La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji tefsîra Quranê


Auteur : Multimedia
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1971-01-01, Paris
Préface : Pages : 76
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 210x270 mm
Code FIKP : Lp. Ku. Kl. 641Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ji tefsîra Quranê

Ji tefsîra Quranê

-Tefsîra Quranê-

-1 -Sûreyê destpêkirinê

Heft ayet in, di Mekê de dahatiye.

Bi navê Xudayê pak ê dilovan û mihrivan.

Pesin ji Xwedê re ye, ji nav û kerema wî re ye; yê ko Xudanê erd û ezmana ye. Rehman e; dilovan e; rehim e; mihrivan e. Xwediyê roja piştdawiyê ye. Em ibadeta te dikin û ji te hêvîdar in. Me bide ser reya rastiyê. Reya wan mirovên ko tu li wan hatiyî rehmê; ne peyayên ko ketine ber xezebâ te û ne kesên ko dane ser reya şaş.

-2 -Sûreyê Çêlekê.

Du sed heşt û şeş ayet in, di Medînê de dahatiye.

Bi navê Xudayê pak ê dilovan û mihrivan.

1 ) E. L. M. Ji wan herfan miraz çi ye Xwedê dizane.

2.) Ew kitêb bê guman.ji.bona bawermendan reyeke rast e.

3 ) Yên ko baweriya xwe bi xeybê (mîna bihuşt û.dojehê) tînin, nimêja xwe dikin û. ji rizqê ko me daye wan di reya Xwedê da didin, arîkariya sêwî û belengazan dikin.

4 ) Ew bawermendên ko bi kitêba ko ji Te re dahatiye û bi yên.ko berî Quranê dahatine bawer dikin û bi axiretê: înaniya xwe tînin û pê ewle ne.

5 ) Wan bi kerema Xwedê dane ser reya rastiyê û ewê bigehin rehm û qenciya Xwedê.

.....


Çend Nvîsdarên, bi zmanên biyanî li ser Kurdistan

Kurds, Turks and Arabs. (bi zmanê ingilîzî), C. J. Edmonds, 457 rûpel, Oxford University Press,.London.

Kitêba ko li Mokovayê hatiye çap kirin navê 2632 nivîsaran dide yên ko li. ser Kurd û Kurdistanê hatine çap kirin.

Şer ji bona Kurdistanê (bi zmanê rûsî), H. A. Halfin, 170 rûpel, Moskova-Svyetistan.

Mem û Zîn (Wergerandina rûsî), Seyide Roudenko, 234 rûpel, Moskova.

Dîroka Kurdistanê: Şerefname (wergerandina rûsî), 619 rûpel, Moskova.

Texte Kurdes (bi kurdî û wergerandina frensizî), Roger Lescot, 257 rûpel, Geuthner, Paris.

Textes Kurde Memê Alan (Kurdî-Frensizî), 382 rûpel, Roger Lescot, Librairie d'orient.

Rapport fran Irakiska Kurdistan (bi zmanê svêçî), Kurdkommittén, 54 rûpel, Natur och Kultur, Stockholm.

Le Problème Kurde (bi zmanê frensizî), Joyce Blau, 80 rûpel, Bruxelles.

Kitêboka ko li Erêvanê hatiye çap kirin navên 238 kitêbên kurdî ko Li Sovyetistanê hatine çapkirin dide zanin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues