe û ez bûme "dengbêj". Min ser dersa dizîka va şi'êr lê dikirin. Bona wê yekê dersadara t'imê min r'a şer' dikirin, wekî ez p'akî guh nadme dersa, "nizam çi va mijûlim".

R'ojekê jî min îzn da xwe çend şi'êrê xwe hil da û ez çûme rêdak'siya r'ojne'ma k'urdî "R'iyat'eze", qesta r'ojne'mevan Egîtê Xudo û nivîskar E'merîkê Serdar kir. H'eta wana şi'êrê min xwendin, ziravê dilê min qetiya, ez bêsebr hîviya cawa wan bûm. Axiryê şi'êrê min dane destê min û min r'a ha gotin: "Herge dixazî bivî şayîr, gerekê tu ze'f û ze' f ser xwe bixevitî".

Meseleke miletê me ha heye, divê, diniya ha jî namîne. Eva bû qisa min.

Paşî k'uta kirina mek'teba Êrêvanêye hejmara 160-ye ort'e, sala 1981, min xwendina têk'nîkiyêye ort'e jî ber mek'tebê r'a pêk anî. Peyî hine wext min mêr kir û ez ji Êrêvanê derbazî şeherê T'ibîlîsê bûm.

Min malbeteke xweş û şîrin mala R'izaê Çerkez Maxsoyî da çê kir. Bûme bûk, bûkeke r'û bi xêlî. Piş "p'erda bûktiyê" da jî min t'erka nivîsara şi'êra neda. Xezûrê min çar zar' dabûne ber xwendina bilind. Ça divêjin, Xwedê bextê min anî. Çawa berê, malêd geleka miletê me da xwendin bona qîz û bûka qedex' e kirî bû. Lê mala xezûrê min da r'iya xwendinê vekirî bû. Vê yekê jî k'omek da min k'arê e'frandina şi'êra dirêj kira.

Şi'êra mine pêşiyê sala 1985 r'ojne'ma "R'iya t'eze" da r'onayî dît.

Bajarê T'ibîlîsê da salê 70-da "Şêwra cahalêd k'urda" k'arê xwe dimeşand. Serokê "Şêwrê" K'eremê Anqosî bû, zanekî baş û êginekî pêş, r'ojhilatnas. Li "Şêwrê" da t'ov divûn h'emû xwendevanêd k'urdê T'ibîlîsê. T'imê êvarînê baş dihatine derbaz kirinê, konsert didan, pêşengêd h'unurmenda çê dikirin. Malxwê min Feyîzoê R'iza jî t'evî xebata wê "Şêwrê" dibû. Divên: "Koro, çi dixazî?" divê, "R'onaya h'erdu ç'e'va". Xwedê min r'a li hev anî û ez t'evî Feyîzo diçûme ewê k'oma cahala. Ser êvarîna min t'imê şi'êrê xwe dixandin, çend cara jî min sikêç nivîsîn û zar'o hîm  dikirin, ser konsêrta r'aberi t'emeşevana dikir. Sikêça "K'erem", sikêça mine e'wil bû, k'îjan jî ser dik'ê sala 1995-da zar'a lîst û t'emeşevana ser darê p'iya, bi desthevxistina gur bilind qebûl kir.

Ser van şi'rêd min, k'îjan jî vê k'itêbê da hatine cî kirin, mamosta K'eremê Anqosî bi h'iz kirin û k'ela dil xevitiye. Bajarê T'ibîlîsê da "Xalê K'erem", çawa ez pê r'a divêjim, min r'a bû qidûm, bû qiniyat evê diniya e'frandinê da.

Ez wê yekê baş dizanim, wekî bi sêwrandina şi'êra va min borcekî giran hildaye ber miletê xwe, r'êke bedewetiyêye çetin daye ber xwe. Lê gumana Xwedê bi k'iriyamet û feresatê xwe va ezê hê zêde zimanê dêye şîrin r'a şa bim, nona moriyêd kulîlkêd bînxaşe ç'iyê ser şirîtê t'op bikim û bi dengê nazik bistrêm, pesnê miletê xwe bidim, welatê kal-bava K'urdistanê h'iz bikim û bip'arêzim.

Xayîlaza Reşîd




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues